Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) pêş dadkirina 108 kesan derbarê xwepêşandanên Kobaniyê de ku di navbera 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêk hatibû kitêbokek bi sernava “ Xwepêşandanên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê / Di rastiyê de çi qewimîn? Derew û rastî” amade kiriye.
Di kitêboka ku ji 28 rûpelan pêk hatiye ya bi sernava “Di rastiyê de çi qewîmîn? Derew û Rastî”de hatiye gotin ku xwepêşandan bi awayekî aştiyane destpêkiriye piştre helwesta hukumetê bandor kiriye ku bûyerên tûndkariyê pêk were.
Îdianameya doza Kobaniyê jî “"Wekî ku di biryara Kanûna Pêşiya 2020an a DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de hat dîtin, îdianame ji ber sedemên siyasî, ne ji ber sedemên hiqûqî hat amadekirin û armanca siyasî ya hikûmetê tasfiyekirina HDPê, rayedarên wê yên hatiye hilbijartin û rêveberên wê ye."
Yekem danişîna doza Kobaniyê di 26ê Nîsanê de li 22êm Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê wê pêk were. Di îdianameyê de ji bo108 kesan 38 caran cezaya heta hetayî hatiye xwestin. Ji wan 108 kesan, jê 27 girtiye, 6 bi şertê kontrola edlî serbest mane û 75 kes jî derbarê wan de biryara zeftkirinê heye.
(AS/AY)