TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 440
Ozsoy: Erdogan ê ku di polîtîkaya derve de tenê dimîne tecrîtê datîne ser civaka sivîl
Nobeta Wicdan û Edaletê ya HDPyê li Parka Yogûrtçûyê di roja çarem de ye. Hişyar Ozsoy ê ku îro di civîna çapemeniyê de axivî, polîtîkayên derve û hundur ên AKPyê û Erdoganî rexne kir.
4 Tebax 2017
Amerîka: Nûçeya "ji bo YPGyê 900 TIR çek hatine şandin" ne rast e
Berdevkê Hêzên Hevpeyman ên li dijî DAIŞê têdikoşin, Albayê Ryan Dillonî eşkere kir nûçeya Ajansa Anadolûyê ya diyar kiribû ji bo YPGyê 900 TIR çek hatine şandin ne rast e.
4 Tebax 2017
Di Tîrmehê de 205 karker mirin e
Ji 205 kedkarên ku di meha Tîrmehê de mirin e 163 heb ji wan karker in. Her wiha 30 cotkar an jî xwediyên erdên biçûk û 12 jî esnaf, bi giştî 42 kesên li ser hesabê xwe kar dikirin di vê mehê de mirin e.
4 Tebax 2017
Jinan qirkirina Êzidîyan protesto kir
Bi banga Platforma Berxwedana ji bo Jinên Dîlgirtî jin siet 11ê kom bûn û qirkirina Êzidîyan protesto kir.
3 Tebax 2017
Ruken Kadıoğlu
Tûrhan Gunay û Weşanên Evrenselê wê xelata Voltaire bistînin
Yekîtiya Weşangerên Navdewletî ji bo ku balê bikişînin ser mercên zehmet yên derbarê azadiya xweîfadekirinê yên li Tirkiyê wê xelata Voltaire ya 2017ê bidin weşanger Tûrhan Gunayî û Weşanên Evrenselê ku di nava 30 weşanên di encama KHKyê de hatibûn girtin de bû.
3 Tebax 2017
Onder: Ji bo aştiya gelan têkoşîn heta ku kesek ji me bimîne wê berdewam bike
12 parlamenterên HDPyê di sêyem roja nobetê de bi paqijiya derdorê û kirina sporê dest bi rojê kirin. Onder îro di civîna çapemeniyê de axivî û got, nahêlin zêdetirî 60 kesan bikevin Parka Yogûrtçû yê.
3 Tebax 2017
HRW: Divê lêpirsînek ji bo mirovên li Enqereyê hatîn revandin bê vekirin
Dîrektorê Asyaya Navîn û Ewropayê yê HRWyê Williamsonî got: “Hin delîl hene ku rê dide em bifikirin rayedarên dewletê bi zorê ew bêserûşûn kirine.”
3 Tebax 2017
Sirri Sureyya Onderî ji bo Gulmen û Ozakçayî kurtefilmek çêkir
Kurtefilmê bi navê “Dijî”, behsa hişyarkirina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî ya di girtîgehê de ji hêla gardiyanan ve dike.
3 Tebax 2017
Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine
Di meha Tîrmehê de bi hêceta cilikên jinan ya kêm tûndkarî li sê jinan hatiye kirin. Di mehên havînê de li şûna dibistanan destdirêjî li qursên hînkirina Quranê hat kirin.
3 Tebax 2017
Çiçek Tahaoğlu
Dozgeriya Şirnexê biryara girtina rojnamegerê Fransî da
Polîsan rojnamegerê Fransî yê bi navê Loup Bureau li Deriyê Sînorî yê Xabûrê desteser kir, dozgerîyê biryara girtina wî da.
2 Tebax 2017
Parlamenterê HDPyê Lezgîn Botan piştî ku demekê desteserkirî ma serbest berdan
Parlamenterê HDPyê yê Wanê Lezgîn Botan li Balafirxaneya Ferît Melen a Wanê hat desteserkirin û piştî demekê biryara serbestiyê ji bo wî hat dayin.
2 Tebax 2017
Alî Garawî û Peter Steudtnerên mafparêz ji bo Girtîgeha Silîvrîyê hatin tehlîyekirin
Mafparêzên Idil Eser, Ozlem Dalkiran û Nalan Erkem ji bo Girtîgeha Silîvrîyê hatibûn şandin, piştî wan ji bo Alî Garawî û Peter Steudtnerî jî heman biryar hat dayin.
2 Tebax 2017
Çiçek Tahaoğlu
Mîthat Sancar: Qedexe heye, xerabiyê jî li ser zêde dikin
Parlamenterên HDPyê li Stenbolê bi paqijiya derdorê dest bi roja duyem a Wicdan û Edaletê kirin. Di nava rojê de wê meş û serdan ber bi Parka Yogûrtçûyê çêbibin.
2 Tebax 2017
2800 zarokên temenê wan ji 12yan heta 17yan di girtîgehan de ne
Li gorî bersiva ku Wezareta Dadê li ser pirsa Adiguzelî parlamenterê CHPyê daye, di girtîgehan de 2800 zarok hene ku temenê wan ji 12yan heta 17yan e. Herwiha ji 2013yê heta niha 13 zarok di girtîgehan de mirine ku 6an xwekuştine.
2 Tebax 2017
Walîtiya Enqereyê biryara qedexekirina çalakiyan derxist
Walîtiya Enqereyê çalakiyên li hemberî girtina Semîh Ozakça û Nûriye Gulmenê û yên ji bo piştevaniya wan kir hincet û biryar girt ku ji bo mehekê li Enqereyê hemû çalakî bên qedexekirin.
2 Tebax 2017
Zarokê wesayita zirxkirî lê dayî mir
Li Stenbolê wesayiteka zirxkirî ya polîsan li zarokekê ji Sûriyeyê da. Zarok ji bo nexweşxaneyê hat birin lê li nexweşxaneyê mir.
2 Tebax 2017
"Bijîşkên li Amedê hatin girtin bila serbest bimînin"
Odeya Bijîşkên Amedê û Şaxa Amedê ya SESê diyar kirin ku navnîşan û kargehên bijîşkên li Amedê hatin girtin aşkere bûn û her roj bi dehan nexweş derman dikirin, heke ku ji bo îfadeyê bang li wan bihata kirin ew ê biçûna.
1 Tebax 2017
Polîsan destûra ketina Parka Yogûrtçûyê tenê ji bo parlamenterên HDPyê dan
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ku HDPyê di 25ê Tîrmehê de li Parka Ekîn Ceren a Amedê dabû destpêkirin wê li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê berdewam bike. Polîsan tenê ji bo parlamenter û rêveberên Kadikoyê yên HDPyê destûra ketina Parka Yogûrtçûyê dan.
1 Tebax 2017
Tansu Pişkin
Li Amedê 2 leşker hatin kuştin
Li ser rêya di navbera Lice û Qulpê de teqeminay ku berê hatibû bicîkirin hat teqandin û di encamê de yek jê serdar du leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû.
1 Tebax 2017
Almanyayê ji YEyê daxwaz kir ku “fişara aborî li ser Tirkiyeyê zêde bikin”
Almanyayê ji YEyê re dokumanek şand û tê de daxwaz kir ku fişara aboriyê li ser Tirkiyeyê zêde bike û di çarçoveya gotûbêjên endamtiyê de lêkolînê bikin ku wê karibin alîkariyên darayî qut bikin an na.
1 Tebax 2017
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Tundkariya zayendî û ya bedenî li ser kêmendaman zêde dibe
Di 5 salên dawiyê de 391 bûyerên tundkariyê yên li hemberî kêmendaman di rojnameyan de belav bûn. Nîvê van bûyeran ji êrîşên zayendî pêk tên. Kesên ku êrîş pêk anîne yan ji malbatê ne, yan cîran û xizm yan jî erkdarê dewletê ne ku xizmetê didin kesên kêmendam.
1 Tebax 2017
Nilay Vardar
Serokê Diyanetê Gormez teqawid bû
Serokê Diyanetê Mehmet Gormez teqawid bû ku di Çiriya Paşiyê ya 2010ê de dest bi kar kiribû.
1 Tebax 2017
Biryara şandina 3 mafparêzan ji bo Girtîgeha Sîlîvriyê derket
Parlamentera CHPyê Selîna Dogan di dema serdana Girtîgeha Bakirkoyê de hîn bû ku wê Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran û Nalan Erkem îro şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.
31 Tîrmeh 2017
Çiçek Tahaoğlu
Li Urdunê êdî wê cezayên kujerên jinan nêyê kêmkirin
Li Urdunê baskê jêr ê parlamentoyê guhertina wê yaseyê qebûl kir ku cezayên kujerên jin bi hinceta "namûsê" dikuştin, kêm dikir.
31 Tîrmeh 2017
Dadgehê biryara xwe aşkere kir: 7 kes serbest in, 5 kes girtî man
Dadgehê biryar girt ku Guray Oz, Mûsa Kart, Bulent Ûtkû, Hakan Kara, Onder Çelîk, Mûstafa Kemal Gungor û Tûrhan Gunay bên berdan û Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Kadrî Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdû girtî bimînin.
31 Tîrmeh 2017
Elif Akgül
Leşkerên ku tundkarî li penaberan kirin hatin desteserkirin
4 penaberên ku dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Dîlokê bibin rastî tundkariya leşkeran hatin û hatin dersînorkirin. Leşkerên ku tundkarî li penaberan kirin hatin desteserkirin û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.
31 Tîrmeh 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Parlamentera HDPyê Besîme Konca serbest ma
Parlamentera HDPyê ya Sêrtê Besîme Konca ku 5 mehan girtî mabû û hatibe berdan, li ser îtiraza dozgeriyê du meh berê careke din hatibû girtin.
31 Tîrmeh 2017
Parlamentera HDPyê Ayşe Acar Başaran serbest e
Parlamentera HDPyê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran piştî li Êlihê hat desteserkirin û ji bo îfadeyê birin dadgehê, serbest ma.
31 Tîrmeh 2017
Dadgehê yekkirina doza Selahattîn Demîrtaş û Yasîn Borûyî red kir
Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya Duyem, daxwaza yekkirina doza Selahattîn Demîrtaşî û Yasîn Borûyî red kir.
28 Tîrmeh 2017
Doza Cumhuriyetê di roja pêncem de ye: Çavlirêye ku biryara demkî bê dayin
Li Dageha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê, 19 kes di roja pêncem de ji bo Doza Cumhuriyetê têne dadkirin, 12 kes ji wan di girtîgehan de ne. 11 kesên girtî xebatkar û birêvebirên rojnameya Cumhuriyetê ne û kesek bikarhênerê Twîtterê ye.
28 Tîrmeh 2017
Elif Akgül
DYAyê derbarê doza Cumhuriyetê de daxuyanî da
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Heather Nauetrtê diyar kir ku ew di asta balyoziyê de doza Cumhuriyetê dişopînin û ew ê di piştgiriya medyaya azad û sirbexwe de berdewam bin.
28 Tîrmeh 2017
Parêzera Ozlem Dalkiran û Nalan Erkemê li girtîgehê ew dîtin
Merîç Eyûbolûya parêzera Ozlem Dalkiran û Nalan Erkemê li girtîgehê ew dîtin. Dalkiran û Erkem dû mafparêz in ku li Girava Mezin a Stenbolê hatibû desteserkirin û paşê hat girtin.
28 Tîrmeh 2017
Çiçek Tahaoğlu
1
...
438
439
440
441
442
...
449
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver