Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Tora medyayê ya Ewlehiyê ya Hikûmeta Iraqê, du moşek avêtine Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê û nûnerên welatên din lê ne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama êrîşê de ziyan çênebûye.
Beriya niha li heman herêmê êrîş biribûn ser Balyozxaneya DYAyê. Hin ji van êrîşan ev in:
* Artêşa Iraqê di 4ê Kanûna Paşiyê de daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku du roketên katyûşayê hatine avêtin. Lê ti kes nemirine.
* Di 21ê Kanûna Paşiyê de sê roketên katyûşayê hatine avêtin. Zanyariya mirin an jî birîndarbûnan nehabû dayîn.
* Di 27ê Kanûna Paşiyê de 5 moşek avêtine herêmê. Adil Abdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê gotibû ku moşek li Balyozxaneya DYAyê ketiye. (TP/FD)