TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 486
Wezîrê dadê li ser şandina kayyûman daxuyanî da
Wezîrê Dadê li ser erkdarkirina kayyûman ku bibin serokên 28 şaredariyan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî dan.
11 Îlon 2016
Hat îdiakirin ku ji bo Şaredariya Kopê kayûmek hatiye erkdarkirin
Qeymiqamê Kopê telefonî Şaredariya Kopê kiriye, gotiye:’’Ji bo şaredariya we kayûmek dê bê erkdarkirin, nivîsa fermî dê piştî nîvro bê şandin.’’
9 Îlon 2016
Polêsan êrişî çalakiyên Egitim Senê kirin: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Egitim Senê li dijî jikarderxistina bi hezaran endamên xwe îro li gelek cihan çalakiyên şermezarkirinê lidarxisin. Di encama êrişên polêsan de li Amedê 70, li Mûşê jî 4 endamên Egitim Senê hatin binçavkirin.
9 Îlon 2016
Du xebatkarên Azadiya Welat hatine girtin
Du xebatkarên Azadiya Welat ên bi navê Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hatine girtin
9 Îlon 2016
Saziyên medyayê giliya Tirkiyeyê bi Konseya Ewropayê kir
Saziyên medyaya navneteweyî ji ber ku li Wezareta Werzişê dest danîn ser qeydên roportajê yê Deutsche Welleyê, giliya Tirkiyeyê bi Konseya Ewropayê kir.
9 Îlon 2016
Li hin taxên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Walîtîya Amedê, li heşt taxên Licê, sê taxên Hênê û du taxên [bi tirkî] Kocakoyê derketina derve qedexe kir.
9 Îlon 2016
Pûtîn û Erdogan derbarê agirbesta li Helepê de hevdîtin pêk anîn
Erdogan û Pûtîn derbarê şerê li Sûrî û beriya cejnê li Helepê ragihandina agirbestê de bi riya telefonê hevdîtin pêk anîn.
9 Îlon 2016
HRW: Zarokên penaber li Yûnanîstanê di şertên xerab de dimînin
HRWyê bi raporekê xwest ku divê zarokên mezinên wan ne digel wan bêsebeb neyên girtin û li girtîgehan nemînin.
9 Îlon 2016
AA: Ji bo şaredariyên Farqîn û Sûrê kayyûm hatin erkdarkirin
Li Amedê ji bo şaredariyên Sûr û Farqînê kayyûm hatine erkdarkirin. Wekîlên şaredaran diyar kirine ku ji bo wan teblîxat nehatine şandin û gotine ‘’em ew kesên gelî hilbijartîn, vê kiriyarê qebûl nakin.’’
8 Îlon 2016
Demirtaş bersiva Yildirim û Soylu da
Demirtaş derbarê gotinên Yildirim de got: “Dadgeh teblîgat dişînin. Lê helwesta me diyar e. Birina me ya bi darê zorê jî destê hêzên ewlehiyê de ye.”
8 Îlon 2016
Jiyan Oztûrka nexweş ji girtîgehê hat derêxistin
Jiyan Oztûrk dersdareka nexweşa epîlepsîyê ye ku li mêrdînê bi tometa ‘’endambûna rêxistinê’’ hatibû girtin. Oztûrk îro ji girtîgehê hat derêxistin.
8 Îlon 2016
MEB: 11 hezar û 285 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Wezareta Perwerdehiyê (MEB) di parbekirina li sert hesabê xwe yê twitterê de got: “11 hezar û 285 karmend ku têkiliya wan bi rêxistina terorî re henei ji wezîfeyê hatin dûrxistin.”
8 Îlon 2016
Daxuyanîya Çavûşoglûyî ya li ser operasyonên Reqqa û Mûsilê
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî ji bo operasyonên Reqqa û Mûsilê got: ‘’ Ne mûmkin e ku bêyî operasyoneka bejayî ji hewayê ve DAIŞ bê tinekirin, heta ku ne mûmkin e bê sekinandin.’’
8 Îlon 2016
Li zindanan jî greva birçîbûnê dest pê dike
Gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdor ku ji hêla 50 siyasetmedarên kurd ve li Amedê bi aramanca hevdîtina bi Ocalan re dest pê kiribû, didome. Ji hefteya bê şûnde wê li zindanan girtiyên PKKê û PJAKê jî dest bi gireva birçîbûnê bikin.
8 Îlon 2016
Li Antalyayê derbarê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn
Li Antalyayê derbarê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn û di nav wan parêzeran de Alîkarê Serokê Giştî yê ÇHDê Munip Ermiş, endamê berê yê ÇHDê Hakan Evcin û Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Antalyayê Lider Tanrikulu jî hene.
8 Îlon 2016
Canikli: Di operasyona Sûrî de 4 leşker û 16 jî OSOyî hatin kuştin
Alîkarê Serokwezîrî Canikli daxuyand ku di operasyona Sûrî de 4 leşker 16 jî OSOyî hatin kuştin.
8 Îlon 2016
Mêran di meha Tebaxê de 22 jin kuştine
Li gor rapora bianetê %23yê jinên hatîn kuştin û %17ê jinên bi giranî hatîn birîndarkirin, dixwestin ji mêrê xwe cida bibin. Êrîşên li jinên trans zêde bûne. Ji ber ku dibistan hatine girtin destdirêjiya li zarokên keç kêm bûne.
8 Îlon 2016
Çiçek Tahaoğlu
Rûsya: Em ji operasyonên Tirkiye û mûxalifên ew ku piştgiriya wan dikin bi fikar in
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Sûriyeyê çalakî û operasyonên leşkerên artêşa tirk û mûxalifên ku piştgiriya wan dikin bêhiqûq e û ew ji vê yekê bi fikar in.
7 Îlon 2016
Hunermendên di grevê de, behsa greva birçîbûnê kirin
Du hûnermendên ku ji bo hevdîtin digel rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) Abdullah Ocalanî re bên kirin di greva birçîbunê de ne ji bianetê re axivîn. Herdu hunermendên Berfîn Emektar û Nazim Hîkmet Çalişkan behsa sebebên ew ketine di grevê de, tiştên wan li wê derê dîtine û bandora kêşeyên kurdan a li ser hûnerê kir.
7 Îlon 2016
Helin Yıldırım
4 nobedarên weşanê jî gazî îfadedayînê hatin kirin
Rojnamegerên Mehmet Guç, Faruk Balikçi, Pîrê Elewiyan Hasan Hayrî Şanli û hunermend Deniz Turkalî ku beşdarê kampayaya nobedariya weşanê ya ji bo Ozgur Gundemê bûbûn, gazî îfadedayînê hatin kirin.
7 Îlon 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Polîsan 3 nivîskarên Rojnameya Yenîçagê desteser kirine
Ji ber hewildana derbekirinê ya 15ê Tîrmehê, ji bo lêpirsîna li ser cimaeta Fethûllah Gûlenî, polîsan sê nivîskarên rojnameya Yenîçagê, Servet Avci, Adnan Islamogullari û Yavuz Selim Demirag desteser kirine.
7 Îlon 2016
Amerîka: Herêma ji firînê re qedexekirî ti pirsgirêkê çareser nake
Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Rhodes ragihand ku pirsgirêkên heyî li her deverê Sûriyê ye û got: “Li gorî me tehsîskirina hezên leşkerî yên Amerîkayê ji bo avakirina herêma ji firînê re qedexekirî ti encameke bo çareseriyê pêk nayne.”
7 Îlon 2016
Akademîsyenên ji karî hatîn derêxistin: Em ê têkoşînê bidomînin
Du akademîsyenên ku ji Zanîngeha Kocaelîyê hatine derêxistin. Doç. Dr. Ozlem Ozkanê got: ‘’Em ji karê civakê bêne derêxistin jî, em ê israra ji bo aştiyê bidomînin.’’ Prof. Dr. Onur Hamzaoglûyî jî got: ‘’Em [têkiliya digel] xwendekarên xwe li Kocaeliyê nahêlin.’’
7 Îlon 2016
Beyza Kural
EFJê ji bo 2 nûçegihanên Evrenselê bang kir ku serbest werin berdan
EFJê ji bo nûçegihanên Evrenselê Cemîl Ugur û Halil Îbrahîm ku 15 roj in hatine binçavkirin û derbarê wan de ti agahî nayê dayîn de bang kir ku demildest serbest werin berdan.
7 Îlon 2016
DAIŞÊ li tanga TSKyê da, sê leşker mirine
DAIŞê li başûrê Çobanbeyê bi rokêtan êrîşî tangên TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) kirin, sê leşker hatine kuştin çar jî birîndar bûne.
7 Îlon 2016
DW: Wezîr Kiliç dest danî ser qeydên hevpeyvîna pê re
Deutsche Welleyê daxuyand ku wan ji bo bernameya xwe ya Conflict Zoneyê bi Wezîrê Werzişê Akif Çagatay Kiliç re li avahiya wezaretê hevpeyvîn kirine lê ji ber ku di wê hevpeyvînê de derbarê jikarderxistin û girtinên piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji Kiliç hatiye pirsîn, wezîfedarên wezaretê dest danîne ser qeydên hevpeyvînê.
6 Îlon 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rêxistinên ragihandinê yên navneteweyî li ser Tirkiyeyê daxuyaniyeka hevpar da
Yazdeh rêxistinên ragihandinê yên navneteweyî, li Stenbolê kom bûn û bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji ber Rewşa Awarte û Biryarnameyên Bi Hikmê Qanûnan, li ser medyaya serbixwe zordariyeka ‘’nedîtî’’ hatiye kirin.
6 Îlon 2016
DMME: Polîs û leşkeran welatî bêdad înfaz kirine
DMMEyê biryar daye ku leşker û polîsan di du operasyonan de, sê welatî bêdad înfaz kirine. Tirkiye dê ji ber ‘’binpêkirina mafê jiyanê’’ tezmînatê bide.
6 Îlon 2016
Ayça Söylemez
Li Wanê genim û kunciyên 2800 salî hatin dîtin
Li navçeya Payîzava ya Wanê di kolandina li Kela Çavuştepeyê genim û kunciyên 2800 salî hatin dîtin. Serokê ekîba kolandinê Doç. Dr. Rafet Çavuşoglu ragîhand ku eger reşbûyîna wan genîm û kuncîyan bî awayekî xwezayî pêk hatibe wê careke din hewl bidin ku ji nû ve were reşandin.
6 Îlon 2016
2 belavkarên Azadiya Welat hatin girtin
Di serdagirtina buroya Azadiya Welat de 11 xebatkarên rojnameyê ku hatibûn binçavkirin, 9 jê serbest hatin berdan, 2 rojnamegerên bi navên Arap Turan û Ferit Toprak hatin girtin.
6 Îlon 2016
Pûtîn: Em li bendê bûn ku Tirkiye operasyonekê li Sûriyeyê bike
Serokê Rûsyayê, Pûtînî gotiye: ‘’ Ji ber bûyerên li Sûriyeyê me pirsgirêkên li Tirkiyeyê didîtin. Ji bo ku mirov vê yekê fêm bike ne hewce ye ku analîst be.’’
6 Îlon 2016
Orhan Koçak hêjayî Xelata Erdal Oz ya Edebiyatê hat dîtin
Orhan Koçak yek ji pêşketî û rewşenbîrê edebiyata li Tirkiyeyê ye û îsal ew hêjayî Xelata Erdal Oz ya Edebiyatê hat dîtin.Erdal Oz damezirinerê Weşanên Canê ye û malbata wî her sal ji bo bîranîna wî merasîma Xelata Erdal Oz ya Edebiyatê lidar dixe. Îsal Orhan Koçak hêjayî xelatê hat dîtin.
5 Îlon 2016
1
...
484
485
486
487
488
...
495
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver