İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 260
Ji ber ku ji Bahçeliyî re gotiye “xurifî” 5 hezar lîre ceza lê birîne
Ji ber ku ji Bahçelî, Serokê MHPyê re gotiye “xurifî” 5 hezar û 300 lîre cezayê pereyan li bikarhênerekî medyaya civakî birîne. Dadgehê biryar aşkere nekiriye û taloq kiriye.
2 Hezîran 2021
Ayça Söylemez
Heta niha li Tirkiyeyê 29 milyon û 255 hezar û 664 doz derziya Covid-19ê li mirovan xistine
Heta 1ê Hezîranê li Tirkiyeyê 16 milyon û 669 û 103 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 12 milyon û 586 hezar û 561 kesan doza 2yem, li ser hev 29 milyon û 255 hezar û 664 doz derzî hatine kirin.
2 Hezîran 2021
Gora Tahîr Elçî rûxandine
Gora Tahîr, Elçî, Serokê Baroya Amedê yê berê hatiye rûxandin.
2 Hezîran 2021
Serdozgerê Dadgeha Bilind: Em îddanameya HDPê ji nû ve amade dikin
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind gotiye, wan îddanameya HDPê ji nû ve amade kirine. Îddanameya HDPê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve nehatibû qebûlkirin.
2 Hezîran 2021
Duh 7 hezar û 112 kes bi Covid-19ê ketine, 129 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 220 hezar û 162 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 112 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 129 kes jî mirine.
2 Hezîran 2021
CFWIJ: 70 rojnamegerên jin rastî gef û tûndkariyê hatine
Hevpeymana Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) rapora xwe ya meha Gulanê weşandiye. Li gori raporê rojnamegerên jin herî zêde li Belarûs, Felestîn û Tirkiyeyê rastî gef û tûndkariyê hatine.
1 Hezîran 2021
Danişîna doza “qedexekirina lîstika Bêrûyê” pêk hatiye
Dadgeha Karûbarên Rêveberiyê wê di çend mehên pêşiya me de ji bo qedexeya lîstiya Bêrûyê biryara xwe aşkere bike.
1 Hezîran 2021
Dadgehê daxwaza girtina çawişê pispor Mûsa Orhan dîsa qebûl nekiriye
3emîn danişîna doza dadgehkirina Mûsa Orhan, çawişê pispor ku tecawiz li Îpek Erê kiribû û bûbû sedemê xwekuştina wê, îro pêk hatiye. Dadgehê daxwaza girtina Mûsa Orhanî qebûl nekiriye.
1 Hezîran 2021
Hunermend Yilmaz Çelîkî beraet kiriye
Hunermend Yilmaz Çelîkî bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” dihate dadgehkirin. Çelîk îro di encama dadgehkirinê de beraet kiriye.
1 Hezîran 2021
Festîvala Ciwanan a LGBTI+yan destpê kiriye
Festîvala Ciwanan a LGBTI+yan a 5an bi rêya Zoomê pêk tê. Komeleya LGBTI+yên Ciwan festîvalê li dar dixe.
1 Hezîran 2021
Dîrektorê Giştî yê WHOyê: “Xetere bi dawî nebûye”
Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê WHOyê gotiye ku “Ji bo şewba Covid-19ê bidawî bibe hê gelek kar hene” bangiye kir ku heta dawiya meha îlonê li seranserê cîhanê derziya Covid-19ê li 10 ji sed, heta dawiya salê jî li 30 ji sedê serjimara cîhanê bixin.
1 Hezîran 2021
Duh 6 hezar û 493 kes bi Covid-19ê ketine, 122 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 219 hezar û 461 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 493 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 122 kes jî mirine.
1 Hezîran 2021
Li Wanê careke din çalakî hatine qedexekirin
Walîtiya Wanê li nava bajêr heta 15 rojan hemû çalakî û bername qedexe kirine.
31 Gulan 2021
HDPyê ji Meclîsê xwestiye ku komîsyonekê ji bo Qetlîama Wartinîsê ava bike
Gulustan Kiliç-Koçyiğit, Parlamentera HDPyê pêşniyaznameyek pêşkêşî Meclîsê kiriye û xwestiye ku lêkolîna Qetlîama Wartinîsê bike.
31 Gulan 2021
“Di dema koronayê em pereyan deyn dikin û deynên xwe didin”
Penaberên sûriyeyî û rojavayî yên li Tirkiyeyê dijîn gotin ku ew di dema koronayê de nikarin kar peyda bikin. Penaberan diyar kir ku, ji bo debara xwe bikin ji nas û dostan deyn dikin û ji bo van deynan bidin, dîsa deynan dikin.
31 Gulan 2021
Mitra Demirel
Gultan Kişanak hêjayî “Xelata Rûmetê ya Clara Zetkînê” dîtine
Meclîsa Jinan a HDPyê biryara dana xelatê aşkere kiriye û wiha gotiye: “Li derve li hundir bi piştgirtina jinan em ê bi hev re têkoşîna xwe ya li dijî sîstema desthilatdariyê ya mêran dewam bikin.”
31 Gulan 2021
Duh 6 hezar û 933 kes bi Covid-19ê ketine, 134 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 218 hezar û 957 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 933 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 134 kes jî mirine.
31 Gulan 2021
Hejmara 9an a kovara "Folklora Me" derketiye
Di hejmara 9an a kovarê de dîsa nivîsên ji beşên curbicur yên folklorê hene.
29 Gulan 2021
Dadgehekê bi tohmeta ku “dozgerek kiriye hedef” ceza li Demîrtaşî biriye
Dadgehekî bi tohmeta ku Yuksel Kocaman, Serdozgerê berê yê Komarî yê Enqereyê “bi gotinên xwe kiriye hedef” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Selahattin Demirtaşî biriye.
28 Gulan 2021
"Leşker zorê li me dike da ku em gund vala bikin"
Li Gundê Şêxana Navçeya Payizava ya Wanê ji ber ku gundî Kana Mermerê naxwazin, leşker zorê li wan dike da ku gund vala bikin. Duh leşker û cerdevanan li ser gundiyan gule reşandine û desteserkirine. Gundiyan gotine: “Di bin çavdêriya leşker û cerdevanan de gom û tewleyên me hat rûxandin. Kêsên ku li dijî vê derketin gule li wan reşandin.”
28 Gulan 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
TIHV: Di 4 salan de 20 hezar kes hatine desteserkirin
Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, di navbera salên 2015-2019an de 4 hezar û 771 caran maf/azadiya xwepêşandan û civînan hatiye binpêkirin. 3 hezar û 102 xwendekarî dema mafên xwe yên azadiya xweîfadekirinê, birêxistinbûnê, xwepêşandan û civînê bikaranîne, mafên wan hatine binpêkirin.
28 Gulan 2021
Ji bo zimanê kurdî wê li sê bajaran mitîng pêk bên
Komîsyona 21ê Sibatê ya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî wê li Amed, Wan û Cizîrê mitîngan li dar bixe.
28 Gulan 2021
Cezayê girtîgehê yê nû li Jîmmy Laî, patronê medyayê hatiye birîn
Jîmmy Laî, patronê medyayê yê Hong Kongî di sala 2019an de ji ber ku tevlî xwepêşandanekî bêdestûr bûye 14 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
28 Gulan 2021
Almanyayê ji ber qirkirina li Namibyayê kiriye, lêborîn xwestiye
Almanyayê qebûl kiriye ku di dema dagirkirinê ya kolonyaliyê de li Namibyayê qirkirin pêk aniye. Soz daye ku ji milyar euroyî zêdetir piştgiriya darayî bide projeyên alîkariyê yên li vî welatî.
28 Gulan 2021
Dayik/Mirovên Şemiyê 26 sal in li xizmên xwe digerin
Dayik/Mirovên Şemiyê 26 sa in li xizmên xwe digerin. Dayik/Mirovê Şemiyê ji bo 26 saliya çalakiyên xwe qurnefîl dane Qada Galatasarayê û gotiye “Me soz daye kesûkarên me yên windakirî. Heta yê dawî were dîtin, em dest jê bernadin.”
28 Gulan 2021
Duh 8 hezar û 426 kes bi Covid-19ê ketine, 183 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 219 hezar û 465 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 426 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 183 kes jî mirine.
28 Gulan 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Parêzerê polîsê bersûc: “Miwekilê min roja bûyerê birojî bû”
Danişîna 4an a kuştina Alî el Hemdaniyê suriyeyî li Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Edeneyê dewam kiriye. Dadgehkirin wê 9ê Îlonê dewam bike.
27 Gulan 2021
Derbarê 11 parlamenterên HDPê de fezleke şandine meclîsê
Di qonaxa 27em de bi tenê hejmara fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de ji hezarî derbas bûne.
27 Gulan 2021
Dozgerî xwestiye Şahîn 34 caran bi cezayê miebeta girankirî bê cezakirin
Di 19em danişîna doza Qetlîama Pirsûsê de dozgerî xwestiya Yakûp Şahîn 34 caran bi cezayê miebeta girankirî were cezakirin. Dadgehkirin wê 29ê Îlonê dewam bike.
27 Gulan 2021
Di doza Şahîn Onerî de polîsê bersûc dîsa nehatiye girtin
Di doza Şahîn Onerî de daxwaza girtina polîsê bersûc yê bi navê Selahattîn K. carekê din nehatiye qebûlkirin. Selahattîn K. bi wesayîta bizirx li Şahîn Onerê 19 salî dabû û bûbû sedemê mirina wî.
27 Gulan 2021
Li Wanê gundiyan çêkirina kana mermeran protesto kiriye
Li Gundê Şêxan ê Payîzavaya Wanê leşker û cerdevanan gule bera gundiyên ku li dijî çêkirina kana mermeran derketine. 4 gundî jî desteser kirine.
27 Gulan 2021
Korkût Eken îddia kiriye ku ti têkîliya wî bi kuştina Adaliyî re nîne
Korkût Eken, fermandarê leşkeri yê berê ku tê îddiakirin ji faîlên kuştina rojnameger Kûtlû Adaliyî yek jê ewe, îddia kiriye ku ti têkîliya wî bi kuştina Adaliyî re nîne û gotiye, “Ez bi Atîlla Peker re çûm Qibrisê. Ma rayedarên dewletê û yekîneyên îstixbaratê nizanin?”
27 Gulan 2021
1
...
258
259
260
261
262
...
269
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver