Di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat destpêkirin de derbarê 106 kesî de biryara desteserkirinê hat dayîn û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hat desteserkirin.
Piştî operasyonê nirxê lîreyê Tirk li beramber tevahî pereyê biyaniyan ket xwarê.
Dolar bû 41,64 û euro jî bû 44,88 Lîreyê Tirk. Her weha di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem gramek zêr 4 hezar lîreyî derbas dike.
Lê piştre dolar daket 38an û ewro jî daket 42an. Li gorî aborînasan, kêmbûn piştî midaxeleya Banka Navendî pêk hatiye.
(HA/AY)