UNRWAyê ragihand ku tankên artêşa Îsraîlê dorpêça li ser Nexweşxaneya Nasirê didomîne, di 18ê Sibatê de nexweşxane ji çûn û hatinê re hat vekirin û NY û Heyva Sor a Filistînê ji nexweşxaneyê 14 nexweş derxistin.
UNRWAyê di daxuyaniyê de got."Danûstandin ji bo derxistina nexweşên mayî, ku tê texmînkirin ji 100î zêdetir in, hîn berdewam in,"
UNRWAyê diyar kir ku li nexweşxaneyê 10 hezar filistînîyên ji cih û warên xwe bûne û 300 xebatkarên tenduristiyê hene û destnîşan kir ku leşkerên Îsraîlê nêzî 70 xebatkarên tenduristiyê desteser kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê di navbera 15-19ê Sibatê de li Şerîeya Rojava ya dagirkirî zêdeyî 129 êrîş pêk anîne û di van êrîşan de 4 jê zarok herî kêm 92 filistînî desteser kirine.
Nexweşxaneya Nasir, Îsraîlê veguherand baregeha leşkerî, elektrîka wê qut kir û amûra oksîjenê ya nexweşxaneyê ji xizmetê xistibû. Li beşa nexweşên giran ya wê nexweşxaneyê 8 nexweş mirin.
(AS/AY)