Walîtiya Stenbolê aşkere ku têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya ku duh (23ê Adarê) li Qada Yenîkapiyê pêk hat derbarê 28 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin û giliyê Komîteya Amadekar a Newrozê hat kirin.
Walîtiyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di pîrozbahiyê de dirûşmên neyasayî hatine berz kirin, pankart hatine vekirin û komîteya amadekar tedbîrên pêwîst negirtine û ji ber vê yekê wan lêpirsîn dane destpêkirin.
Walîtiya destnîşan kiriye ku hêzên me yên ewlehiyê derbarê 28 kesên ku dirûşmên neyasayî berz kirine û pankart vekirine de lêpirsînên qanûnî dane destpêkirin û her weha giliyê endamên komîteya amadekar hatiye kirin.
(TY/AY)