İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 230
Koçberekî Kurd: “Heke ez ji sermayê bimirim, min li vir defin bikin”
Koçberên kurd li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ne û li bendê ne ku derî li ber wan vebin û ew biçin Ewropayê.
16 Mijdar 2021
Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 253emîn de ye
Lêgerîna Edaletê ya Malbata Şenyaşarî didome. Malbatê destnîşan kiriye û gotiye, "Ev bû 3 sal û 5 meh hêj li holê doz nîne. Kujer jî serbest digerin. Dozger tenê dayika ku li pey doza xwe ketiye didarizîne."
16 Mijdar 2021
Pêşengeha “Di Dema Jinan de Bîra Jinan” wê roja 20ê Çiriya Paşiyê destpê bike
Komeleya Dema Jinan ji bo tevlîbûna pêşangeha bi navê "Di Dema Jinan de Bîra Jinan" bang li her kesî kiriye. Pêşangeh wê di 20ê Çiriya Paşiyê de vebibe.
16 Mijdar 2021
Şaredariya Keçîorenê konsera Mem Araratî betal kiriye
Mem Araratî gotiye “Vê êvarê rayedarekî ji Şaredariyê li Zîz Muzîkê geriyaye û gotiye, ‘Me nedizanî di konsertê de dê stranên bi kurdî bêne strîn.”
16 Mijdar 2021
ÎHD: Bila cihê gora Seyîd Riza û yên hevalên wî aşkere bibin
ÎHDyê bang li wan partiyên siyasî kiriye ku li Parlamentoyê komên wan hene û xwestiye ku ji bo rûmeta wan li wan vegerînin qanûneke taybet were derxistin, cihên goran werin aşkerekirin û navê Dêrsimê lê vegerînin.
16 Mijdar 2021
Duh 23 hezar û 852 kes bi Covid-19ê ketine, 215 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 350 hezar û 933 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 852 kesan pozîtîf derketiye, 215 kes pê mirine.
16 Mijdar 2021
Li Amedê 14 siyasetmedar û sendîkavan hatine girtin
Endam û rêveberên HDPyê, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê jî tê de 14 siyasetmedar û sendîkavan hatine girtin. Piştî parêzeran li dijî biryara girtinê serî li dadgeheke bilind dane, dadgehê Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê tehliye kiriye.
15 Mijdar 2021
Doza îstismarê ya li Elmaliyê: Bersûcan beraet kiriye
Di doza îstismarê ya li Elmaliyê de M.A., dayîka zarokan, R.A., zirbav, û S.C.G., xalê zarokan beraet kirine. Her sê kes bi tohmeta ku “îstismara zayendî li zarokan kirine” û “eziyet dayînê” dihatin dadkirin.
15 Mijdar 2021
Israîliyên desteserkirî: Em ne sîxur in lê ajokar in
Hewldanên Israîlê yên ji bo her du welatiyên xwe yên li Stenbolê hatine desteserkirin, dewam dikin. Çapemeniya Israîlê ragihandiye ku, rayedaran gotiye “Em ditirsin Erdogan vê vegerîne fersendeke siyasî.”
15 Mijdar 2021
ISIG: Di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de herî kêm 1853 karker mirine
Li gorî rapora ISIGê di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm 165 karker mirine. Ji wan karkeran jê16 jin, 149 jî karkerên mêr bûne.
15 Mijdar 2021
Hunermend Ateş Alparî fotografê Osman Kavalayî li kolanên Stenbolê gerandiye
Hunermend Ateş Alparî ji bo balê bikişîne ser rewşa Osman Kavalayî, fotografekî wî li kolanên Stenbolê gerandiye.
15 Mijdar 2021
Di erdheja Îranê de 2 kes mirine, 17 kes birîndar bûne
Di erdheja eyaleta Hurmuzganê ya li Başurê Îranê de 2 kes mirine, 17 kes birîndar bûne.
15 Mijdar 2021
Xelatgirên Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrtî diyar bûne
Xelatgirên 11emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrtî aşkere bûne. Pêşbazî bi armanca bîranîna Şerzan Kûrtî ji aliyê Egîtîm-Sena Êlihê ve tê li dar xistin.
15 Mijdar 2021
Hejmara 6an a Bernamegehê derketiye
Di hejmara şeşan a Bernamegehê de nivîsa Occo Mahabadî ya bi navê “Sê Nifş, Sê Deng, Sê Jiyan”, ya Nîhat Gultekînî ya bi navê “Kurdên ku li Girtîgeha Edenê Hatine Darvekirin” û çendîn nivîsên din hene.
15 Mijdar 2021
Qaymeqamiya Fatîhê li Stenbolê stand upa bi Kurdî qedexe kiriye
Qaymekamiya Fatîhê bêyî ti sedemekê nîşan bide stand upa bi navê “Dawiya Dawî” qedexe kiriye.
15 Mijdar 2021
Êrişî gora Ahmet Kaya kirine
Li Parîs, paytexta Fransayê êrişî gora hunermend Ahmet Kaya kirine.
15 Mijdar 2021
Duh 21 hezar û 624 kes bi Covid-19ê ketine, 189 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 346 hezar û 642 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 624 kesan pozîtîf derketiye, 189 kes pê mirine.
15 Mijdar 2021
45 penaber şandine navendên dersînorkirinê
Rêveberiya Koçberiyê aşkere kiriye ku 45 penaberên di dema xwarina mûzan de vîdeoyên xwe girtine û ew li ser medyaya civakî weşandine, şandine navêndên dersînorkirinê.
12 Mijdar 2021
Vê hefteyê wê 8 fîlm bikevin vizyonê
Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.
12 Mijdar 2021
DISKê xwestiye “Di dahatê û bacê de edalet” hebe
Seroka Giştî ya DISKê Arzu Çerkezoglûyê gotîye ku desthilata sîyasî bihayê kedê erzan kirîye û polîtîkayên mezinbûnê bi rêya bêqîmetkirina TLyê, dide meşandin.
12 Mijdar 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Bi îdiaya “Biryarên bergiriyê yên Covid-19ê binpê kirine” beşdarên Newrozê ceza kirine
Bi îdiaya ku “biryarên bergiriyê yên Covid-19ê binpê kirine” 8 beşdarên Newroza Stenbolê bi cezayê pereyan ceza kirine.
12 Mijdar 2021
Li Meletiyê bi pileya 5.0an erd hejiyaye
Li Puturge(Şîro), navçeya Meletiyê bi pîleya 5.0an erd hejiyaye. Bandora wê li herêmên derdorê jî bûye.
12 Mijdar 2021
Komîsyona Rewşa Awarte: 37 serlêdanên din ên Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nebûne
Komîsyona Rewşa Awarte, Sevîlay Çelenk, Ûraz Aydin, Hakan Koçak, Fehmiye Ceren Akçabay, Ozlem Albayrak, Nîlgun Toker, Bahar Şîmşek, Adem Yeşîlyûrt jî di nav de 37 serlêdanên din ên Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nekiriye.
12 Mijdar 2021
Derbarê Lutfu Turkkan, Parlamenterê IYI Partiyê de fezleke hatiye amadekirin
Lutfu Turkkan, Parlamenterê IYI Partiyê ji ber ku li Çewlîgê ji welatiyek re dijûn dabû ji wekiliya serokê komê hatibû girtin. Bi daxwaza rakirina parêzbendiya parlamenteriya wî fezleke hatiye amadekirin.
12 Mijdar 2021
Polîsan afîşên Komkujiya Dêrsimê rakirine
Dozgeriyê afîşên salvegera Komkujiya Dêrsimê qedexe kiriye û polîsan ew afîş ji ser billboardan rakirine.
12 Mijdar 2021
Başak Demîrtaş û doktorê wê bi cezayê girtîgehê hatine cezakirin
Bi îdiaya ku “raporeke ne rast a tenduristiyê wergirtiye” dadgehekê Başak Demîrtaş bi cezayê girtîgehê ceza kiriye. Parêzerê Demîrtaşê gotiye, “Di van rojan de ku Başak Demîrtaşê dikin hedef, ev biryar ne tesaduf e.”
12 Mijdar 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 24 hezar û 899 kes bi Covid-19ê ketine, 197 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 356 hezar û 4 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 899 kesan pozîtîf derketiye, 197 kes pê mirine.
12 Mijdar 2021
Parêzerên HDPê giliyê heyeta dadgehê kirine
Parêzerên ku li HSKyê giliyê heyeta dadgeha doza Kobaniyê kirine, gotine: “Heyet wezifeya xwe li gorî qanûnan bikarnahîne û mafê me yê parastinê hat astengkirin.”
11 Mijdar 2021
Dadgehekê ji ber peyva “Kurdistan”ê hunermend Veysî Ermîş ceza kiriye
Ji ber peyva “Kurdistan”ê di strana wî de derbas bûye, dadgehekê hunermend Veysî Ermîş bi sal û 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye. Serokê heyeta dadgehê gotiye, “Em ji bo carekê te efû dikin.”
11 Mijdar 2021
Şûraya Dewletê: Biryarnameya Midûriyeta Emniyetê sînoran datîne li ber azadiyan
Şûraya Dewletê di biryara xwe de gotiye, biryarnameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê sînoran datîne li ber azadiyan. Li gorî vê biryarê wê biryarnameya Emniyetê pêk neyê.
11 Mijdar 2021
“Ji ber Covîd-19ê, 115 hezar û 500 xebatkarên tendûristiyê mirine”
Dr. Halîs Yerlîkaya, Endamê Konseya Navendî ya TTBê diyar kirîye ku heta niha li tevahiya cîhanê, 115 hezar û 500 xebatkarên tenduristiyê mirine. Yerlîkayayî behsa hijmara kesên ku ji ber vîrusê li Tirkiyeyê mirine kiriye û wiha gotîye, “Ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine jê sedî 35,2 doktor, sedî 13 dermansaz û sedî 6,7 hemşîre ne.”
11 Mijdar 2021
Dolar bûye 9,97 Lîreyê Tirk
Nirxê Lîreyê Tirk li hember dolar her diçe kêmtir dibe. Dolar bûye 9,97 Lîreyê Tirk.
11 Mijdar 2021
1
...
228
229
230
231
232
...
239
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver