TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 31
bianetê E-kitêba Rojnamegerên Bêkar Li Pey Nûçeyên Xwe Ne bi zimanê Kurdî û Ingilîzî weşand
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê / bianetê bi zimanên Kurdî(Zaravayê Kurmancî) û Ingilîzîyê e-kitêba Projeya “Rojnamegerên Bêkar Li Pey Nûçeyên Xwe Ne” weşandin. Heman E-kitêb di 19ê Tîrmehê de bi zimanê Tirkî hatibû weşandin.
24 Cotmeh 2017
56 girtî li Girtîgeha Edîrneyê dest bi greva birçîbûnê kirin
56 girtiyên li Girtîgeha Edîrneyê ji ber ku hevdîtina Serokê PKKyê Ocalanî bi malbat û parêzeran re tê astengkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.
24 Cotmeh 2017
Herdu nûçegihanên JinNewsê, Dûygû Erol û Habîbe Eren serbest bûn
20ê Çiriya Pêşiyê, pênc rojnameger hatibûn desteserkirin, du rojnameger ji wan, Dûygû Erol û Habîbe Eren serbest bûn.
23 Cotmeh 2017
Ji 5 rojnamegerên desteserkirî 3 ji wan serbest man
Rojnameger Sîbel Yukler, Dîren Yurtsever û Selman Guzelyuz piştî ku li emniyetê îfadeyên wan hatin standin serbest man.
23 Cotmeh 2017
Rojnameger Mûrat Çelîkkan serbest ma
Rojnameger Mûrat Çelîkkan roja şemiyê serbest ma ku ji ber bibû Berpirsê Weşanê yê Nobedar ê Rojnameya Ozgur Gundemê sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn.
23 Cotmeh 2017
Berpirsên nobedar yên weşana Ozgûr Gûndemê têne dadkirin
Ji bo rojnameya hatî girtin, Ozgûr Gûndemê ji 3yê Gulanê û heta 7ê Tebaxa 2016ê kampanyaya nobedariya berpirsiyarîya weşana Ozgûr Gûndemê hat pêkanîn. Derbarê 11 lêpirsînan de doz nehat vekirin. Yek jê ji ber ku dema lêpirsînê tijî kir, bêyî ku encamê bistîne bidawî bû.
20 Cotmeh 2017
Elif Akgül
122 rojnameger girtî ne
122 rojnameger di meha Çiriya Pêşiyê de hatin girtin. Ji bo 296 rojnameger û nûnerên medyayê di çarçoveya Yasaya Ceza ya Tirkan (TCK) û Yasaya Têkoşîna Dijterorê (TMK) de bi giştî 182 cezayê muebetê û 3 hezar û 36 sal cezayê girtinê hatiye xwestin. 109 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatin avêtin an jî neçar man ku ji kar derkevin.
20 Cotmeh 2017
Erol Önderoğlu
Li Enqereyê 5 rojnameger hatin desteserkirin
Li Enqereyê di encama serdegirtina malan de, editora Jin Newsê Sîbel Yukler, nûçegîhanên Jin Newsê Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz hatin desteserkirin.
20 Cotmeh 2017
Polîsan rojnameger û parêzer desteser kirin
Polîsan li Stenbolê bi operasyonekê 16 kes desteser kirin di nav wan de du rojnameger û du parêzer jî hene.
19 Cotmeh 2017
Ji bo doza 6 rojnamegeran banga beşdariyê hat kirin: #NûçegihanîNeSûce
Rojnamegeran banga beşdariya doza Tûnca Ogreten, Mahîr Kanat, Omer Çelîk, Derya Okatan, Metîn Yoksû û Eray Sarginî kirin ku ji ber mailên Bakan Albayrakî kiribûn nûçe tên dadgehkirin.
18 Cotmeh 2017
Cezayê girtinê li nûçegihana Wall Street Journalê birîn
Bi hinceta ku “Propagandeya PKKyê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtinê dan nûçegihana Wall Street Journalê. Albayrak a ku li New York ê ye wê îtirazê li hemberî cezayî bike.
11 Cotmeh 2017
Twitterê hejmara karakteran zêde kir
Twitter hejmara karakteran ji bo komeke biçûk ji 140î derxist 280yî.
27 Îlon 2017
Kadri Gursel nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê serbest ma
Di sêyem daneşîna doza rojnameya Cumhuriyetê de dadgehê biryara serbestiyê ji bo Kadrî Gurselî da, her wiha biryar girt ku rewşa girtîtiya Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Emre Îper, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdûyî berdewam bike.
26 Îlon 2017
Elif Akgül
JinNewsê dest bi weşanê kir
JinNewsê bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne” îro dest bi weşanê kir.
25 Îlon 2017
Doza Cumhuriyetê di 25ê Îlonê de ye
Rojnamegerên li Derve û Kovara Lemanê ji bo beşdariya doza Cumhuriyetê bangewazî kirin ku 6 jê girtî 20 kes girtî tên dadgehkirin.
22 Îlon 2017
Rêûresma Xelatên Mûsa Anterî digel qedexeyê li İHDyê birêve çû
Digel ku Qaymeqamiya Beyoglûyê rêûresma Xelatên Mûsa Anterî qedexe kiribû, rêûresm li avahiya Komeleya Mafên Mirovan pêk hat.
22 Îlon 2017
Elif Akgül
Xebatkarên medyaya bi biryarnameyan hatîn girtin Xelata Mûsa Anterî stand
Di beşa nûçeyên bi zimanê Tirkî de nûçegihanên dihaberê(Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê) û di beşa nûçeyên jinparêz de nûçegihana Şûjinê Xelata Mûsa Anterî standin. Herdu sazî jî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatibûn girtin.
20 Îlon 2017
NY û Rêxistinên Mafan di dozên rojnamegerên girtî de bûn aliyên sêyem
Raportorê Taybet ê Azadiya Fikr û Xweifadekirinê yê NYyê, Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê û 12 rêxistinên navdewletî daxwaz kiribûn ku weke aliyê sêyem beşdarî dozên DMMEyê yên derbarê rojnamegerên ku li Tirkiyeyê girtî bibin. Ev daxwaz hat qebûlkirin.
14 Îlon 2017
Ji bo rojnameger Tûgrûl Eryilmazî ceza hat xwestin
Dozger Arisoyî nêrîna xwe ya derbarê rojnameger Tûgrûl Eryilmazî de aşkere kir û xwest ku ji ber sûcê “çapkirin û belavkirina weşanên rêxistina terorê” bê cezakirin. Doz hat taloqkirin.
12 Îlon 2017
Tansu Pişkin
Dadgehê biryara berdewamiya girtîtiyê da
Dadgehê biryar girt ku rewşa girtîtiya Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Kadrî Gursel, Ahmet Şik, Emre Îper û Ahmet Kemal Aydogdûyî berdewam bike. Daneşîna sêyem wê di 25ê Îlonê de lidar bikeve.
12 Îlon 2017
Elif Akgül
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgehê weke şahid li heşt xebatkarên Cumhuriyetê guhdarî kir
Dadgehê weke şahid li berpirsê weşanê yê berê yê Cumhuriyetê Yıldız, koordînatorê nûçeyan Kuçukkaya, rêveberên berê yên Weqfê Tufekçîoglû, Înal û Kiraç, nûçegihan Îlknûr, nivîskar Soner û şêwirmendê darayî yê berê yê Weqfê Pamûkoglûyî guhdarî kir.
11 Îlon 2017
Elif Akgül
Doza Rojnameya Cumhuriyetê li Silivriyê berdewam dike
Daneşîna duyem a doza Rojnameya Cumhuriyetê îro li Silivriyê berdewam dike. Îro wê li şahidan bê guhdarkirin.
11 Îlon 2017
Elif Akgül
Dosyayên Taybet ên bianetê
8 Îlon 2017
Ji bo Doza Cumhuriyetê bangewazî hat kirin
Rojnamegerên li Derve ji bo Doza Cumhuriyetê bangewazî kirin ku 11ê Îlonê wê li Silivriyê çêbibe. Rojnamegeran li ser medyaya civakî bi hashtaga #HemenŞimdiÖzgürlük kampanyeya xwe berdewam kirin.
6 Îlon 2017
Rojnamegerên li Derve banga beşdariya doza Cumhuriyetê kirin
Înîsiyatîfa Rojnamegerên li Derve banga beşdariya daneşîna rojnameya Cumhuriyetê ya li Silivriyê kirin.
5 Îlon 2017
Macronî ji Erdoganî re got bila Bureauyê rojnameger serbest bê berdan
Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macronî bi telefonê ji serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî re got bila Loup Bureauyê rojnameger serbest bê berdan.
28 Tebax 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dihabera hatî girtin: Em ê ji bo rojnamegeriyê israr bikin
Bi biryara Dîwana Wezîran, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de yên 693 û 694ê hatin îlankirin. 3 saziyên medyayê hatin girtin. dihabera ku hat girtin daxuyanîyek da.
25 Tebax 2017
928 karmendên dewletê ji karî hatin avêtin saziyên medyayê Şûjin, Rojeva Medya û Dihaber hatin girtin
Bi biryara Dîwana Wezîran, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de yên 993 û 694ê hatin îlankirin. Bi biryarnameyê 928 kes ji karî hatine avêtin, 120 ji wan akademîsyen in, 3 saziyên medyayê hatin girtin.
25 Tebax 2017
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas “kampanyaya li dijî rojnamegeran” şermezar kir
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) li ser mafparêzên ji bo li Tirkiyeyê azadiya xwe-îfadekirin dixebitin daxuyanîyek da.
23 Tebax 2017
Wezareta Karên Navxweyî ji bo Akhanliyî “biryar da” lê Înterpolê navê wî ji bûltena sor derêxist
Ji bo Dogan Akhanliyê nivîskar lêpirsînek hatiye dest pê kirin û dadgehan ji bo wî ti biryar nedane lê Wezareta Karên Navxweyî ew wek sûcdar îlankir.
23 Tebax 2017
Ji ber pankarta “bila Nûriye û Semîh bijîn” 11 kes hatibûn girtin 2 ji wan serbest bûn
Ji ber ku di lîstika topa pêyan ya di navbera Beşîktaş û Konyasporê de hat îdiakirin ku 11 kesan pankarta “bila Nûriye û Semîh bijîn” nîşan daye, hatibûn girtin. Du ji girtiyan serbest bûn.
22 Tebax 2017
Di çarçoveya lêpirsîna ByLockê de 9 rojnameger hatin girtin
Ji 11 rojnamegerên ku bi îdiaya bikaranîna programa ByLock bikar anîna Yasîr Kaya, Omer Farûk Aydemîr, Mûtlû Ozay, Cuneyt Seza Ozkan, Bûrak Ekîcî, Mehmet Alî Ay, Mûhsîn Pîlgîr, Saît Gurkan Tûzlû û Ahmet Feyzûllah Ozyûrt hatin girtin.
17 Tebax 2017
1
...
29
30
31
32
33
...
40
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver