İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 258
“Bingehê ji bo îdianameya girtina HDPyê çêkin”
Parêzer Maçogûyî gotiye: “Dozgerî dokumanek di dosyayê de ji bîr kiriye. Ev dokuman midaxele li lêpirsînê dike û tê de gotiye, li vê dosyayê bixebitin û bingehê ji bo îdianameya girtina HDPyê çêkin.”
14 Hezîran 2021
“Di 8 salên dawî de herî kêm 513 zarok di dema karkirinê de mirine”
Canan Yuceer, parlamentera CHPê gotiye, “Ji ber şert û mercên nebaş mirinên dema karî yên zarokan li qada çandiniyê, ku herî zêde li wê qadê kar dikin, pêk tê. Ji sedî 64ê zarokên ku karkerên çandiniyê ne temenê wan di navbera 5 û 14an de ne.
14 Hezîran 2021
Li Îsraîlê li şûna Netanyahûyî Naftalî Bennet bûye Serokwezîr
Li Parlamentoyê di encama dengdanê de hikûmeta koalisyonê ji 60 dengan 59 deng bi dest xistiye û hatiye pejirandin. Naftalî Bennet, serokê Yamînayê yê rastgirê radîkal bûye Serokwezîr.
14 Hezîran 2021
Di rojekê de 461 û 901 doz derziyên Covîd-19ê li mirovan xistine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 461 hezar û 901 doz derzî li mirovan hatine xistin. Heta 13ê Hezîranê li Tirkiyeyê 20 milyon û 70 hezar û 955 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 700 hezar û 712 kesan doza 2yem, li ser hev 33 milyon û 771 hezar û 667 doz derzî hatine kirin.
14 Hezîran 2021
Xelata FIPRESCIyê fîlma bi navê “Laşê Min/As I Want” bi dest xistiye
Xelata “FIPRESCI” ya 24emîn Festîvala Filmên Jinan a Navneteweyî ya Ûçan Supurgeyê fîlma bi navê “Laşê Min/As I Want” ya Samaher Alqadî, derhênera misirî bi dest xistiye.
11 Hezîran 2021
Dadgeha Îstînafê cezayê li Leyla Guvenê hatiye birîn, pesend kiriye
Dadgeha Îstînafê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Leyla Guven, Hevseroka KCDyê hatiye birîn pesend kiriye. Guven piştî parêzbendiya wê hatibû rakirin, ew girtibûn.
11 Hezîran 2021
Dadgehekê, ji ber "Operasyona Efrînê" cezayê girtîgehê li rojnamegerekî biriye
10em Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ji ber nûçeyeke wî ya derbarê “Operasyona Efrînê” de sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Ozan Kaplanoglûyî biriye.
11 Hezîran 2021
ÎHD: Bi biryara redkirinê re ti mafek ji destê me neçûye
Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê ÎHDê aşkere kiriye ku pêvajoya serlêdanên şexsî yên ji bo kesên ku di operasyonên li jêrzemînên Cizîrê de mirine berdewam dike, bi biryara redkirinê ya Dadgeha Destûra Bîngehîn re ti mafek ji destê me neçûye.
11 Hezîran 2021
Li Azerbeycanê di 10 rojan de 9 caran êrîşî LGBTIQ+yan kirine
Li Azerbeycanê beriya Meha Rûmetê hejmara êrîşên li ser LGBTIQ+yan zêde bûye. Polîs midaxeleyî van êrîşan nakin û medya wan naweşîne.
11 Hezîran 2021
Pêvajoya serlêdanê ya ji bo "Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî" dest pê kiriye
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemeniya Azad wê cara 28em werin dayîn. Jurî wê di 5 beşan de xelatan bidin.
11 Hezîran 2021
Di 10 rojên dawî de nêzîkî 3 mîlyon doz derziyên Covîd-19ê li mirovan xistine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 457 hezar û 454 doz derzî li mirovan hatine xistin. Heta 10ê Hezîranê li Tirkiyeyê 18 milyon û 727 hezar û 608 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 485 hezar û 511 kesan doza 2yem, li ser hev 32 milyon û 213 hezar û 119 doz derzî hatine kirin.
11 Hezîran 2021
Duh 6 hezar û 408 kes bi Covid-19ê ketine, 96 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 223 hezar û 320 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 408 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 96 kes jî mirine.
11 Hezîran 2021
Konseya Ewropayê li ser Tirkiyeyê pêvajoya binpêkirinan wê bide destpêkirin
Rawestandina mafê dengdan û vetoyê yê Tirkiyeyê li Konseya Ewropayê di rojevê de ye.
10 Hezîran 2021
Doza Las Tesisê: Dadgehê biryara beraetê ji bo 6 jinan daye
6 jinên ku ji ber beşdarî Las Tesis, dansa protestoyê bûbûn û doz li wan hatibû vekirin, beraet kirine. Parêzer Tûba Torûnê, piştî danişînê wiha gotiye: “Encama mafdar a dadgehkirina neheq e.”
10 Hezîran 2021
Li tevahiya cîhanê hejmara karkerên zarok bûye 160 mîlyon
ILO û UNİCEFê destnîşan kiriye ku hejmara karkerên zarok di nava 20 salan de cara yekeme zêde dibe û gîhaştiye 160 mîlyonan. Her weha her du saziyan hişyarî daye û gotiye, ji ber şewba kurewî Covîd-19ê 9 mîlyon zarok di bin xeteriyê de ne.
10 Hezîran 2021
Di sala 2020an de 24 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li mafparêzan birîne
Li gorî xebatên ku TIHVê kirine, di sala 2020an de 17 mafparêz ji ber 7 dozan hatine dadgehkirin û 24 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 7 mafparêzan birîne.
10 Hezîran 2021
Hejmara 20an a Kovara Dilopê derketiye
Kovara Dilopê di vê hejmarê de dosyayek li ser “Raperîna Nan a Diyarbekirê ya sala 1880an” amade kiriye.
10 Hezîran 2021
Li Teksasê, eyaleta DYAyê bi çekan êrişî baregeha leşkeri kirine
Li Teksasê, eyaleta DYAyê bi çekan êrişî baregehekî leşkeri kirine. Di êrişê de tu kes nemiriye û brîndar nebûye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
10 Hezîran 2021
Ahmet Şikî giliyê Bahçeliyî kiriye
Ahmet Şik, Parlamenterê TÎPê giliyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê kiribû. Parêzerên Şikî di gilînameya xwe de gotiye ku Bahçeliyî Şik aşkere kiriye hedef û gefa mirinê lê xwariye.
10 Hezîran 2021
Di rojekê de 350 hezar û 462 doz derziyên Covîd-19ê li mirovan xistine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 350 hezar û 462 doz derzî li mirovan hatine xistin. Heta 9ê Hezîranê li Tirkiyeyê 18 milyon û 363 hezar û 865 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 391 hezar û 800 kesan doza 2yem, li ser hev 31 milyon û 755 hezar û 665 doz derzî hatine kirin.
10 Hezîran 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 6 hezar û 454 kes bi Covid-19ê ketine, 87 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 224 hezar û 193 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 454 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 87 kes jî mirine.
10 Hezîran 2021
Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan
Guherîna îklîmê xetereya herî girîng e ji bo jiyana zarokên îroyîn û zarokên van zarokan.
10 Hezîran 2021
Çiğdem Çağlayan,Funda Gacal
Dozger ji bo Nûrcan Kayayê heta 5 salan cezayê girtîgehê xwestiye
Nûrcan Kaya, nivîskar û mafparêz ji ber ku di sala 2014an de tweeta “Li Kobaniyê ne tenê Kurd, tevahî gelên ku li wir dijîn li berxwe didin. Erebên demokrat jî li berxwe didin, mixabin şehîdên wan hene.” parve kiriye, heta 5 salan jê re cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
9 Hezîran 2021
HDP: Bila derziya HPVyê belaş be
Gulustan Kiliç-Koçyigit, Parlamentera HDPyê ya Mûşê, pêşniyaznameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û xwestiye ku derziya HPVyê belaş be.
9 Hezîran 2021
"Di doza Buyukadayê de mafê Îdîl Eserê hatiye binpêkirin"
Dadgeha Destûra Bingehîn gotiye ji ber ku mafparêz Îdîl Eser weke girtî hatiye dadgehkirin mafê wê binpê bûye û biryar daye ku 40 hezar Lîreyê Tirk tezmînatê bidine wê.
9 Hezîran 2021
Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ji bo rojnameger Temîzkanê daye
Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya derbarê rojnameger Sabîha Temîzkanê de qebûl nekiriye. Temîzkanê ji ber ku di tweeteke xwe de gotibû, “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…” dadgeheke herêmî sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bû.
9 Hezîran 2021
Hikmet Adal
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Pêvajoya şandina fîlman ji bo Festîvala Duhokê destpê kiriye
Rêveberiya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dûhokê pêvajoya qebûlkirina fîlman daye destpêkirin.
9 Hezîran 2021
Melîke Aydin, nûçegîhana JinNewsê beraet kiriye
Şahidên veşarî di danişînê de gotine ku ew Aydinê nas nakin. Dozgerî ji ber kêmbûna delîlan xwestiye ku beraet bibe.
9 Hezîran 2021
Di rojekê de 352 hezar û 279 doz derziyên Covîd-19ê li mirovan xistine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 352 hezar û 279 doz derzî li mirovan hatine xistin. Heta 8ê Hezîranê li Tirkiyeyê 18 milyon û 113 hezar û 715 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 291 hezar û 488 kesan doza 2yem, li ser hev 31 milyon û 405 hezar û 203 doz derzî hatine kirin.
9 Hezîran 2021
Duh 6 hezar û 609 kes bi Covid-19ê ketine, 86 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 225 hezar û 527 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 609 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 86 kes jî mirine.
9 Hezîran 2021
Pervîn Bûldan: Doza ku ji bo girtinê vekirine wê HDPê mezintir bike
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê destnîşan kiriye û gotiye, “Gel, çendin roj in dipirse, gelo dozgerekî nebû lêpirsîn bida destpêkirin. Daraza ku winda bû li ku dere derket? Di doza HDPê de.”
8 Hezîran 2021
Dadgehê ji bo Can Dundar daxwaza derxistina bultena sor kiriye
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derbarê Can Dundar, Derhênerê Weşana Giştî ê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê de daxwaza derxistina bultena sor kiriye. Dadgehê di doza sekinandina TIRên MÎTê de 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dundarî birîbû.
8 Hezîran 2021
1
...
256
257
258
259
260
...
267
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver