Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê giştî yê girtî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaşî, li ser hesabê xwe yê Twitterê hin peyam weşandine û bal kişandiye ser biryara bêçalakîtiyê ya KCKyê. Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye.
Demîrtaşî diyar kiriye ku ew ji bo çareseriyê hewl didin lê Serokomar Erdogan li ber vê dibe asteng: “Bila soza me be ji gele me re, piştî rejîma Erdoganî ya ji şer û pevçûnan xwe xweyî dike, ji bo PKK li Tirkiyeyê bi temamî çekan deyne, çi ji destê me bê em ê bikin û teqez em ê biser bikevin. Em ê li Parlamentoyê li gorî qûral û qaîdeyan, di çarçoveya hiqûqê em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin û teqez em ê aştiya civakî ya mezin pêk bînin.”
Demîrtaşî de dewama peyama xwe de diyar kiriye ku “Me dikarîbû ji zûde van tiştan bikin lê; kesên ku aştî dixwest, Erdogan ew avêtin hundiro, ew tecrîd kirin, xwest partiyên wan bigire, kayim şand ser şaredariyên wan, bi provokasyonan pevçûn gûr kiri û bi gotian ‘terorê’ gel tirsand û xwest dengan bidest bixe. Hîna jî vê dike.”
Halkımıza sözümüz olsun, çatışmadan beslenen Erdoğan rejimi sonrasında PKK'nin Türkiye'de tümüyle silah bırakması için elimizden geleni yapacağız ve mutlaka başaracağız.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) April 13, 2023
TBMM'de usulünce, hukuk çerçevesinde sorunlarımızı çözüp büyük toplumsal barışı kesinlikle sağlayacağız.
1/4
“Bila baweriay we bi sextekaran neye, aştî û aramî pêkan e. PKKyê biryara çalakiyê da û derî ji çareseriyê re vekir. Lê bi israr provokasyon tên kirin. Bila Xwedê biparêze, ji bo bandorê li hilbijartinê bikin, hin kes dikarin hewl bidin xwînê birijînin. Em ê bi hev re baldar bin û em ê neyên lîstokan jî.
“Tikaye ji bîr nekin, em aştî û demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin bi hev re, wekhev û bi biratî/xwişkîtî bijîn. Partiya Kesk û Çep jî wê bêhtir ji bo vê kar bike. Ji bo dengan bila baweriya we ne bi derewkarên gel bera ber hev didin, sextekaran neye, bi me bawer bibin. Em ê bi hev re û teqez biser bikevin.” (NT/FD)