TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 29
Lêkolîn li ser 783 hesabên medyaya civakî hatiye kirin
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku bi sûcên wek “heqareta li mezinên dewletê” lêpirsîn li ser hesabên medyaya civakî hatine kirin.
27 Adar 2018
RTUK dê weşanên li înternetê jî kontrol bike
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) dê weşanên li ser înternetê jî kontrol bike, herweha dê destûra weşanê bida an jî asteng bike.
22 Adar 2018
Dogan Medyayê li ser firotina xwe daxuyaniyek da KAPê
Xwediyê Gruba Medyayê ya Doganê, Aydin Doganî hemî organên medyayê yên xwe firotin Gruba Medyayê ya Demirorenê. Dogan medyayê li ser pêvajoya firotinê daxuyaniyek da KAPê.
22 Adar 2018
Hat îdiakirin ku Dogan Medya ji bo Demirorenê hatiye firotin
Hat îdiakirin ku Gruba Medyayê ya Doganê ji bo Gruba Demirorenê bi Milyarek û 250 milyon dolaran hatiye firotin.
21 Adar 2018
Dadgeha Destûrê duyem care ji bo Şahîn Alpayî biryara binpêkirina mafan distîne
Dadgeha Destûrê piştî ku biryara binpêkirina mafan ji bo Şahîn Alpayî derxist lê dadgeha herêmî ev biryar pêk neanî, li ser serîlêdana parêzerên Alpayî careke din di heman çarçoveyê de biryar distîne.
16 Adar 2018
Çîrokên jiyana Şîfa Gerdîya rojnameger bûn kitêb
Kitêba li ser xebat û jiyana rojnameger Şîfa Gerdî, bi navê “Şîfa Gerdî Çîroka Rojnamevaneke Wêrek” derket. Berhem ji aliyê hevkarên Gerdî, Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û Besam Mistefa jî ji soranî wergerandiye kurmancî.
12 Adar 2018
Cendirmeyan li Izmîrê 7 kes ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî desteser kirine
Serfermandariya Izmîrê ya Cendirmeyan li dijî wan kesên “pesnê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) dayîn” operasyonek pêk anîye û 7 kes desteser kirine.
9 Adar 2018
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Di şeşem danişîna doza Rojnameya Cûmhûriyetê de dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da.
9 Adar 2018
Elif Akgül
Vîdeo – Nepox ji bo azadiyê hatin firandin
Di 49emîn hefteya Nobeta Edaletê de nepox ji bo azadiya wan kesan hatin firandin ku de doza rojnameya Cûmhûriyetê de girtî tên dadgehkirin.
9 Adar 2018
Afîşên “Azadî ji Ahmet Şikî re” li kolanên Stenbolê hatine daliqandin
Beriya danişîna 6em a doza rojnameya Cûmhûriyetê afîşên “Azadî ji Ahmet Şikî re” li kolanên Stenbolê hatin daliqandin ku dadgehkirin wê sibê li Silivriyê berdewam bike.
8 Adar 2018
Ji ber parvekirinên medyaya civakî 5 kes hatine girtin
Bi tohmeta ku li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine, ji 5 kesên ku li Elezîzê hatibûn desteserkirin 2 kes hatine girtin, li Afyon û Dîlokê jî bi giştî 3 kes hatine girtin.
8 Adar 2018
Polîsan bi ser Weşanxaneya Ozanê de girtiye
Polîsan, li Stenbolê, siet 11ê bi ser nivîsîngeha Ozanê ya li Sultangaziyê de girt û kesek desteser kir. Weşanxaneya Ozanê ew weşanxane ye ku Kovara Yuruyuşê diweşîne.
7 Adar 2018
Kampanyaya Wikipediayê: Me bêriya Tirkiyeyê kiriye
Nêzîkî 10 mehan e ku li Tirkiyeyê Wikipedia hatiye qedexekirin. Wikipediayê li ser medyaya civakî kampanyaya #MeBêriyaTirkiyeyêKiriye(#WeMissTurkey) da destpêkirin.
6 Adar 2018
Rojnamegerên li derve ji bo doza rojnameya Cûmhûriyetê bang kirin
Rojnamegerên li derve beriya doza rojnameya Cûmhûriyetê bangewaziya beşdarbûna dozê kirin ku doz wê 9ê Adarê li kampusa Silivriyê berdewam bike.
5 Adar 2018
Di hefteyekê de ji ber parvekirinên di medyaya civakî de ji bo 169 kesan lêpirsîn hatiye amadekirin
Wezareta Karên Navaxweyî bi daxuyaniyeka fermî da zanîn ku di hefteya paşiyê de lêkolîn li ser 690 hesaban hatiye kirin û ji bo 169 bikarhênerên hesabên medyaya civakî lêpirsîn hatine amadekirin.
5 Adar 2018
Dema serlêdana ji bo staja di havînê de dest pê kir
Heke hûn bixwazin li bianetê stajê bikin, divê hûn heta 16ê Adarê vê rapora li jêr dagirin.
28 Sibat 2018
Pêşkêşvanê Akit TVyê: Heke em bixwazin sivîlan bikujin em ê ji Cihangîrê dest pê bikin
Pêşkêşvanê Akit TVyê ji bo îdiayên ku dibêjin Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê sivîlan dikuje got, “Yawo heke em bixwazin ku sivîlan bikujin em ê ji Cîhangîrê dest pê bikin; Nîşantaşi û Etîler…Ne wisa, gelek xayîn hene. TBMM heye”.
27 Sibat 2018
Berlîn: Ji bo berdana girtîyên dî em dixebitin
Piştî serbestbûna rojnamegerê Almanyayî-Tirkiyeyî, Deniz Yucelî hikûmeta Almanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ew ji bo girtiyên ji Almanyayê yên li Tirkiyeyê girtî ne “bi rêya hemî qenalan dixebitin.”
20 Sibat 2018
Rojnameya Cûmhûriyetê giliyê pêşkêşvanê Akit TVyê kir
Rêveberên Rojnameya Cûmhûriyetê giliyê Yûsûf Ozan pêşkêşvanê Akit TVyê kirin ku gef li rojname û xebatkarên wê xwaribû.
15 Sibat 2018
Şanar Yûrdatapanî giliyê Erdoganî kir
Ji ber gotinên wî yên derbarê 170 kesên ku daxwaza bidawîanîna operasyona li ser Efrînê kirin de Şanar Yûrdatapan, giliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî kir û doza tazmînatê ya 1 lîreyî vekir.
13 Sibat 2018
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Weqfa Rooseveltî Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyî
Weqfa Rooseveltî ya Hollandayê, Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyê Berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û rapornivîsê bianetê.
8 Sibat 2018
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya 2017ê: Saleka medya û nûçegihanan
122 rojnamegerên di girtîgehan de, desteserkirin, kuştin, tehdîd, astengkirina weşanê, DMME, DQB, RTUK, TCK, TMK, bêkarkirina rojnamegeran, di 37 rojên 2018ê de girtina 7 rojnamegeran berdana rojnamegerekê...
7 Sibat 2018
Erol Önderoğlu
JinNews cara şeşê ye ku hat sansûrkirin
JinNewsa ku nûçegîhaniyê bi perspektîfa jinan belav dike cara şeşê ye ku rastî astengiya Saziya Teknolojiyên Zanînê û ya Ragihandinê (BTK) hat.
1 Sibat 2018
Rojnameger Idrîs Yilmaz hat girtin
Idrîs Yilmaz rojnamegerê ku li Wanê kar dikir, bi tohmeta ku “propagandeya rêxistinê kiriye” hat girtin.
23 Çile 2018
Sê rojnameger û derhênerek hatin desteserkirin
Rojnameger Sîbel Hurtaş, Hayrî Demîr û Derhêner Fatîn Kanat ku li ser medyaya civakî “Operasyona Efrînê” rexne kirine hatine desteserkirin. Nûçegîhana MAyê Seda Taşkin ji ber ku derbarê wê de biryara zevtkirinê hebû hat desteserkirin.
23 Çile 2018
Daxwaza tehliyeyê ya girtiyên doza Cûmhûriyetê nehat qebûlkirin
Daxwaza tehliyeyê ya ji bo Mûrat Sabûncû, Akin Atalay û Ahmet Şikî nehat qebûlkirin ku parêzeran biryara Dadgeha Destûrê ya ku ji bo Tûrhan Gunayî dabû weke mînak nîşan dabûn û xwestibûn biryara tehliyeyê derkeve.
17 Çile 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgehê 9 sal û 9 meh ceza li pênc Berpirsên Weşanê birî
Dadgehê bi giştî 9 sal û 9 meh cezayê girtinê li Ayşe Duzkan, Ragip Dûran, Mehmet Alî Çelebî, Hesuyîn Bektaş û Huseyîn Aykolî birî ku bûbûn berpirsên nobedar ên Weşanê ên rojnameya Ozgur Gundemê.
16 Çile 2018
Ji bo 520 rojnamegeran tehdîda 3.672 sal cezayê girtinê heye
122 rojnameger girtî ne. 36 nivîs û nûçeyên malperan, 8 karîkatûr, şeş kitêb û sê rojname hatin sansûrkirin. Ji ber “heqaretkirinê” 36 rojnameger bersûc in. Êrîş berbelav dibin. Tehdîtkarî berbelav dibe, 46 rojnameger bûn bêkar.
16 Çile 2018
Erol Önderoğlu
Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin
Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan ji Twitterê xwestibû karîkatûrên karîkatûrîstê Brezîlî Carlûs Latûffî kiribû bên sansûrkirin, bianet jî tê de li 15 cihan nûçeya vê bûyerê hatibû nivîsîn bi daxwaza Erdoganî ew nûçe jî hatin astengkirin.
11 Çile 2018
Elif Akgül
Wezaretê nêrîna xwe ya derbarê girtiyên rojnameya Cûmhûriyetê de dubare kir
Wezareta Dadê ji bo serlêdana kesên di doza Rojnameya Cûmhûriyetê de girtî ne heman bersiva ji DMMEYê re şandibû ji Dadgeha Destûra Bingehîn re jî şandiye û gotiye ku “Ne ji ber karên rojnamegeriyê girtî ne”.
9 Çile 2018
Fadîme Goktepe: “Ez dewleteke qenc dixwazim”
Malbat û hempîşeyên Metîn Goktepeyî di 22yemîn salvegera kuştina wî de rojnameger ew yadkirin. Di bernameya yadkirinê de hat gotin ku heta rojnamegerên girtî azad bibin ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
8 Çile 2018
Tansu Pişkin
Wezareta Dadê ji bo Denîz Yucelî bersiv şand Dadgeha Destûrê
Wezareta Dadê bersiva xwe ya derbarê dadgehkirina Denîz Yucel nûçegîhanê Die Weltê de ji Dadgeha Destûrê re şand ku ji Sibata 2017yê û vir ve li Tirkiyeyê girtî ye. Wezaretê tohmetên derbarê Yucelî de dubare kir.
5 Çile 2018
1
...
27
28
29
30
31
...
38
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver