İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 250
Duh 20 hezar û 890 kes bi Covid-19ê ketine, 96 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 251 hezar û 224 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 890 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 96 kes jî mirine, 233 hezar û 338 doz derzî hatine kirine.
2 Tebax 2021
HDP: Bila Elbak wek herêma karesatan were îlankirin
Dema lijneya HDPê bi welatiyan re civiya ye carekî din lehî rabûye. Welatiyan ji lijneya HDPê re gotiye, “Xebat bikêmasî hatiye kirin û ji ber vê yekê carekî din rabûye.”
2 Tebax 2021
Qetlîama li Qonyayê: Hejmara desteserkiriyan bûye 14
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniya xwe de gotiye ku "Kesekî din ji malbata failê fîrarkirî hatiye desteserkirin. Bi vê re hejmara desteserkiriyan bûye 14."
2 Tebax 2021
Têkildarî êrişa nijadperest ya li Konyayê 10 kes hatine desteserkirin
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê daxuyanî daye û gotiye, “Îdîayên ku bûyer bi sedema nefreta nijadî çêbûye rastiyê nîşan nade.”
31 Tîrmeh 2021
"Li 98 deveran agir bi daristanan ketiye, 88 jê hatine vemirandin"
Li Edene, Antalya, Mêrsîn, Mûgla û Osmaniyeyê li çend deveran xebatên vemirandina agirî dewam dike.
31 Tîrmeh 2021
Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancarî ji bo êrîşa nîjadperest a li Konyayê gotiye ku ew komkujiyeke hovane ye û wiha dewam kiriye: "Zimanê nefret û tehrîkirinê yê desthilatê, berpirsiyarê sereke yê vê komkujiyê ye."
31 Tîrmeh 2021
Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Li Meram, navçeya Konyayê malbata Dedeogûllari ku Kurdin pêştir jî gelek caran bûye hedefa êrişên nijadperest. Ji wê malbatê 7 kes li mala xwe de hatine qetilkirin. Êrişkarên bi çek agir berdaye malê û revîne.
30 Tîrmeh 2021
Rojnamegeran giliyê polîsan kiriye
Rojnameger Erdem Şahin, Fatih Erdogan, Bulent Kiliç, Kubra Koklu, Yasin Akgul, Emre Orman, Ozan Acidere û Zeynep Kûray ji ber tundkarî li wan kirine giliyê polîsan kiriye. Polîsan rojnamegeran li Stenbolê bernameya bîranîna Qetlîama Pirsûsê dişopandin, tundkarî li wan kiribûn.
30 Tîrmeh 2021
Avahiya HDPê li Marmarîsê carekî din rastî êrişê hatiye
Li Marmarîsê avahiya HDPê tevî ku li qadê polîsên wezîfedar hebûne, carekî din rastî êrişê hatiye. Polîsan êrişkar desteser kiriye.
30 Tîrmeh 2021
33 qurbaniyên Geliyê Sefoyê bibîr anîne
Parlamenter û rayedarên HDP û DBPyê li navçeya Qelqeliyê 33 qurbaniyên Geliyê Sefoyê bibîr anîne.
30 Tîrmeh 2021
Ermenistan: Azerbaycanê sînorên me yên esmanî derbas kiriye
Wezareta Berevaniya Ermenistanê diyar kiriye û gotiye, piştî şerê ku di destpêka hefteyê de rûdabû, îro jî Azerbaycanê sînorên me yên esmanî derbas kiriye.
30 Tîrmeh 2021
Prof. Dr. Erol Ozvar ji bo Serokatiya YOKê hatiye wezîfedarkirin
Bi biryara ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, Prof. Dr. Erol Ozvar, Rektorê Zanîngeha Marmarayê li cîhê Prof. Dr. Yekta Saraç, Serokê YOKê hatiye wezîfedarkirin. Prof. Dr. Yekta Saraç jî ji bo Serşêwirmendiya Serokomarî hatiye erkdarkirin.
30 Tîrmeh 2021
Li 21 bajaran agir bi daristanan ketiye
Li Edene, Osmaniye, Antalya, Mêrsîn, Mûgla û Kayseriyê xebatên vemirandina agirê ku li 20 cihan derketiye, dewam dikin.
30 Tîrmeh 2021
Mîthat Sancar: Penaberî encama polîtîkayên şer e
Hevserokê Giştî yê HDPyê, Mîthat Sancarî derbarê zêdebûna dijminatiya li biyaniyan de wiha gotiye: "Em ji şer re dibêjin na, aştî ye rêya me. Em ê bi ti awayî piştgiriya nîjadperestiyê nekin."
30 Tîrmeh 2021
Duh 22 hezar û 161 kes bi Covid-19ê ketine, 60 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 261 hezar û 198 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 161 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 60 kes jî mirine milyon û 336 hezar û 724 doz derzî hatine kirine.
30 Tîrmeh 2021
Bavê ku îstismar li kurê/keça xwe kiriye bi şertê kontrola edlî serbest bûye
Parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan: Digel ku di rapora Tipa Edlî de gotiye şopên îstismarê hene, bav bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
29 Tîrmeh 2021
Evrim Kepenek
CEIDê rapora xwe ya derbarê newekheviya zayendî de weşandiye
Rapor dixwaze balê bikişîne li ser pêşketinên di warê wekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê.
29 Tîrmeh 2021
Duh 22 hezar û 291 kes bi Covid-19ê ketine, 76 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 257 hezar û 474 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 291 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 76 kes jî mirine milyon û 77 hezar û 627 doz derzî hatine kirine.
29 Tîrmeh 2021
Li Wanê lehî rabûye: 2 şivan winda bûne
Li Wanê lehî rabûye. Du şivan winda bûne û bi dehan kes li herêma ku lehî lê rabûye asê mane.
29 Tîrmeh 2021
Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin
Karesatên îklimê gelek mirovan neçar dikin ku ji welêt derkevin, li penaberiyê û li parastinê bigerin. Gelo qanûnên neteweyî yên li Tirkîyeyê çiqasî amadeyî vê rewşê ne?
29 Tîrmeh 2021
Mehmet Mücteba Göktaş
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycanê de şer qewimiye: 3 leşker mirine
Di navbera hêzên leşkerî yên Ermenistan û Azerbaycanê de şerekî nû qewimiye û di encamê de 3 leşkerên Ermenistanê mirine. Piştî pevçûnê Rûsya carekê din ketiye navbera herdu aliyan.
28 Tîrmeh 2021
Girtiyên ku xwestine gardiyan maskeyan bikar bînin, hatine cezakirin
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHDya Stenbolê li girtîgehan hejmara pêketiyên Covid-19ê zêde bûne, girtiyên ku testên wan pozîtîf derketine û girtiyên pêneketine xistine heman hicreyan.
28 Tîrmeh 2021
Ekvadorê Jûlîan Assange ji welatîbûnê derxistiye
Ekvadorê mafê welatîbûnê ku dabû Jûlîan Assange, damezrînerê WîkîLeaksê betal kiriye. Jûlîan Assange li Îngilistanê di gîrtîgehê de ye. Parêzerê Assange gotiye em ê îtirazî biryara dadgehê bikin.
28 Tîrmeh 2021
Derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê diyar kiribû ku bihayê fatûreyên avê û bacên zibilî yên kesên biyanî wê 10 qat zêde bibe. Ji ber van gotinan derbarê Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê de bi tohmeta ku “bi awayekî xirap wezifeya xwe bikaranîye” û “nefret û cûdakarî kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin.
28 Tîrmeh 2021
“Tundkariya li ser rojnamegerên jin ji sedî 158 zêdetir bûye”
CFWIJê aşkere kiriye ku di sala 2021an de tundkariya li ser rojnamegerên jin li gorî sala 2020an ji sedî 158 zêde bûye. Saziyê kampanyayek li ser medyaya civakî daye destpêkirin.
28 Tîrmeh 2021
Li Xakurkê du leşker mirine
Li Xakurkê di encama şer û pevçûnê de du leşker mirine. Leşkerekî jî birîndar bûye.
28 Tîrmeh 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Baroya Amedê giliyê rojnameya Yenî Şafakê kiriye
Baroya Amedê giliyê rojnameya Yenî Şafakê kiriye. Rojnameya Yenî Şafakê 15 baroyên ku li dijî êrişên nijadperest daxuyaniya hevpar dabûn, kiribû hedef.
28 Tîrmeh 2021
Bawer Rûken: "Jiyan bi mifteyekê dest pê dike"
Nivîskar sedema nivîsandina xwe wiha diyar dike: "Ez ji bo ku karibim nefesê bistînim, dinivîsim. Ez ji bo ku karibim roja din bi hîsa ku li vê dinyayê bi kêrî tiştekî hatime dest bi rojê bikim, dinivîsim."
28 Tîrmeh 2021
Ba Har Güner
Duh 19 hezar û 761 kes bi Covid-19ê ketine, 51 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 246 hezar û 648 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 761 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 51 kes jî mirine milyon û 214 hezar û 958 doz derzî hatine kirine.
28 Tîrmeh 2021
Nivîskarên Kurd û Samî wê di projeya “Belongings”ê de bên ba hev
Di Projeya Belongingsê de 5 nivîskarên kurd û 5 jî samî wê li Amed û Swêdê beşdarî bernameyan bibin û di encamê de wê bi kurdî, samîkî û ingilîzî pirtûkek were çapkirin.
27 Tîrmeh 2021
EurasiaDoc wê Kargeha Senaryoyên Belgefîlman pêk bîne
EurasiaDoc wê di meha Îlon û Çiriya Pêşiyê ya 2021an de Kargeha Senaryoyên Belgefîlman pêk bîne.
27 Tîrmeh 2021
Ji ber kesê ku xwe li girtîgehê kuştiye rêveberiya girtîgehê berpirsiyar qebûl kiriye
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bûyere kesê ku xwe li girtîgehê kuştiye piştî 6 salan biryara xwe aşkere kiriye û xwestiye lêpirsîna bûyerê were kirin. Wê 105 hezar lîre weke tezmînat bidin malbata xwekuştiyî.
27 Tîrmeh 2021
1
...
248
249
250
251
252
...
259
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver