TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 410
Almanya: Rewşa Denîz Yucelî zerarê dide têkiliyan
Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Seibertî got, ew xebatên xwe yên ji bo serbestiya Denîz Yucel û welatiyên din ên Almanyayê berdewam dikin.
13 Sibat 2018
Ji ber parvekirinên li medyaya civakî 5 kes hatine girtin, 17 kes hatine desteserkirin
Pênc kesên ku ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatibûn desteserkirin hatin girtin. Hejmara wan kesên ku ji ber parvekirinên li ser Operasyona li ser Efrînê hatîn girtin bû 39.
13 Sibat 2018
Jiyana Pervîn Bûldanê: Ji mafparêziyê ber bi hevserokatiyê ve
Pervîn Bûldan piştî ku hevjînê wê hat kuştin û failê wî nehat diyarkirin tevlî rûniştina Dayikên/Mirovên Şemiyê bû û bi vî awayî jiyan û têkoşîna wê ya siyasî dest pê kir.
12 Sibat 2018
Ji ber Kongreya HDPyê lêpirsîn li Bûldan û Onderî hat vekirin
Serdozgeriyê derbarê Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê û parlamenter Sirri Sureyya Onderî de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye, pesnê sûc û sûcdarî kiriye û dijminatî û kînê di nava gel belav bike” lêpirsîn daye destpêkirin.
12 Sibat 2018
Di 23 rojên operasyona li ser Efrînê de çi bûye?
bianetê roj bi roj bûyerên bi Operasyona li ser Efrînê bûyîn şopandin. Me nûçeyên giring ên bianetê yên li ser operasyonê li vê derê berhev kirin.
12 Sibat 2018
Raşît Tukel û Taner Goren careke din dest bi wezîfeya xwe kirin
Raşît Tukel Serokê Konseya Navendî ya TTByê û Taner Goren Endamê Konseya Navendî careke din vegeriyan ser wezîfeya xwe ku ji ber hatibûn desteserkirin ji hêla Rektoriya Zanîngeha Stenbolê ve ji bo 3 mehan ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
12 Sibat 2018
TSK: Di Operasyona Efrînê de heta niho 31 leşker mirine
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) da zanîn ku heta niho di Operasyona li ser Efrînê de 31 leşker mirine, 143 leşker birîndar bûne.
12 Sibat 2018
474 kes ji ber parvekirinên li ser "Efrînê” yên li medyaya civakî hatine desteserkirin
Wezareta Karên Navxweyî, bi daxuyanîyekê eşkere kir ku 474 kes ji ber parvekirinên li ser “Operasyona Çiqilê Zeytûnê” û 192 kes jî ji ber protestokirina wê operasyonê hatine desteserkirin.
12 Sibat 2018
Pêşkêşvanê Akit TVyê rojnameya Cumhuriyetê tehdîd kir
Pêşkêşvanê Akitê di bernameyeka pêşkêşkirina nûçeyên rojnameyan de ji bo rojnameya Cumhuriyetê got “qetilkirina we mûbah* e.”
12 Sibat 2018
Polîsan, li Rûhayê 11 kes ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî desteser kirine
Li Rûhayê hêzên taybet ên polîsan 11 kes bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” desteser kirine. 11 kesên hatîn destserkirin li medyaya civakî fikrên xwe parvekirine.
12 Sibat 2018
Di du rojan de 12 leşker mirine
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) li Efrînê operasyonekê birêve dibe. Di 10ê sibatê de 11 û di 11ê Sibatê de leşkerek mirine.
12 Sibat 2018
Pevrîn Bûldan û Sezaî Temellî weke Hevserokên nû yên HDPyê hatin hilbijartin
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî di 3yemîn Kongereya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke hevserokên nû hatin hilbijartin. Demîrtaş di lîsteya Meclîsa Partiyê de di rêza yekem de bû.
12 Sibat 2018
Dadgeha Enqereyê biryara desteserkirina hevseroka HDPyê daye
Dadgeha Enqereyê ji bo lêpirsînekê biryara desteserkirina hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Serpîl Kemalnbayê daye.
9 Sibat 2018
Parlametoya Ewropayê Tirkiye şermezar kir ku parêzbendiya perlamentaran rakiribû
Parlamentoya Ewropayê civîneka bi navê “li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan” pêk avî. Di civînê de, Parlametoya Ewropayê Tirkiye şermezar kir ku parêzbendiya perlamentaran rakiribû. Tirkiyeyê diyar kir “ew biryar bêhikm e.”
9 Sibat 2018
Xelata Mafparêziya Sivîlan a 2018yê dan Mûrat Çelîkkanî
Hevdîrektorê Navenda Heqîqet Edalet û Bîrê Mûrat Çelîkkanî Xelata Parazvanên Mafên Sivîlan a 2018yê stand ku ji hêla Mafparêziya Sivîlan ve tê dayin.
9 Sibat 2018
Ji beriya Kongreya HDPyê, polîsan endamên HDKyê desteser kirine
Polîsan 10 kesên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) desteser kirin. Di nav desteserkiriyan de berdevkê HDKyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî heye.
9 Sibat 2018
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bûn namzetên Hevserokatiyê yên HDPyê
Beriya kongreya ku wê roja yekşemê (11yê Sibatê) çêbibe Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî weke namzetên Hevserokatiyê yên HDPyê hatin aşkerekirin.
9 Sibat 2018
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 13 jin û 2 zarok kuştine
Mêran di meha pêşiyê ya sala 2018yê de herî hindik 13 jin û 2 zarok kuştine. Herweha du mêr kuştine ku di dema kuştina jinan de li cem wan bûne.
8 Sibat 2018
Çiçek Tahaoğlu
Evîna ku ji bo sed salan mora xwe li sêvekê dide: Sêva Mêxekrêj
Koma çalakiyan a ciwanên kurd ên li Stenbolê, Chalak Events dê di bin çavdêrîya hûnermendê naskirî Seywan Saedianî de di roja evîndaran de atolyeya“Sêvên Mêxrêj” pêk bîne.
8 Sibat 2018
Weqfa Rooseveltî Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyî
Weqfa Rooseveltî ya Hollandayê, Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyê Berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û rapornivîsê bianetê.
8 Sibat 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di operasyona li ser Efrînê de 2 leşker mirin
Li herêma di navbera Çiyayê Darmik û bajarokê Bilbilê de êrîş li hemberî leşkerên Artêşa Tirkan hatiye kirin ku beşdarî operasyona li ser Efrînê dibûn. Di encamê de 2 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.
8 Sibat 2018
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya 2017ê: Saleka medya û nûçegihanan
122 rojnamegerên di girtîgehan de, desteserkirin, kuştin, tehdîd, astengkirina weşanê, DMME, DQB, RTUK, TCK, TMK, bêkarkirina rojnamegeran, di 37 rojên 2018ê de girtina 7 rojnamegeran berdana rojnamegerekê...
7 Sibat 2018
Erol Önderoğlu
Diêşe Rocky
Rocky rikberê xwe li erdê pan dike û di axavtina xwe ya şampiyoniyê de dibêje, “Helwesta we ya li hemberî min guherî. Ihtimala guhertinê ji bo me hemûyan heye. Ihtimal heye ku hûn jî biguherin.”
7 Sibat 2018
Hakan Bıçakcı
Ji ber parvekirinên li medyaya civakî 5 kes hatin desteserkirin
Cendirmeyan li Çeneqeleyê ji ber parvekirinên li medyaya civakî yên li ser operasyona li ser Efrînê çar kes desteser kirin, kesek reviya. Li navçeya Kuşadasiyê ya Aydinê jî polîsan kesek desteser kir.
7 Sibat 2018
Parlamenteriya Ferhat Encuyî hat betalkirin
Parlamenteriya Ferhat Encu Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat betalkirin, li gorî vê encamê hejmara parlamenterên HDPyê yên ku parlamenteriya wan hatiye betalkirin gihişte 7an.
6 Sibat 2018
Ali Erol û Sibel Tekin jî tê de 5 kes serbest bûn
Pênc kesên ku ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatibûn desteserkirin serbest hatin berdan. Wan kesên hatîn desteserkirin li ser operasyona li Efrînê fikrên xwe parve kiribûn.
6 Sibat 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ji destpêkê heta niho di operasyona li ser Efrînê de çi bûye?
bianetê roj bi roj bûyerên bi Operasyona li ser Efrînê bûyîn şopandin. Me nûçeyên giring ên bianetê yên li ser operasyonê li vê derê berhev kirin.
6 Sibat 2018
Neteweyên Yekbûyî: Divê demildest li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin
Neteweyên Yekbûyî(NY) eşkere kir ku mirovên li gelek herêmên Sûriyeyê dijîn “di rewşeka xeter de ne.”
6 Sibat 2018
10 bikarhênerên din ên medyaya civakî hatin desteserkirin
Wezareta Navxweyî aşkere kiribû ku ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê bi tohmeta “propagandaya terorê” 449 kes hatine desteserkirin. Li Konyayê bi heman hincetê vê sibehê 10 kesên din hatin desteserkirin.
6 Sibat 2018
Medyaya Ewropayê: Tirkiye û Hollanda li benda lêborînê bûn
Hollandayê eşkere kir ku wê bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Li gor rojnameya Financial Timesê Tirkiye li bendê bû Hollandê lêborînê bixwaze. Li gor medyaya Hollandayê jî Hollanda li bendê bû lêborîn ji wê bê xwestin.
6 Sibat 2018
Li Idlîb û Efrînê du leşker û karmendekê sivîl mirine
Li Idlîbê êrîş li çepera çavdêriyê ya TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirk) hatiye kirin di êrîşê de leşkerek miriye, pênc leşker û karmendekê sivîl birîndar bûne. Duhî jî leşkerek û karmendekê sivîl miribûn.
6 Sibat 2018
Dadgehê biryara serbestiyê ji bo doktorên TTByî derxist
8 doktorên ji Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) duh derketin pêşberî dadgehê û piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî biryara serbestiyê ji bo wan hat derxistin. 3 doktor roja înê bi heman şertî serbest mabûn.
6 Sibat 2018
1
...
408
409
410
411
412
...
419
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver