İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 239
DFG: Di meha Îlonê de 50 rojnameger hatine dadgehkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Îlonê de derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li 7 rojnamegeran doz vebûye, li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn û 50 rojnameger hatine dadgehkirin.
5 Cotmeh 2021
Nûçeya bianetê ya astengkirina nûçeyekê hatiye astengkirin
Nûçeya bianetê ya astengkirina nûçeyekê ya derbarê şîrketa bi navê Met-Gun Înşaatê de jî hate astengkirin.
5 Cotmeh 2021
Ajansa Dermanan a Ewropayê doza 3em ya Pfizer/Bîontechê pesend kiriye
Ewropa li dijî şewba Covîd-19ê wê doza 3em ya vaksîna Bîontechê jî bikarbîne.
5 Cotmeh 2021
Li Rihayê 300 karkerên ku li kar hatine derxistin, dest bi nobetê kirine
Li Rihayê Ûgûr Tekstîlê bi hinceta KOD-18ê nêzîkî 300 karkeran ji kar derxistiye. Karkeran li ber kargehê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
5 Cotmeh 2021
Dûaa Mûhammed: “Ji bo xaniyî kirê bikim, ez nasnameya xwe vedişêrim”
Dûaa Mûhammed ji bo perwerdeya lîsansa bilind bike ji Dîlokê hatiye Stenbolê. Lê xwediyê xaniyan ji ber ku ew ji Sûriyeyê ye, xaniyên xwe bi kirê nedane wê. Ew jî neçar maye û careke din vegeriyaye Dîlokê.
5 Cotmeh 2021
Ferid Demirel
Duh 28 hezar û 810 kes bi Covid-19ê ketine, 248 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 352 hezar û 214 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 810 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 248 kes jî mirine, 411 hezar û 865 doz derzî hatine kirine.
5 Cotmeh 2021
Doza “Bîranîna Qetlîama Roboskiyê” taloq bûye
Ew doza ku ji ber “Bîranîna Qetlîama Roboskiyê” hatibû vekirin, careke din taloq bûye.
5 Cotmeh 2021
Ferhenga Felsefeyê ya bi kurdî çap bûye
Weşanxaneya Nayê Ferhenga Felsefeyê bi kurdî çap kiriye. Ferheng ji aliyê Alî Gurdilî, Felsefevan û Civaknas ve hatiye amadekirin.
4 Cotmeh 2021
Li Kabîlê Talîban û DAIŞê şer kiriye
Li Kabîl, paytexta Afganistanê hêzên Talîbanê êrişî cihê ku endamên DAIŞê lê dihewin, kiriye.
4 Cotmeh 2021
Zarokê ku xwestiye mîha xwe ji çala avê derxe, fetisiye
Dema bav û xwişka zarokê 12 salî dîtine ku di nava avê de diperpite, wan jî xwe avêtiye nava avê. Bav û xwişk paşê ji nava avê derketine û haya ji ekîban ji bûyerê çêkirine.
4 Cotmeh 2021
David Julius û Ardem Patapoutian di beşa tibê de bûne xelatgirê Nobelê
Xelata Tibê ya Nobelê ya 2021an wê bidin David Julius û Ardem Patapoutianî .
4 Cotmeh 2021
Serlêdanên Bernameya Qonaxa Payîzê ya Atolye BIAyê destpê kiriye
Di çarçoveya Bernameya Qonaxa Payîzê de di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de sê kargehên cûda yên Rojnamegerîya Bingehîn dê were pêkanîn.
4 Cotmeh 2021
OHD: Mafê jiyanê û yê tenduristiyê ji bo hemû kesan e
Gunturkê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye ji Komîsyona Girtîgehan a OHDyê ya Şaxê Stenbolê re gotiye, ûra di mejiyê wî de mezin bûye û doktorê/î ji wî re diyar kiriye ku “ji bo dermankirinê dereng maye, diviya bû ku berê midaxele lê bikirana.”
4 Cotmeh 2021
Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahîr Elçiyî wê were nûkirin
Di nava çar salan de bi hezaran zarok heftê carekê çûne ji vir ji xwe re pêlîstok hilgirtine û paşê anîne bi yeke din re guhertine. Pirtûkxane niha li bendî piştgiriyê ye.
4 Cotmeh 2021
Navê Denîz Poyrazê û Malbata Dedeogûllari li taxan kirine
Koma Meclîsa HDPê ya Şaredariya Bazîdê navê Denîz Poyrazê û Malbata Dedeogûllari li du taxên nû kirine.
4 Cotmeh 2021
Jimara 15an a Nûbihar Akademîyê derketiye
Kovara Nûbiharê ketiye sala xwe ya 8an û ji niha û pê de wê bi edîtoriyeke nû weşana xwe bidomine.
4 Cotmeh 2021
Duh 27 hezar û 351 kes bi Covid-19ê ketine, 194 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 348 hezar û 462 kesan hatine kirin û di encamê de testa 27 hezar û 351 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 194 kes jî mirine, 173 hezar û 855 doz derzî hatine kirine.
4 Cotmeh 2021
Di Îlonê de 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 6 rojnamegeran birîne
Li gorî rapora ‘Bedela Nûçeyan’ a Komeleya Rojnamegeran di meha Îlonê de doz li 4 rojnamegeran vebûye û lêpirsînname ji bo 6 rojnamegeran amade kirine.
1 Cotmeh 2021
Nûçeya bianetê ya derbarê Dilek Doganê de asteng kirine
Merîç Eyûboglû, parêzera bianetê li dijî biryara astengkirina nûçeyê serî li dadgehê daye.
1 Cotmeh 2021
HDP: Tiştê desthilat dike sûc e, bila Demîrtaş azad bibe
HDPyê diyar kiriye ku dema Konseya Ewropayê ya derbarê Demîrtaşî de daye Tirkiyeyê qediyaye. HDPyê xwestiye ku biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de demildest bicih bînin.
1 Cotmeh 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Malbata Şenyaşar bang li meclîsê kiriye: Bêedaletiyê rakin
Ferît Şenyaşar gotiye, “Ya yekemîn, em dixwazin birayê min ê bi awayekî bêhiqûqî girtiye bê berdan, ya duyemîn jî em dixwazin ku sûcê li dijî mirovahiyê yê li nexweşxaneyê hatiye kirin neyê nixumandin.”
1 Cotmeh 2021
Rojnameya Cûmhûriyetê 7 rojnameger ji kar derxistiye
Rojnameya Cûmhûriyetê rewşa aboriyê kiriye sedem û 7 rojnameger ji kar derxistiye.
1 Cotmeh 2021
Ogûzhan Asîlturk, Serokê Lijneya Şêwra Bilind a Partiya Saadetê koça dawî kiriye
Asilturkê ku bi gotinê xwe yên li dijî Peymana Stenbolê derdiket pêş, ji ber koronavîrûsê miriye.
1 Cotmeh 2021
Dadgeha Destûrî cara yekeme di kuştina jinekê de dewlet sûcdar kiriye
Dadgeha Bilind di civîna xwe ya 29ê Îlonê de biryar daye ku dewletê Serpîl Erfindik neparastiye û mafê wê yê jiyanî binpê kiriye. Parêzer Yelda Koçakê gotiye, “Tişta ku bi salane em dibêjin Dadgeha Destûra Bingehîn jî di dawiyê de gotiye.”
1 Cotmeh 2021
Duh 29 hezar û 104 kes bi Covid-19ê ketine, 216 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 357 hezar û 853 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 104 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 216 kes jî mirine, 366 hezar û 394 doz derzî hatine kirine.
1 Cotmeh 2021
Heyeta dadgehê ji ber 2 fotografan giliyê Abdurrahman Gokî kiriye
Heyeta Dadgehê ji bo 2 fotogarafên ku di dosyeya wî de nînin, biryar daye giliyê rojnameger Abdurrahman Gokî bike. Her weha ew dosye xwestiye ku Gokî di wê dosyeyê de beraet kiriye.
1 Cotmeh 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 206emîn de ye
Şahîn Tumuklu, Hevserokê Giştî yê ESPê serdana Malbata Şenyaşar a nobeta edaletê didomîne kiriye û wiha gotiye: “Ji bo ku em vê berxwedanê li her derê belav bikin, çi ji destê me were em ê bikin.”
30 Îlon 2021
Dadgehkirina mafparêzan wê 1ê Sibatê dewam bike
Li dadgehê wê Înan Kizilkayayî şahidî bikira lê ji ber ku di karantînayê de ye, nekarîbû beşdarî dadgehkirinê bibe.
30 Îlon 2021
Hikmet Adal
Rojnameger Mûrat Kûseyrî koça dawî kiriye
Rojnameger Mûrat Kûseyrî koça dawî kiriye. Kûseyrî li Tirkiyeyê ji bo gelek medyayên muxalîf kar dikir.
30 Îlon 2021
“Hurmetê bidin xweseriya laşî ya înterseksan”
Ji Kaos GLyê Dama Ûmût Ûzûn, nameya ku ji Tirkiyeyê Piştevaniya bi Înterseksan re îmze kiriye, wergerandiye tirkiyê.
30 Îlon 2021
Li Kerkûkê di nava 6 mehan de 50 jinan xwe kuştiye
Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê ragihandiye ku di 6 mehên destpêkê yên salê de 50 jinan xwe kuştiye û 286 bûyerên tundkariyê çêbûne.
30 Îlon 2021
Daniel Craigî cara dawiyê di rola “James Bondî” de lîstiye
Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê 5 jê xwemalî 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.
30 Îlon 2021
1
...
237
238
239
240
241
...
248
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver