TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
english
kurdî
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Naverokên bi miftegotina
Devlet Bahçelî
Bahçelî: Bila Dadgeha Destûrê bê girtin, bila Serokê Dadgehê biçe Qendîlê
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeliyî di dema civîna koma partiya xwe de ji ber biryara wê ya derbarê parlamentere Hatayê yê TIPê Can Atalayî de, xwest Dadgeha Destûra Bingehîn bê girtin.
14 Mijdar 2023
Fezlekeya ji bo Parlamenter Aydenîzê amade kirine, şandine Wezaretê
Fezlekeya ku ji bo Hevseroka Giştî ya DBPyê û Parlamentera Amedê Salîha Aydenîzê amade kirine, şandine Wezareta Dadê. Hatiye xwestin ku parêzbendiya Aydenîzê rabe.
17 Hezîran 2022
Bahçelî: Koçberiya bêserûber, tê wateya dagirkirina ku nav lê nehatiye kirin
Serokê MHPyê di civîna koma partiya xwe ya heftane de axiviye û gotiye: "Sûriyeyiyên ku di cejnan de diçin welatên xwe, hewce nake vegerin."
19 Nîsan 2022
MIDAXELEYA POLÎSAN A LI DIJÎ WEQFA FÛRKAN
Bahçelî: Polîsên Tirk wezîfeya xwe kirine
Devlet Bahçelî, Serokê MHPê di komcivîna partiya xwe de axiviye û TTB û Weqfa Fûrkan kirine hedef.
22 Adar 2022
Devlet Bahçeliyî TTB ji xwe re kiriye hedef
Bahçeliyî gotiye: "Weke rastiyeke aşkere li pêşberî me ye ku Yekîtiya Bijîşkên Tirkan, ew hêlîna fesadiyê, propagandaya reşkirinê çêdike û birêxistin dike û li her cûre dek û dolaban, her cûre derewan û her cure buxtanan xwedî derdikeve."
15 Adar 2022
Bahçeli: Bila HDP û TTB werin girtin
Serokê MHPyê Bahçeliyî di civîna koma partiya xwe de HDP, Serokê CHPyê Kiliçdaroglû û TTB ji xwe re kiriye hedef. Bahçeliyî daxwaza xwe ya ji bo girtina HDPyê dubare kiriye û cê carê xwestiye TTB jî were girtin.
11 Çile 2022
Kiliçdaroglû û Akşenerê daxwaza hilbijartina pêşwext kiriye
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdarogû û Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê civîneke hevbeş li dar xistiye û ji bo pêvajoya hilbijartina pêşwext bide destpêkirin, bang li Serokomar Erdoganî kiriye.
18 Mijdar 2021
Bahçeliyê ku Kavala kiriye armanc: Bila Dadgeha Destûrî were girtin
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPê ji ber karsaz Osman Kavala ku çar sal in di girtîgehê de ye gotiye, bila Dadgeha Destûrî were girtin. Her weha Bahçelî gotiye, “biryarên DMME di destê welatên rojava de bûye koz.”
26 Cotmeh 2021
Bahçeliyî careke din HDP kiriye hedefa xwe: Bila bê girtin
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê gotiye ku bila HDP were girtin. Balçeliyî ji bo DYAyê jî gotiye, “Dost e dijmin e?”
11 Cotmeh 2021
Kiliçdaroglû: Em ê aşitiyê bînin vî welatî
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPê bersiva gotinên Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê MHPê daye û gotiye, “Pirsgirêk heye, erê. Ev pirsgirêk wê li kuderê were çareserkirin? Dê li parlamentoyê were çareserkirin. Ev ewqas zelal e, ewqas aşkere ye.” Bahçelî gotibû, “Pirsgirêka Kurd nîne”
22 Îlon 2021
Bahçelî HDP û Denîz Poyraz tohmetbar kiriye
Bahçelî, Serokê MHPê îdia kiriye û gotiye, “Ka ez ji we re bêjîm Denîz Poyraza ku hatiye kuştin kî ye, ew hevkara milîsane ku sempatîzanên PKKê yên dixwazin li bajaran biçin çiyê sewqî wargehên terorê dike.”
22 Hezîran 2021
Ahmet Şikî giliyê Bahçeliyî kiriye
Ahmet Şik, Parlamenterê TÎPê giliyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê kiribû. Parêzerên Şikî di gilînameya xwe de gotiye ku Bahçeliyî Şik aşkere kiriye hedef û gefa mirinê lê xwariye.
10 Hezîran 2021
Ji ber ku ji Bahçeliyî re gotiye “xurifî” 5 hezar lîre ceza lê birîne
Ji ber ku ji Bahçelî, Serokê MHPyê re gotiye “xurifî” 5 hezar û 300 lîre cezayê pereyan li bikarhênerekî medyaya civakî birîne. Dadgehê biryar aşkere nekiriye û taloq kiriye.
2 Hezîran 2021
Ayça Söylemez
Bahçeliyî gotiye “Wezîrê Navxweyî ne bi tenê ye”, Soyluyî spasiya wî kiriye
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê derbarê îdiayên Sedat Pekerê bi serkêşiya komeke mafyayê tê tohmetkirin de gotiye, “Wê nikaribe rojeva Tirkiyeyê bike hêsirê xwe” û “em piştgirên dewleta xwe ne.”
25 Gulan 2021
MHPyê pêşniyara "destûreke nû" kiriye
Devlet Bahçelî, Serokê MHPyê gotiye ku “MHPyê xebatên xwe yên derbarê destûra nû de qedandiye û nivîsandina metnê biencam bûye. Qonaxa amadekarina pêşniyara me ya destûra nû ya ji 100 xalî pêk tê qediyaye.”
4 Gulan 2021
Bahçeliyî xwestiye ku tevlî HDPyê Dadgeha Destûrî jî bigirin
Bahçeliyî ji ber Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya girtina HDPyê bi şûn de şandiye, bertek nîşan daye û xwestiye ku tevlî HDPyê Dadgeha Destûra Bingehîn jî bigirin.
1 Nîsan 2021
Bahçeliyî careke din HDP kiriye hedef: Girtin bûye mesela namûsê
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê careke din bang li Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûrî kiriye û wiha gotiye: “Divê HDP were girtin ku careke din neyê vekirin.”
18 Adar 2021
Bahçeliyî xwestiye HDP were girtin
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê ji Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûrî xwestiye ku HDPyê bigirin.
2 Adar 2021
Twîtterê Bahçelî asteng kiriye
Twîtterê, ji ber gotinên Devlet Bahçelî, serokê MHPê yên ku ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bikaranîbû, tweeta wî asteng kiriye.
5 Sibat 2021
Bahçelî: "Demîrtaş terorîst e, bila TTB bê girtin"
Devlet Bahçeliyî di axavtina xwe de Demîrtaş weke berpirsê çalakiyên ji bo Kobaniyê nîşan daye û gotiye “Demîrtaş terorîst e”. Her weha daxwaz kiriye ku TTB bê girtin.
6 Cotmeh 2020
lê bigere
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
TTB: Em xwediyê gotinên xwe ne
TTByê, piştî Devlet Bahçelî, serokê MHPye bi gotinên xwe ew kiribûn armanc daxuyanî daye û gotiye, “TTB û doktor wekî duh çawa berpirsiyariya xwe anîne cîh wê îro jî, sibê jî di pêkanîna vê berpirsiyariyê de berdewam bin.”
17 Îlon 2020
Bahçelî: Bila TTB were girtin
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê gotiye “Bila TTB were girtin û biryarên edlî ji bo rêveberên wê werin derxistin.” TTByê di bin navê #YönetemiyorsunuzTükeniyoruz (Hûn nikarin birêve bibin, em ji navê diçin) çalakiyekê li dar dixe.
17 Îlon 2020
Piştî banga Bahçeliyî lêpirsînname ji bo HDPyiyan hatiye amadekirin
Piştî ku Devlet Bahçelî, Serokê MHPyê bang kir bi çend saetan lêpirsînname ji bo Kongreya HDPyê hatiye amadekirin. 14 kes hatine desteserkirin.
25 Sibat 2020
Erdogan: “Em ê ji Bahçelîyî re bibêjin tu li ser rêya xwe em li ser rêya xwe”
Serokê Partiya Edalet û Pêşketinê û serokkomar, Recep Tayyîp Erdoganî bersiva serokê Partiya Neteweperest a Gelî(MHP), Devlet Bahçelîyî daye.
23 Cotmeh 2018
Piştevanên MHPyê li ber deriyê Meral Akşenerê kom bûne
Piştî ku serokê MHPyê(Partiya Neteweperest a Gelî), Devlet Bahçelîyî li ser seroka ÎYÎ Partîyê(Partiya Baş), Meral Akşenerê twit nivîsîn, piştevanên MHPyê çûne ber deriyê Akşenerê.
5 Cotmeh 2018
Erdogan: Hilbijartina pêşwext wê di 24ê Hezîranê de çêbibe
Piştî ku bi Serokê Giştî yê MHPyê Bahçeliyî re civiya Serokomar Erdoganî aşkere kir ku ew ê hilbijartina pêşwext 24ê Hezîranê çêbikin.
18 Nîsan 2018
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Bahçelî: Bila hilbijartina pêşwext çêbibe, Hikûmet: Em ê binirxînin
Devlet Bahçelî Serokê Giştî yê MHPyê xwest ku hilbijartina pêşwext çêbibe û ji bo hilbijartinê jî 26ê Tebaxê nîşan da. Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdagî li ser vê daxuyaniyê axivî û got ku “Wê lijneyên me vê mijarê binirxînin”. Serokomar Erdoganî wê derbarê mijarê de sibê bi Bahçelî re bicive.
17 Nîsan 2018
Erdogan: Bila encam li ser xêrê be
Serokomar Erdogan bi rêya telefonê li Serokwezîr Yildirim, Serokê Giştî yê MHPê Bahçeli û Serokê BBPê Destici geriya û ji ber encamên referandûmê ew pîroz kirin.
16 Nîsan 2017
ŞÊWIRMENDÊ SEROKKOMARÎ GOT LI TIRKIYEYÊ EYALET DÊ BÊN ÇÊKIRIN
Devlet Bahçelîyî xwe nerazî kir
Şêwirmendê serokkomarî li ser sîstema birêvebirina dewletê û “eyaletan” nivîsek nivîsî, serokê MHPyê xwe li ser vê yekê nerazî kir.
14 Nîsan 2017
Bahçelî: Divê Ahmet Tûrk li derveyî girtîgehê bê dadkirin
Serokê Partiya Nijadperest a Gelî(MHP), Devlet Bahçelîyî diyar kir ku heke ji bo guhertina Makeqanûnê 330 deng neyê dayin divê hilbijartin bê kirin. Bahçelîyî got divê Ahmet Turk li derveyî girtîgehê bê dadkirin.
12 Çile 2017
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver