İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 408
DMME wê doza jêrzemînên Cizîrê nîqaş bike
DMME sibê wê derbarê kuştinên di jêrzemînên Cizîrê de çêbûne nîqaş bike ku beriya niha li Tirkiyeyê pêvajoya hiqûqê bê encam mabû. Parêzer Demîrî got, “Sibê li gel bingeha qanûnî ya qedexeyên derketina derve wê bê nîqaşkirin ku gelo li gorî hiqûqê bû yan na.”
12 Mijdar 2018
Ayça Söylemez
Li Californiayê 5 roj in ku daristan dişewitin, ji ber wê 31 kes mirine
Li dewleta Californiayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daristan dişewitin, heta niho 31 kes mirine 228 kes winda ne.
12 Mijdar 2018
PENa Tirkiyeyê: Zindanîkirina rojnamgeran nayê qebûlkirin
PENa Tirkiyeyê ji bo 15ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) Roja Nivîskarên Girtî peyamek weşandiye û gotiye ku zindanîkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin.
12 Mijdar 2018
Zêdetirî 150 hezaran kes duhî li Stenbolê beziyan
40. Maratona Vodafoneyê ya Bezê roja Yekşemê hatiye pêkanîn. Zêdetrî 150 hezaran kes beziyane. Du bezayên ji Kenyayê bûne yekem.
12 Mijdar 2018
Li Şirnexê êrişeke bombeyî pêk hatiye, du leşker mirine
Li Şirnexê li derdora Çiyayê Gabarê di dema operasyonê de bombeya ku bi destan hatiye çêkirin û li ser rê hatiye bicihkirin teqiyaye. Di encama teqînê de du leşker mirine, pênc leşker jî birîndar bûne.
12 Mijdar 2018
Atîlla Taş dîsa hat girtin
Dadgeha Îsnafê ya Stenbolê cezayê ji bo Atîlla Taşî pesend kiriye, polîsan ew li mala wî desteser kiriye û bi biryara dadgehê hat girtin.
9 Mijdar 2018
Ekin Karaca
Sê hezar kesên ji karî hatîn avêtin dê vegerin ser karê xwe
Di dema Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de bi hezaran kes ji karê wan hatibûn avêtin. Komîsyona Lênêrîna Rewşa Awarte diyar kiriye ku wan li 42 hezar daxwazan nêriye û biryar daye ku 3 hezar kes dê vegerin ser karê xwe.
9 Mijdar 2018
“Çîroka Tahir Elçî” bûye kitêb
Tahir Elçî mafparêz û parêzerek bû ku dema serokê BAROya Diyarbekirê bû, hatibû kuştin, Muharrem Erbeyê parêzer “çîroka jiyana wî nivîsîye.” Erbeyî gotiye her kes dipirsin ka Tahir çawa miriye lê min di kitêbê de nivîsî ka ew çawa jiyaye.
9 Mijdar 2018
Dadgehên Stenbolê çar akademîsyen dad kirine
Li du dadgehên Stenbolê çar akademîsyen hatine dadkirin, li Dadgeha Cezayên Giran a 36. a Stenbolê, dozgerê dozê xwestiye akademîsyenek bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinên terorî” ceyayî bistîne.
8 Mijdar 2018
Tansu Pişkin
Baskin Oran dê li IBVyê behsa qedexeyên li ser zimanê kurdî bike
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî(IBV) rêzesemîneran pêk tîne. Di semînera duyem de Prof. Dr. Baskin Oran dê biaxive.
8 Mijdar 2018
Leyla Îmretê Xelata Carl von Ossietzkyî standiye
Lîga Mafên Mirovan ji sala 1962yê ve li ser navê rojnamegerê Alman Carl von Ossietzkyî, xelatê dide mafparêzan. Xelata îsal Leyla Îmret û Ottmar Miles Paulî standiye.
8 Mijdar 2018
Kovara mûzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kiriye
Kovara mûzîkê ya xwerû bi kurdî, Ziryabê dest bi weşanê kiriye û jimara yekem li firoşgehan e.
8 Mijdar 2018
Li Tirkiyeyê çepgir ji înternetê û rastgir ji televizyonê li nûçeyan dinêrin
Zanîngeha Oxfordê û Enstîtûya Reutersî li 37 welatan ji 74 hezar kesan pirsên li ser medyayê kiriye û wek raporekê amade kiriye.
8 Mijdar 2018
Dema Hespên Serxweş(Herêma Kurdistanê, Iran): Şahesera ku kêm tê zanîn
BBC Cultureyê, ji bo diyarkirina fîlmên herî baş ên dinyayê yên ne-ingilîzî bi rexnegirên fîlman re rapirsînek amade kiriye. 12 fîlmên herî baş hatine hilbijartin yek ji wan fîlmeka kurdî ya bi navê “dema hespên serxweş e.”
8 Mijdar 2018
Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye
Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
7 Mijdar 2018
Ekin Karaca
Dadgehê îdianameya li ser karkerên Balafirgeha Stenbolê qebûl kiriye
Kakerên avakirina Balafirgeha Stenbolê ji bo di şertên mirovane de kar bikin li balafirgehê xwenîşandanek pêk anibû. Cendirme û polîsan karkerên xwe nîşan dayîn desteser kiribû, dozgerekî îdianameyek li ser karkeran amade kiriye û Dadgeha Stenbolê qebûl kiriye.
7 Mijdar 2018
Di hefteyekê de lêpirsîn li ser 142 kesan hatiye destpêkirin
Wezareta Karên Navxweyî rapora xwe ya hefteyane eşkere kiriye û diyar kiriye di hefteyekê de lêpirsîn li ser 142 kesên bikarhênerên medyaya civakî hatiye vekirin.
7 Mijdar 2018
Du jinên misilman bûne endamên Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê
Duhî hilbijêrên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) ji bo hilbijartina walîyan, endamên Meclîsa Nûneran û Senatoyê deng dane. Yekem car e ku jinên kurd bûne endamên meclîsa navborî. Rashida Tlaib û Ilhan Omar ji bo endametiya meclîsê hatine hilbijartin.
7 Mijdar 2018
DAIŞê li Iraqê ya kêm li 200 cihan mirov bi komî bin-ax kirine
Neteweyên Yekbûyî îro raporek weşandiye û tê de diyar kiriye lku DAIŞê li Iraqê ya kêm li 200 cihan mirov bi komî bin-ax kirine.
6 Mijdar 2018
Xelkê Amerîkayê dê endamên Kongreyê hilbijêrin
Welatîyên Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê dê îro bi hilbijartinê endamên Kongreyê hilbijêrin
6 Mijdar 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Wezaret: Ji bo avakirina Balafirgeha Stenbolê 30 karker mirine
Wezîrê veguhestin û plansaziyê yê Tirkiyeyê, Cahit Turhanî bersiva pirsên rojnamegeran daye û diyar kiriye ku ji bo avakirina Balafirgeha Stenbolê 30 karker mirine.
6 Mijdar 2018
Ji ber gotinên Alî Fîkrî Işikî yên “neçin leşkeriyê herin dîskoyê” doz lê hatiye vekirin
Alî Fîkrî Işik rojnamegerek e ku li ser fûtbola(tepa pêyan) dinivîse herweha ew bi wijdana xwe red dike ku biçe leşkeriyê wî nêrînên xwe li medyaya civakî nivîsîye dozgerekî doz lê vekiriye.
6 Mijdar 2018
Di meha Çiriya Pêşiyê de ya kêm 177 karker mirine
Di deh mehên sala 2018ê de 1640 ksrker mirine. Di meha Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) de 177 kes mirine 10 ji wan jin in 2 ji wan zarok in.
5 Mijdar 2018
Enflasyon giha asta herî bilin a salê: Ji sedî 25,24
Saziya Statîstîkan a Tirkan(TUIK) rêjeya Enflasyonê ji bo meha Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) eşkere kiriye, li gor par heman mehê enflasyon ji sedî 25,24 zêde bûye.
5 Mijdar 2018
Zarokên Kaşikçiyî: Em dixwazin termê bavê xwe veşêrin
Cemal Kaşikçi ew rojnameger e ku li Balyosxaneya Erebistana Siûdiyê hatiye kuştin lê termê wî nehatiye dîtin. Zarokên wî dixwazin termê bavê xwe veşêrin/binax bikin.
5 Mijdar 2018
Dema cezayê Amerîkayê dayî Îranê îro dest pê dike
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dabû zanîn ku piştî biryara îmzenekirina hevpeymana ji bo enerjiya nûkleer ceza dê li Îranê bê birîn. Dema cezayan îro dest pê dike.
5 Mijdar 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Otorîteriya dîjîtal zêde dibe
Freedom House rêxistineka azadiya fikirînê ye ku navenda wê li DYAyê ye, wê rêxistinê diyar kiriye ku pêl bi pêl li warên dîjîtal otorîterî zêde dibe.
2 Mijdar 2018
Panel: Bêcezatiya sûcên li dijî rojnamegeran
Bi beşdariya nûnerên bianet, Hewldana Li Dijî Sûcên Ramanê û P24ê wê panelek çêbibe. Di panelê de wê beşdar li ser rêyên têkoşînê yên li dijî çanda bêcezatiyê biaxivin. Panel wê bi rêya înternetê saet di 16.00ê bi awayekî zindî bê weşandin.
2 Mijdar 2018
Wezîrê karên navxweyî: Bi tûnkariyê 393 jin mirine
Wezîrê Karên Navxweyî, Sûleyman Soylûyî diyar kiriye ku ji par ve 393 jin bi tûndkariyê hatine kuştin. Li gor Rapora Tûndkariya Mêran ya bianetê: Mêran ji par ve 420 jin û 26 zarokên keç kuştine.
2 Mijdar 2018
Dozgeriyê lêpirsînnameyek ji bo parlamenter Cihangir İslamî amade kiriye
Derbarê Nazir Cihangir İslamî de bi tohmeta ku “Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê, sazî u dezgehêm dewletê biçûk xistiye” û “pesnê sûcî û sûcdarî daye” lêpirsînname hatiye amadekirin.
2 Mijdar 2018
Li Stenbolê ax hezaye û du kes mirine
Li bajarê Stenbolê li taxa Ûraniyeyê axa dora tûnelekê hezaye, du kes li bin axê mane û mirine.
2 Mijdar 2018
Şebnem Korur Fincani hêjayî “Xelata Aştiye ya Hessenê” hatiye dîtin
Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Seroka TİHVê û mafparêz hêjayî Xelata Aştiyê ya Hessenê hatiye dîtin.
2 Mijdar 2018
1
...
406
407
408
409
410
...
417
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver