İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 277
Komeleya Lêkolînên Kurdî: “Dixwazin kurdî bixin nav çar dîwarên malê”
Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek daye û gotiye: “Desthilatdarên Tirkîyeyê her roj hêrişî zimanê kurdî dikin û dixwazin wisa bikin ku kurdî di qada giştî de neyê axaftin.”
19 Sibat 2021
“Erdkêşî”ya Mîrza Metînî bi frensî hatiye weşandin
Erdkêşî, şanonameya Mîrza Metînî bi zimanê frensî hatiye weşandin. Atîlla Balikçiyî ji kurdî ji bo fransiyê wergerandiye û Editions l'Espace d'un instantê ew weşandiye.
19 Sibat 2021
Jinan banga tevlîbûnê ji bo 19em Meşa Şeva Feminîst kirine
Jin xwe amade dike ku ji bo 19em Meşa Şeva Feminîst li Taksîmê kom bibin.
19 Sibat 2021
Perseverance, wesatiya NASAyê li ser Marsê daniye
Perseverance, wesayita NASAyê piştî rêwîtiyeke 7 mehan li ser Marsê ango Merîxê daniyê.
19 Sibat 2021
Duh 7 hezar û 241 kes bi Covid-19ê ketine, 83 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 115 hezar û 406 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 241 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 83 kes jî mirine.
19 Sibat 2021
Li Enqereyê piştî 4 salan wê qursên kurdî dest pê bike
DEMDER, di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de wê bi kurmancî, kirmanckî/zazakî û soranî, şêwezarên kurdî dest bi qursan bike.
18 Sibat 2021
Demirtaş: Ez qetilkirina 13 mirovên me şermezar dikim
Selahattin Demirtaşî têkildarî mirina 13 polîs û leşkeran daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “HDP û mixalefetê weke berpirsiyar nîşan didin, ev xeflet e. Desthilat e ya ku divê hesabî bide gelî.”
18 Sibat 2021
ÎHD: Gotinên Soylû şaş û nerast in
İHDyê aşkere kiriye ku wan ji bo ku leşker û polîs serbest bimîne gelek caran bang kirine lê hewldanên wan bê encam mane.
18 Sibat 2021
328 saziyên sivîl piştgirî dane LGBTI+yan
328 rêxistînên civaka sivîl, li dijî tundakiya polîsan a li ser LGBTI+yan, girtina Kluba Xebatên LGBTI+yan a Bogaziçiyê û gotinên nefretkirinê yên li ji bo LGBTI+yan kampanyayeke îmzeyan dane destpê kirin.
18 Sibat 2021
"Ji ber tundkariya polîsan, mafên Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê hatine binpêkirin"
Dadgeha Destûrî di serlêdana Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê de piştî 5 sal û nîvan biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê hatiye binpêkirin.
18 Sibat 2021
“Ji serê Adarê û pê ve wê jiyan qonax bi qonax asayî bibe”
Nexşerêya ku ji serê Adarê û pê ve qonax bi qonax wê jiyanê asayî bide destpêkirin, dê di rojên pêş de were aşkerekirin.
18 Sibat 2021
Ji ber barîna berfê li 20 bajaran wê dibistan venebin
Ji ber barîna berfa zêde li 20 bajaran perwerdeya rû bi rû wê neyê kirin.
18 Sibat 2021
Duh 7 hezar û 325 kes bi Covid-19ê ketine, 86 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 117 hezar û 121 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 325 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 86 kes jî mirine.
18 Sibat 2021
Saziyan ji bo Roja Zimanê Dayîkê daxuyanî dane
Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, KURD-PEN, Komeleya Wejekarên Kurd û Komeleya Birca Belek bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê daxuyaniyeke hevpar weşandine.
17 Sibat 2021
“Li saziyên dewletê cidaxwaziyê li zimanê dayikê dikin”
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Politik ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî encamên lêkolînekê weşandiye ku tê de behsa bikaranîna zimanê dayikê yên ji derveyî tirkiyê dike. Bi tenê ji sedî 5,3yan gotiye cidaxwazî li wan nehatiye kirin.
17 Sibat 2021
Komîsyona 21ê Sibatê kampanyaya îmzeyan wê ji bo kurdî bide destpêkirin
Komîsyona 21ê Sibatê kampanyeya îmzeyan a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” wê bide destpêkirin. Komîsyonê bang li tevahî Kurdan kiriye û gotiye, “Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin.”
17 Sibat 2021
Nivîskar Rêzan Tovjîn: Google-ê reklama bi kurdî qebûl nekir
Nivîskar Rêzan Tovjînî xwestiye reklama pirtûka Sîdar Jîr a bi navê “ŞERM”ê bide Google ADSê, lê Google-ê bi hinceta ku “piştgiriya zimanê kurdî nayê kirin”, reklama wî qebûl nekiriye.
17 Sibat 2021
Serdozgeriya Komarî ji bo tehlîyebûna Mertcan A.yî îtiraz kiriye
Serdozgeriya Komarî a Mûglayê û Rêzan Epozdemîr, parêzerê malbata Pinar Gultekînê ji bo biryara tehliyebûna Mertcan A.yî îtiraz kirine.
17 Sibat 2021
Dadgehekê bi tohmeta “heqaret li Erdoganî kiriye” cezayê pereyan li Şebnem Korûr Fincanciyê biriye
Ji ber tweeteke ku di dema çalakiyên Geziyê de avêtiye, bi tohmeta ku heqaret li Erdoganî kiriye, dadgehekê 7 hezar û 80 lîreyên tirkan ceza li Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê biriye.
17 Sibat 2021
CPJ: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojnameger Şerwanî û Zebariyî azad bike
Komîteya Parastina Rojnamegeran derbarê cezakirina rojnameger Şerwan Amîn Şerwanî û Guhdar Zebariyî de daxuyaniyek weşandiye û gotiye, “Ev biryar tê wê wateyê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê êdî dest ji îdiaya girîngîdayîna azadiya çapemeniyê berdeya.”
17 Sibat 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 7 hezar û 906 kes bi Covid-19ê ketine, 90 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 115 hezar û 794 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 906 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 90 kes jî mirine.
17 Sibat 2021
Rojeva Erdogan, Kiliçdaroglû û Sancarî “Gare” bû
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê û Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê di civînên xwe de “Gare” nirxandine.
16 Sibat 2021
Soylû û Akar ji bo “Gare”yê serdana Kiliçdaroglû û Akşenerê kirine
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî û Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Neteweyî serdana Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPyê û Meral Akşener, Seroka Giştî a İYİ Partiyê kirine û derbarê operasyona Gareyê de zanyarî dane.
16 Sibat 2021
Wezareta Bazirganiyê doza girtina Anadolu Kulturê kiriye
Wezareta Bazirganiyê doza girtina saziya Anadolu Kulturê kiriye. Saziyê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem doz e ku ji ber ‘şîrketek xebatên xwe di bin navê komele an jî weqifê de û ne bi armanca qezenckirina pereyan dike’ hatiye vekirin.”
16 Sibat 2021
Ji bo zarokan wê "Kursa Zimanê Kurdî" destpê bike
Komeleya Lêkolînên Kurdî wê ji bo zarokan Atolyeyên Zarokan pêk bîne. Atolye wê di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de destpê bikin û wê online bin.
16 Sibat 2021
Serlêdanên ji bo “24em Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî” destpê kirine
Serlêdanên ji bo 24em Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî destpê kirine. Xelat wê di 10ê Nîsanê de werin belavkirin ku pêvajoya serlêdanê heta 14ê Adarê wê dewam bike.
16 Sibat 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dozgerî xwestiye rojnamegerên nûçeya îşkenceyê çêkirine werin cezakirin
Dozgeriyê îdianameya derbarê wan rojnamegeran de amade kiriye ku nûçeya îşkencekirina Servet Tûrgût û Osman Şîbanî weşandibûn. Cendermeyan Tûrgût û Şîban li Wanê desteser kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn.
16 Sibat 2021
Hikmet Adal
Duh 7 hezar û 945 kes bi Covid-19ê ketine, 91 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 116 hezar û 452 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 945 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 91 kes jî mirine.
16 Sibat 2021
Mûşek avêtine Hewlêrê
Duh bi şev bi mûşekan êrîş birine ser Hewlêrê û di encamê de sivîlekî can daye, 5 karmend û leşkerekî amerîkî jî birîndar bûne.
16 Sibat 2021
Dadgehê biryara girtinê ya 3 rêvebirên HDPyî daye
Sevda Sûbaşi, Hevseroka Bajarê Qersê a HDPê jî di nav de 3 kes hatine girtin. Ev kesana di 12ê Sibatê de hatibûn desteserkirin.
16 Sibat 2021
ÎHD: Rojnamegerî hatiye cezakirin
Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştgirî dane Kemal Sancili, Înan Kizilkaya, Eren Keskîn û Zana Kaya ku îro di doza Ozgur Gundemê de ceza girtibûn.
15 Sibat 2021
Wezareta Karûbarên Navxweyî: 718 kes hatine desteserkirin
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku 718 kes hatine desteserkirin. Hevserokên HDPyê yên bajar û navçeyan jî di nava kesên desteserkirî de hene.
15 Sibat 2021
1
...
275
276
277
278
279
...
286
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver