Di daxuyaniya hevpar a Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê û Heyeta Dîlgirtiyan û Kesên Azadkirî ya serbi Rêxistina Rizgariya Filistînê de derbarê kesên hatin desteserkirin de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê ji roja Çarşemê heta niha li herêmên Beytulahim, Tulkerm, Nablus û Cenînê yên Şerîeya Rojava 20 kes desteser kirine.
"Hejmara kesên ku li Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve hatin desteserkirin derket 7 hezar û 40an. Di nav van kesan de kesên ji malên xwe, li nuqteyên leşkerî û yên ku di bin zextan da neçar man in teslîm bibin û yên ku dîl hatine girtin jî hene."
Li Xezeyê 28 hezar û 576 kes mirine
14 Sibat 2024
(AS/AY)