Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îro li Dadgeha Stenbolê rojnameger û xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê têne dadkirin. Sê xwenîşanderan xwe li weşana zinadî ya du televizyonan nîşan dan.
Dema TRT û A Haberê ji bo Doza Cumhuriyetê weşana zindî ji ber deriyê Dadgeha Stenbolê dikir û sê xwenîşanderan ji piş nûçegihanî gotin “Cumhuriyet dê bêdeng nebe.”
Xwenîşanderan wêneyên Ahmet Şikî jî di weşana zindî de nîşan da.
Piştî TRTyê xwenîşanderan xwe li weşana TRTyê nîşan dan wan xwe li weşana zindî ya A Haberê jî nîşan dan.
Yek ji xwenîşanderan Defne Halman bû û wêneyên herdu dersdêrên di greva birçîbûnê de, Semîh Ozakça û Nûrîye Gûlmenê hebû.(TP/EKN/MB)
Wêne û vîdeo: Tansu Pîşkîn / bianet