* Fotograf: Mehmet Ali Özcan - Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk aniye û behsa pêşniyara xwe ya derbarê Destûra Bingehîn de kiriye.
Bahçeliyî gotiye, “Nîqaşên destûra bingehîn ên dîroka wê ya 145 salan heye, ambargo daniye ser jiyana me ya civakî û dewletê. Destûrên li ser bingehên berpirsiyariyên dewlet û miletan ên beramberî hev tên avakirin, ne ew cure metnin ku nabe werin guhertin. Nivîsandina destûrê wezîfeyeke bivê nevî ye.”
Bahçeliyî diyar kiriye ku wan xebata amadekirina pêşniyarê kiriye û qedandiye û metna wan a amadekirî, ji 100 xalan pêk hatiye.
Devlet Bahçeliyî gotiye ku ew ê metna amade kirine bi Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî û AKPyê re par ve bikin û paşê jî wê bi partiyên din ên siyasî re par ve bikin:
“Me bi vîzyona 100 saliya Komara xwe destûr amade kir ku me ev taybetmendiyên bingehîn tê de nivîsandine: Ji 4 beş û 100 xalan pêk hatiye. Ne destûreke kurt an jî dirêj e, bi feraseta hiqûqa bingehîn a biqelîte sînorên wê hatiye diyarkirin.
“Beşa destpêkê li gorê wê ferasetê hatiye nivîsandin ku nirxên hevpar ên miletî tirk tê de dihewîne.
“Esasên giştî yên dewletê li gorî 5 xalên destpêkê û wesfeê wê, di xala 1em da hatine bicihkirin, di paragrafa yekem de hatiye gotin ku ‘ev xal nayê guhertin û nabe ku guhertina wê were pêşniyarkirin.”
“Ew tiştên nediyar ên derbarê sedema rakirina parêzbendiya parlamenteran hatine zelalkirin.
“Sazûmana Sîstema Serokatiyê bi sîstema destûra nû re çêbûye, li gel Serokî hilbijartina 2 alîkarên serokê hatiye pêşniyarkirin.” (AS/FD)