İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 275
Di doza Tahîr Elçiyî de polîsên bersûc nehatine girtin
Danişîna duyem a doza kuştina Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê îro li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kiriye. Turkan Elçiyê xwestiye û gotiye, “Bila biryar bê dayîn ku ez tevlî dozê bibim.”
3 Adar 2021
Di rojekê de wê 66 rojnameger werin dadgehkirin
Sibê wê 66 rojnameger di dozên cida cida de derkevin pêşberî heyetên dadgehan.
3 Adar 2021
PENa Gallerê Îlhan Çomak kiriye “Endamê Rûmetê yê Navnetewî”
PENa Gallerê aşkere kiriye ku wan Îlhan Samî Çomak, helbestvanê ku 27 sal in girtî ye kiriye “Endamê Rûmetê yê Navnetewî.” Menna Elfyn, Seroka PENA Gallerê nameyek ji Çomakî re nivîsandiye û gotiye ku ew bi yekdengî wî dikin endamê rûmetê.
3 Adar 2021
Suna Alan
Duh 11 hezar û 837 kes bi Covid-19ê ketine, 68 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 135 hezar û 291 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 837 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 68 kes jî mirine.
3 Adar 2021
Malpera Ajansa Mezopotamyayê di hefteyekê de du caran sansur kirine
1em Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Osmaniyeyê biryar daye ku malpera Ajansa Mezopotamyayê were astengkirin.
2 Adar 2021
Erdogan Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan aşkere kiriye
Serokomar Erdogan, Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan ya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye amadekirin, aşkere kiriye.
2 Adar 2021
Platforma Jinan a 8ê Adarê ya Stenbolê: Em ê di 6ê Adarê de li Kadikoyê bin
Platforma Jinan a 8ê Adarê ya Stenbolê gotiye, “Em ê di saet 16.00ê 6ê Adarê de li Kadikoyê bendergeha Beşîktaşê bin. Em ê cîhanê bihejîn in. Em ê azadiya xwe bi dest bixin.”
2 Adar 2021
Dadgehekê pirtûkeke Weşanxaneya Avestayê qedexe kiriye
Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Mêrsînê biryar daye ku pirtûka bi navê “Şehît, Xayîn û Welatparêz – Ji Şerê Kendavê Heta Roja Me Kurdistan” ya Sheri Laizerî were qedexekirin û komkirin.
2 Adar 2021
Bahçeliyî xwestiye HDP were girtin
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê ji Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûrî xwestiye ku HDPyê bigirin.
2 Adar 2021
Festîvala Fîlman a Berlînê dest pê kiriye
71em Festîvala Fîlman a Berlînê ji ber şewba koronayê îsal bi awayekî online pêk tê. “Xelata Hirçê Zêrîn” wê 5ê Adarê were aşkerekirin.
2 Adar 2021
Li şûna Hevşaredarê Qaraçobanê kayûm tayîn kirine
Polîsan bi ser Şaredariya Qaraçobanê ya Erziromê de girtine û Halît Ûgun, Hevşaredarê Qaraçobanê desteser kirine. Piştî desteserkirina Ûgûnî, Îbrahîm Gultekîn, Qaymeqamê Qaraçobanê weke kayûm tayîn kirine.
2 Adar 2021
Hejmara 2em a Kovara GOGê derketiye
Hejmara 2em a Kovara GOGê ku yekem kovara wêneromanî ya zarokane derketiye. Di vê hejmarê de jî Red Kît, Yakarî, Thorgal û Mîlo dê bi serboriyên xwe cîh bigire. Her weha çîroka Şahmaranê jî wê bi dawî bibe.
2 Adar 2021
Duh 9 hezar û 891 kes bi Covid-19ê ketine, 69 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 130 hezar û 536 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 891 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 69 kes jî mirine.
2 Adar 2021
Ermenistan: Bi ser avahiya hukumetê de girtine
Piştî hewldana darbeye li Ermenistanê piştevanên Paşînyan xwepêşandanek pêkanîbûn. Çend roj piştî xwepêşandanê dijberên Paşînyan daketine kolanan û bi ser avahiya hukumetê de girtine.
1 Adar 2021
Forensic Architecture-ê bertek nîşanî îdianameya derbarê Elçiyî daye
Forensic Architecture-a ku rapora kuştina Tahir Elçiyî de amade kiriye gotiye: “Di îdianameyê de li gel polîsên me ew diyar kirine endamekî PKKyê jî weke bersûcê kuştina Elçiyî nîşan dane. Lê delîlên me diyar kirine, bi awayekî aşkere dane xuyakirin ku endamên PKKyê gule bera Elçiyî nedane.”
1 Adar 2021
Esnafên Sûka Ulusê: Em bi saya serê penaberan li ser pîyan e
Yildirim Suslu û Sefer Yûrttaş ku ev 50 sal in li Sûka Ulusê dikandar in. Ew sûka ku ji destpêka avabûna Komara Tirkîyeyê û vir ve geş e lê niha il gorî van esnafan bi saya serê penaberan kirîn û firotin lê dibe. Esnaf ji ber vê rewşê bi gilî û gazinc in.
1 Adar 2021
Kadir Gürhan
Ji ber guh nedane tedbîrên “pandemiyê” ceza li 40 hezar kesî hatiye birîn
Li gorî daxuyaniya fermî, ji ber ku di roja şemî û yekşemê de guh nedane tedbîrên “pandemiyê” û biryara qedexeyê ya derketina derve binpê kirine polîsan ceza li 39 hezar û 604 kesan birîne.
1 Adar 2021
Demîrtaş: Bêyî aştî û pêkve jiyanê alternatîfek me nîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî ê HDPê yê berê di nivîsa xwe de ya ku Medyascope hatiye weşandin, gotiye, “Aşkereye ku nîqaşên girtina HDPê û rakirina parêzbendiyan wê ji bo aştiyê sûdbexş nebe. Ez hêvî dikim ku wê nekevin vê şaşiyê.”
1 Adar 2021
Xelatên Kada Zêrîn hatine belavkirin
78em Xelatên Kada Zêrîn (Golden Globes) bi merasîmekê hatine belavkirin. Chloé Zhao, bi filmê xwe yê bi navê Nomalandê xelata baştirîn filmî û serkeftîtirîn derhener wergirtiye û bûye yekem jina bi eslê xwe Asyayî ye.
1 Adar 2021
Duh 8 hezar û 424 kes bi Covid-19ê ketine, 66 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 109 hezar û 639 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 424 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 66 kes jî mirine.
1 Adar 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Mêran di sala 2020an de herî kêm 284 jin kuştine
Mêran di sala 2020an de hêrî kêm 284 jin û 26 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 96 jinan kiriye, 265 zarok istismar kirine, hêrî kêm tacîz li 147 jinan kirine, herî kêm 792 jin birîndar kirine. Mêran di sala 2020an de bi darê zorê karê seksê bi 818 jinan dane kirin.
1 Adar 2021
Evrim Kepenek
Grafîk û rapora tundkariya mêran a 2020an
Mêran di sala 2020an de herî hindik 284 jin, pitik jî di nav de 26 zarok kuştine, tundkarî li 792 jinan kirine.
1 Adar 2021
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz bidawî bû
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz ya Kurdî bi dersên rojnameger Hatice Kamer, Ferid Demirel û Murat Bayramî bidawî bû.
28 Sibat 2021
“Xelata Aştî û Demokrasiyê” ya DTOyê wê bidin Eren Keskinê
Odeya Doktoran a Amedê biryar daye ku “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” bidin Eren Keskin, Hevseroka Giştî ya IHDyê.
26 Sibat 2021
Bernameya "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bi Casimê Celîlî wê destpê bike
Wêjegeh Amed wê dest bi bernameya "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bike ku mêvamê yekem ê vê bernameyê wê Casimê Celîl be.
26 Sibat 2021
Hollandayê “Komkujiya Ûygûran” naskiriye
Piştî parlamentoya Kanadayê, Hollandayê jî polîtikayên li dijî Ûyguran bi fermî weke komkujî qebûl kiriye.
26 Sibat 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Rêze-Webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê 3yê Adarê dest pê bike
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re wê dest bi rêze-webînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” bikin. Bernameya yekem 3yê Adarê wê di saet 19.00ê de li dar bikeve.
26 Sibat 2021
Ferid Demirel,Sakine Orman
Dosyayên nû yên parêzbendiyê şandine TBMMyê
25 dosyayên nû yên parêzbendiyê şandine Serokatiya Meclîsê ku di nava wan de ya Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPye, Meral Daniş Beştaş û Hakki Saruhan Olûç, Wekîlên Hevserokên Koma HDPyê jî heye.
26 Sibat 2021
DYA: Divê li Ermenistanê artêş destkariyê li siyasetê neke
Wezareta Karên Derve ya DYAyê piştî ku Serokatiya Serfermandariya Ermenistanê daxwaza îstifaya hukumet û Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê wî welatî kiriye, daxuyanî daye.
26 Sibat 2021
Duh 9 hezar û 572 kes bi Covid-19ê ketine, 73 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 126 hezar û 527 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 572 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 73 kes jî mirine.
26 Sibat 2021
Dadgehê daxwaza girtina çawişê pispor Mûsa O. dîsa qebûl nekiriye
Çawişê pispor Mûsa O.yê ku “êrişa zayendî” li Îpek Erê kiribû û “bibû sedemê xwekuştina wê” di dadgehê de mafê xwe yê bersivnedanê bikaranîye.
25 Sibat 2021
Rêxistinên mafparêz piştgirî dane IHDyê
Komeleya Şopandinê ya Ji bo Mafan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Înîsiyatîfa Mafan, Rêxistina Efûyê nûnertiya li Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan gotine “digel hewldanên bêdengkirin û çewisandinê, em ê xebata li gel IHDyê berdewam bikin.”
25 Sibat 2021
1
...
273
274
275
276
277
...
284
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver