Meclisa Iraqê piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendis ji bona hebûna eskerên Amerîkayê ya li Iraqê gotûbêj bike wê bicive.
Hesen el-Qabiyê Alîkarê Yekemîn yê Serokê Meclisê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ji ber ku di êrîşa Amerîkayê da Silêmanî û Muhendis hatin kuştin wê Meclis sibê derasayî bicive û wiha got: "Divê êdî ji helwesta bêperwa ya Amerîka li Iraqê ra bibêjin bes e. Di civîna sibê da der barê hebûna eskerên Amerîkayê ya li Iraqê da wê biryarên girîng bên hildan."
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) destnîşan kiribû li texma Balafirgeha Bexdayê di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendis kuştine.
(MB)
*Çavkanî: Nihat Kavşut/AA