İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 249
Cenazeyê Mahsûn Aslanî jî bi kargoyê şandine
Serdozgeriya Komarî ya Erzînganê cenazeyê Mahsûn Arslanê PKKyî bi rêya kargoyê ji Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê re şandiye.
6 Tebax 2021
“Li Amedê hejmara nexweşan ya rojane derketiye 2 hezaran”
Elîf Tûran, Seroka Odeya Doktoran ya Amedê têkildarî zêdebûna hejmara nexweşan li Amedê gotiye, “Hejmara kesên ku li nexweşxaneyê hatine razandin, gihaştiye 300î. Hejmara nexweşên me yên giran ku di beşa nexweşên giran de ne gihaştiye 80yî. Ji sedî 85ê nexweşên ku di beşa giran de ne derziya Covîd-19ê li xwe nexistine.”
6 Tebax 2021
Ruken Tuncel
Duh 24 hezar û 297 kes bi Covid-19ê ketine, 108 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 245 hezar û 152 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 297 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 108 kes jî mirine, 571 hezar û 860 doz derzî hatine kirine.
6 Tebax 2021
Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Netewî dest ji wezîfeyê berdaye
Selçûkî gotiye, "Ji îro û pê de wezîfeya min a Wezîrtiyê ya Perwerdeya Netewî bidawî bû. Ez spasiyên xwe pêşkêşî Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan dikim ku derfeta karkirina bi zarokên welatê min re da min."
6 Tebax 2021
Mehmet Altûn, kujerê malbata Kurd hatiye girtin
Mehmet Altûn, kujerê malbata Dedeoglûyî ku ji malbatê 7 kes qetilkiribû, hatiye girtin. Raporên otopsiyê û cîhê bûyerê yên têkildarî qetlîamê aşkere bûne.
6 Tebax 2021
Saziyên sivîl ji bo Wanê kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, ji bo kesên lehiyê bandor li wan kiriye, kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin.
5 Tebax 2021
Ruken Tuncel
Li Çorûmê êrîşî karkerên demsalî kirine
Li gundê Tekkeyê, yê Çorûmê, muxtar û kurên wî bi keran êrîşî karkerên demsalî yên rihayî kirine.
5 Tebax 2021
Li Manavgatê daristan ev 9 roj in dişewitin
Li Aydinê ji bo agirê bi daristanê ketiye vemirînin, xebat dewam dikin. Yê li Hatayê derketiye kontrol kirine û dest bi cemidandinê kirine. Li Koycegiza Mûglayê niştecihên taxê bar dikin. 9 roj in agirê bi daristana Manavgatê ketiye, hê nehatiye vemirandin.
5 Tebax 2021
Rêwîtiya keriyên pez a ji Çiyayê Nemrûdê...
Gundiyên li Kizvakê dijîn ji bo ku keriyên xwe biçêrînin biharê diçin zozanên li quntara Çiyayê Nemrûdê û li wir pezên xwe diçêrînin.
5 Tebax 2021
Duh 26 hezar û 822 kes bi Covid-19ê ketine, 122 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 262 hezar û 48 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 822 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 122 kes jî mirine, 261 hezar û 863 doz derzî hatine kirine.
5 Tebax 2021
Kujerê malbata Kurd piştî bi 6 rojan hatiye zeftkirin
Mehmet Altûn, kujerê malbata Dedeoglûyî, yê fîrarkirî bi qetlîamê bi 6 rojan hatiye zeftkirin.
5 Tebax 2021
Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?
Dema ku em dibêjin pergala xwarinê, em qala pêvajoyekê ku hilberîn, hilberandin, veguhastin, pakkirin, hilanîn, xerckirina xwarinê û zirar û zibilên ku di vê pêvajoyê de çêdibin dikin, pêvajo ji jêderkên çandiniyê dest pê dike.
5 Tebax 2021
Fikret Adaman,Gökçe Yeniev,Duygu Avcı ,Umut Kocagöz
Rojnamegerên ku li Kasimpaşayê rastî êrişê hatibûn, gilî kirine
Rojnamegerên ku li Stenbolê di dema çalakiya li dijî komkujiya nîjadperest a li Konyayê de rastî êrîşê hatibûn, li ber Edliyeya Stenbolê beriya gilîkirinê daxuyaniyek çapemeniyê dane.
4 Tebax 2021
Di meha Tîrmehê de tundkarî li 61 rojnamegerên jin kirine
Li gorî rapora ku Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de amade kiriye, di meha Tîrmehê de herî zêde li Tirkiye, Gurcistan û Belarûsê tundkarî li rojnamegerên jin bûye.
4 Tebax 2021
Hejmara 5an a kovara Bernamegehê çap bûye
Di vê hejmarê de Nîhat Gultekînî derbarê Fêrîkê Ûsiv, Heciyê Cindî û Fîncana Riza Kurmetê, Occo Mahabadê derbarê helbestvan Şikriyê Bedlîsî kiriye.
4 Tebax 2021
DFG: Di Tîrmehê de tûndkarî li 15 rojnamegeran hatiye kirin
DFGê raporek têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeran ên di meha Tîrmehê de aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 4 rojnameger hatine desteserkirin, tundîkarî û kiryarên xerab li 15 rojnamegeran hatine kirin. Sîxurtî li 4 rojnamegeran hatiye ferzkirin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û doz li rojnamegerekî hatiye vekirin.
4 Tebax 2021
141 nûçeyên bianetê asteng kirine
141 nûçeyên bianetê asteng kirine ku di nava wan de rapora tundkariya mêran, dadgehkirinên rojnamegeran, Operasyonên 14-25ê Kanûna Paşiyê, nûçeyên derbarê kirîna ersayên li derdora Kanal Stenbolê yên Berat Albayrakî de jî hene.
4 Tebax 2021
Li Wanê zarokê ku birûskê lê xistiye can daye
Li Gundê Pîrmeryemê yê Wanê zarokê 15 salî yê bi navê Arda Omaç dema çûye pezê xwe biçêrîne, birûskê lê xistiye û can daye. Li Gundê Pîrmeryemê ji 28ê Tîrmehê û vir ve baraneke zêde dibare û ziyan gihîştiye mal û milkên gundiyan.
4 Tebax 2021
Duh 24 hezar û 832 kes bi Covid-19ê ketine, 126 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 256 hezar û 163 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 832 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 126 kes jî mirine, 258 hezar û 34 doz derzî hatine kirine.
4 Tebax 2021
Mêran di meha Tîrmehê de 24 jin kuştine
Mêran di meha Tîrmehê de tundkarî herî hindik li 77 jinan kiriye, herî hindik 4 zarok kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 13 zarokan kirine, herî hindik 21 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 36 jinan dane kirin.
4 Tebax 2021
Evrim Kepenek
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Qetlîama li Konyayê: 10 kesên desteserkirî hatine girtin
Li Meramê, navçeya Konyayê 10 kesên ji ber êrîşa nîjadperest a li ser malbata Dedeoglûyî hatibûn desteserkirin, hatine girtin. Piştî êrîşê 14 kes hatibûn desteserkirin. Mehmet Altûn, gumanbarê fîrarkirî hê nehatiye girtin.
4 Tebax 2021
Qetlîama li Konyayê: Hîn êrîşkar nehatiye girtin
Mehmet Altûnê ku di vîdeoyê de diyar bûye ku êrîşî malbata Dedeoglû kiriye û heft kes ji wan kuştiye, ev pênc roj in hîn nehatiye girtin. OHDyê di rapora xwe de gotiye ku “ji bo girtina failî li bajarî xalên lêgerînê ava nebûne.”
3 Tebax 2021
Di mehekê de êrîşî 16 rojnamegeran kirine
Li gorî rapora “Berdêla Nûçeyan” a Komeleya Rojnamegeran amade kiriye, di meha Tîrmehê de 49 rojnameger li ser hev bi 440 sal cezayê girtîgehê hatine dadgehkirin.
3 Tebax 2021
Walîtî: Ne şerê etnîkî ye
Walîtiya Antalyayê têkildarî karkerên demsalî yên ku li gundê Bayralara Elmaliyê gef lê hatibû xwarin û rastî êrişê hatibûn daxuyanî daye û gotiye, “Ne bûyera şerê etnîkî ye”
3 Tebax 2021
Fîlma "Girls Of the Sun" weke sûc hatiye nirxandin
Fîlma Keçên Rojê ku derhêneriya wê Eva Hussonê kiriye û mijara fîlmê berxwedana jinên êzidî ya li dijî DAÎŞê ye di çarçoveya “propagandaya rêxistinê” de weke sûc hatiye nirxandin.
3 Tebax 2021
HDP: Divê jinên Êzidî yên wek kole li bazaran tên firotin, bên rizgarkirin
HDPyê di salvegera komkujiya Êzidiyan de gotiye: “Divê Tirkiye jî vê komkujiyê wek jenosîd nas bike, maf û ewlehiya Êzidiyên ku bi neçarî ji welatê xwe hatine bidûrxistin, misoger bike, nas bike.”
3 Tebax 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Pakdemîrlî: Li 6 bajaran daristanan hîn dişewitin
Bekîr Pakdemîrlî, Wezîrê Çandinî û Daristanan aşkere kiriye ku di şeş rojnên dawî de li 32 bajaran li 150 deveran agir bi daristanan ketiye û li 6 bajaran daristan hîn dişewitin. Li Dêrsimê çûna deverên ku agir lê derketiye, qedexe kirine.
3 Tebax 2021
Duh 22 hezar û 898 kes bi Covid-19ê ketine, 91 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 270 hezar û 426 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 898 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 91 kes jî mirine, 438 hezar û 249 doz derzî hatine kirine.
3 Tebax 2021
CHPyê giliyê nivîskar Îbrahîm Karagulî kiriye
CHPyê giliyê Îbrahîm Karagul, nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê kiriye ku li ser hesabê xwe yê Twitterê îdia kiribû û gotibû, “CHP di şewatên daristanan de bi PKKyê re tev geriya.” Karagulî paşê ev tweeta xwe jê biriye.
2 Tebax 2021
Dozgeriyê lêpirsîname ji bo rojnameger Ozgur Bogatekînî amade kiriye
Ji ber ku derbarê êrîşa nîjadperest a li Konyayê de peyamek weşandiye dozgeriyê îfadeya rojnameger Ozgur Bogatekînî wergirtiye. Bogatekînî demeke berê jî ji ber êrîşa nîjadpereset a li Sakaryayê, rexne kiribû, dozgerî îfadeya dabû dozgeriyê.
2 Tebax 2021
Hikmet Adal
Li Antalyayê komek nijadperest êrişî malbatekê Kurd kiriye
Li Elmali, navçeya Antalyayê komeke nijadperest ku ji 300 kesan pêk hatiye êrişî malbata Kûrga kirine û malbat ji gûnd derketiye.
2 Tebax 2021
Demîrtaş: Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê derbarê êrîşa nîjadperest a li Konyayê de wiha gotiye: “Sedema esasî ya vê qetlîam, gengeşî û pevçûnê polîtîkayên cidakar ên hikûmetê ye.”
2 Tebax 2021
1
...
247
248
249
250
251
...
258
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver