İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 420
Ceylan Ertem û xizmên wendayan strana “Beni Bul Anne” gotine
Umît Kivançî ji bo hefteya 700î ya Dayîkên Şemîyê vîdeoyek amade kiriye û stranbêj Ceylan Ertemê tevlî Besna Tosun, Maşîde Ocak, Serpîll Taşkaya, İkbal Eren û xizmên wendayên ên din di vîdeoyê de, strana Ahmet Kayayî ya bi navê “Beni Bul Anne” gotiye.
17 Tebax 2018
Hefteya Modeyê ya Kurdistanê dê dest pê bike
Amadekarên Kurdistan Fashion Week(KFW, Hefteya Modeyê ya Kurdistanê) dane zanîn ku “2-4ê Îlonê, KFW dê bê pêkanîn.”
17 Tebax 2018
Murat Bayram
Trump: Em ê asta têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re kêm bikin
Serokê DYAyê Trûmpî bal kişandiye ser rewşa keşe Brunsonî û gotiye; “Ji bo serbestiya mêrekî bêguneh em ê ti teştekî nedin, em ê asta têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re kêm bikin.” Brunson li Tirkiyeyê mehkûmê malê ye.
17 Tebax 2018
Walîtîya Dêrsimê gotiye “şewat tine ye”, Ferhat Tûnçî vîdeoya şewatê belav kiriye
Walîtîya Dêrsimê ji bo nûçeyên ku derheqê şewata li Dêrsimê de gotiye “Ne rast in”. Ferhat Tûnçî jî piştî vê daxuyaniyê videoyek belav kiriye û gotiye: “Ger îspat bikin ev ne ya Dêrsimê ye ez ê lêborînê bixwazim”.
16 Tebax 2018
Li Semsûrê çar leşker hatine kuştin
Li Semsûrê çar leşker hatine kuştin, sê jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya Walîtiyê sê aşker bi guleyên hevalên xwe hatine kuştin.
16 Tebax 2018
YOK dê ji bo çûna leşkeriya bibedel destûrê bide xwendekaran
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û serokê Lijneya Xwendina Bilind(YOK) Prof. Dr. Yekta Saraç li ser pêvajoya çûna leşkeriya bibedel civiyane.
16 Tebax 2018
DYA: Bila Tirkiye sebra me nepîve
Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence û Berdevka Qesra Sipî Sarah Sandersê bertek dane Tirkiyeyê ku baca hin kelûpelên wan zêde kiribû.
16 Tebax 2018
Werin Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê dê 2yê Îlonê Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan li AtolyeBIAyê pêk bîne.
15 Tebax 2018
Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye
Ji bo parêzer Taner Kiliçî biryara tehliyeyê hatiye dayîn ku zêdetirî salekê ye girtî bû. Parêzerê wî Mûrat Dînçerî gotiye, “Girtina wî siyasî bû, serbestiya wî li gorî hiqûqê ye”.
15 Tebax 2018
Çiçek Tahaoğlu
Wezîra ticaretê: Me 553 milyon dolar li bacê zêde kirine
Wezîra Wezareta Ticaretê ya Tirkiyeyê, ruhsar Pekcan li ser cezayên Amerîkayê li Tirkiyeyê birî axivîye.
15 Tebax 2018
Daxwaza tehliyeyê ya ji bo Keşe Brunsonî nehatiye qebûlkirin
Dadgehê daxwaza tehliyeyê ya ji bo Keşe Brunsonî ret kiriye. Dadgehê her weha biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê ya Brunsonî jî ranekiriye.
15 Tebax 2018
11 bikarhênerên medyaya civakî hatine desteserkirin
Bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî, ji bajarên Dîlok û Konyayê 11 kes hatine desteserkirin.
15 Tebax 2018
“Ez ji ber boykotê IPhoneya xwe difiroşim”
Piştî ku serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan got “em ê berhemên elektronîk ên amerîkayê boykot bikin” hin welatiyan bi peyama “ez ji ber boykotê IPhoneya xwe difiroşim” îlana firotinê li malperên kirîn-firotinê danîye.
15 Tebax 2018
Baca hin kelûpelên ji DYAyê tên kirîn, ji sedî sed hatiye zêdekirin
Bi Biryarnameya Serokomariyê re, baca hin kelûpelên ku ji DYAyê tên kirîn ji sedî sed hatiye zêdekirin. Biryar di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin.
15 Tebax 2018
Bavîtî: Di gotinê de wek agirî ye, di kiriyarê de dike bikeve
Bavîtî ne karek e, navê wê têkiliya te ya bi zarokên te re ye... Ji ber ku hêj zû ve haya min ji vê yekê çêbû ez bi şans û siûd bûm.
15 Tebax 2018
Olkan Özyurt
Erdoğan: Em ê Berhemên Elektronîk yên DYAyê Nekirin
Pêşniyara recep Tayyîp Erdogan a ji bo bihabûna Dolaran a li hemberî TLyan boyqotkirina berhemên DYAyê û hilberandina berhemên ji wan baştir e.
14 Tebax 2018
Wezîrê karên derve: Rewşa keşeyê Amerîkayî wek xwe ye
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglû digel wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî civiyaye. Çavûşoglûyî gotiye rewşa keşeyê Amerîkayî wek xwe ye.
14 Tebax 2018
Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan a AtolyeBİAyê wê dest pê bike
Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan a AtolyeBİAyê wê di 7-8 û 9ê Îlonê de li Stenbolê çêbibe. Ji bo beşdariyê heta 31ê Tebaxa 2018ê hûn dikarin serî lê bidin.
14 Tebax 2018
Wêneyên rojnameger Zehra Doganê, bûne kartên pîrozbahiya cejnê
Gulistan Kiliç Koçyîgît Parlamentera HDPyê ya Mûşê wêneyên ku rojnameger û wênesaz Zehra Doganê xêz kirine çap kiriye û weke kartên pîrozbahiya cejnê ji siyasetmedarên girtî re şandiye.
14 Tebax 2018
Dayîkên Şemîyê ji bo hefteya 700î banî Galatasarayê dikin
Elmas Eren dayîka Hayrettîn Erenî, Zubeyde Tepe dayîka Ferhat Tepeyî, Emîne Ocak dayîka Hasan Ocakî û Sabrîye Maltu dayîka Mehmet Şîrîn Maltuyî ji bo hefteya 700î banî beşdariyê dikin.
14 Tebax 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
DYAyê firotina balafirên F35an a ji bo Tirkiyeyê daye sekinandin
Serokê DYAyê Trumpî îmze avêtiye bin wê yasayê ku firotina balafirên şer ên bi navê F35an ji bo Tirkiyeyê dide sekinandin.
14 Tebax 2018
Lêpirsîn ji bo 292 hesabên medyaya civakî hatiye destpêkirin
Wezareta Navxweyî aşkere kiriye ku di hefteya dawiyê de lêkolîn li ser 402 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û lêpirsîn ji bo 292 hesaban hatiye destpêkirin.
14 Tebax 2018
"Li Girtîgeha Tokatê pêlîstok qedexe ne"
Jinên ku bi zarokên xwe re li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dimînin, ji Gergerlîoglûyî re name şandine û gotine; “Piştî du mehan mamayan didin, heta ku didin kevn dibin. Pêlîstokên zarokan hatine qedexekirin. Qe ne be bila kursiyên mamaxwarinê bidin…”
13 Tebax 2018
Li Dîlokê karker ji kar têne avêtin
Piştî ku nirxê dolar û euroyî li hemberî pereyê tirkan zêde bû û vê rewşê bandora xwe li bihayê xaza siruştî û elektrîkê kir, li Dîlokê karkerên tekstîlê ji kar têne avêtin.
13 Tebax 2018
Wekîlê HDPyê yê kevin Berk û rêvebera partiyê Ozer hatine desteserkirin
Wekîlê HDPyê yê kevin Edîp Berk û endama Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatine desteserkirin.
13 Tebax 2018
Lêpirsîna "dolarî" li hesabên medyaya civakî hatiye vekirin
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê aşkere kiriye ku bi hinceta “manîpulasyonê li ser nirxê dolarî dikin û nêrîneke neyênî çêdikin” wan lêpirsîn ji bo 346 hesabên medyaya civakî dane destpêkirin.
13 Tebax 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Aborînasê Marksîst Samîr Amîn miriye
Aborînasê Marksîst ê Misrî Samîr Amîn di 86 saliya xwe de li Parîsê miriye.
13 Tebax 2018
Trump: Têkiliyên me vê gavê bi Tirkiyeyê re ne baş in
Serokê DYAyê Trumpî gotiye; “Di vê dema ku nirxê lîra tirkan li hember dolarê me bi lezûbezî dikeve, min destûr da ku bacên gumrikê yên ji bazirganîya berhemên alîmînyum û pola yên tirkan tên standin, du qat werin zêde kirin.”
10 Tebax 2018
CHPyê rêveberiya xwe ya nû ya navendî aşkere kiriye
Bulent Tezcan, berdevkê berê yê CHPyê di nava rêveberiya nû de cî negirtiye. Li şûna wî Faîk Oztrak bûye berdevk. Hejmara alîkarên serokê giştî derketiye 19an.
10 Tebax 2018
Li Ordûyê ji ber lehiyê kesek miriye
Li navçeya İkizce ya Ordûyê ji ber lehiyê kesê bi navê Bayram Sekmen miriye.
10 Tebax 2018
Erdogan: Heke ew xwedî dolar bin, yê me jî Xwedayê me heye
Serokomar Erdoganî diyar kiriye ku kampanyayên curbecur tên meşandin û wiha berdewam kiriye: “Heke ku yê wan dolarê wan hebe, yê me jî Xwedayê me heye.” Tebaxa 2017ê weke îro dolarek beramberî 4,67 lîreyên tirkan bû, lê vê sibê dolarek dike 6,20 lîreyên tirkan.
10 Tebax 2018
“Meclîs bila lêkolînê li ser êrîşa li Geverê bike”
HDP, İHD û ÖHPyê ji bo êrîşa li Geverê daxwaza avakirina komisyanê li Meclîsê kirin. Di wê êrîşê de Nûrcan Karakaya û kurê wê yê 11 mehî Bedirhan Karakaya miribûn.
9 Tebax 2018
1
...
418
419
420
421
422
...
429
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver