İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 228
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê: 8 meh in agahî ji Îmraliyê nayê standin
Biroya Hiqûqê a Sedsalê, serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Beşa Mafên Mirovan daye û xwestiye rê li ber wan vebe ku bikaribin agahiyê ji Ocalan û miwekilên xwe yên din bistînin û hevdîtinê bi wan re bikin.
25 Mijdar 2021
IHDya Amedê: Li herêmê di 10 mehan de 30 jin hatine qetilkirin
Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê ya ÎHDê ragihandiye ku di encama tûndkariya mêran de li Amedê û bajarên derdora wê di nav 10 mehan de 30 jin hatine kuştin, 37 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin, 19 jinan jî xwe kuştine.
25 Mijdar 2021
Ji ber rewşa aboriyê xwenîşandan pêk hatine
Ji ber ku bihayê lîreyê tirkan li beramberî pereyên din kêm bûye, li Stenbol û çendîn bajarên din xwenîşandan pêk hatine. Xwepêşanderan sloganên “Hikûmet bila dest ji wezîfeyê berde” berz kirine. Li Stenbolê 57 kes desteser kirine.
25 Mijdar 2021
Duh 27 hezar û 592 kes bi Covid-19ê ketine, 175 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 364 hezar û 351 kesan hatine kirin û di encamê de testa 27 hezar û 592 kesan pozîtîf derketiye, 175 kes pê mirine.
25 Mijdar 2021
Dadgehê daxwaza gilîkirinê ya ji bo karmendên dewletê qebûl nekiriye
Di gel daxwaza guherîna heyetê, dadgehê danişîna dozê berdewam kiriye û daxwaza gilîkirinê ya derbarê karmendên dewletê de jî qebûl nekiriye. Polîsan êrişî Dayîkên/Mirovên Şemiyê kiribûn.
24 Mijdar 2021
Kuştina Mûsa Anterî: Dadgehkirin wê piştî 4 mehan dewam bike
Doza kuştina Mûsa Anterî li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kiriye. Heyeta dadgehê biryar daye ku dadgehkirin piştî 4 mehan dewam bike.
24 Mijdar 2021
Dîcle Anter: Ma ji bo dewletê gelekî zihmete ku ‘Yeşîl’î derxe hole?
Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter pêş danişîna doza bavê xwe weha got: “Dibêjin ku amûrên herî teknîk, herî baş yên cîhanê bi me re ne. Me bi firokeyên bê mirov(IHA û SIHA) qonaxeke nû vekir, em vê dikin û wê dikin. Van tiştan dibêjin, lê bila wê demê Yeşîl jî derxin holê. Ma ji bo dewletê gelekî zihmete derxe hole ku ‘Yeşîl’î sax e an miriye.”
24 Mijdar 2021
Hikmet Adal
Ji ber çîrokeke Gogolî lîstikeke şanoyê ya bi kurdî amade kirine
“Poz” wê roja 10ê Kanûna Pêşiyê li Zanîngeha Şirnexê û 24ê Kanûna Pêşiyê jî wê li Zanîngeha Dîcleyê were lîstin.
24 Mijdar 2021
“Li 7 herêman 7 mîtîngên hevpar çêbikin”
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) bang li muxalefetê kirîye ku mîtîngên hevpar çêbikin û banga îstifayê li hikûmetê bikin.
24 Mijdar 2021
Rojnameger Emrûllah Acar bi şertê kontrola edlî serbest bûye
Rojnameger Emrûllah Acarê ku ji 19ê Çiriya Paşiyê û vir ve desteserkirî bû, bi “endambûna rêxistinê” dihate tohmetkirin.
24 Mijdar 2021
Wezaret wê lêpirsîna Şaredariya Bolûyê bike
Wezareta Karûbarên Hundir, ji ber biryarên cidaxwaz ên derbarê penaberan de wergirtine, wê lêpirsîna Şaredariya Bolûyê bike.
24 Mijdar 2021
Mêran di 326 rojan de 285 jin kuştine, 711 jin birîndar kirine
Mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 23ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de ango di nava 326 rojan de herî hindik 285 jin kuşine, tundkarî herî hindik li 711 jinan kirine.
24 Mijdar 2021
Evrim Kepenek,Ege Öztokat
Polîs û cendermeyan li Licê li rojnamegeran dane
Polîs û cendermeyan li Licê, navçeya Amedê, nûçegîhana Jin Newsê, Derya Ren û ya Ajansa Mezopotamyayê, Eylem Akdagê asteng kirine û derb li wan dane. Rojnamegeran li Liceyê bernameya jinan a li ser goristanê dişopandin.
24 Mijdar 2021
Duh 28 hezar û 170 kes bi Covid-19ê ketine, 208 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 365 hezar û 412 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 170 kesan pozîtîf derketiye, 208 kes pê mirine.
24 Mijdar 2021
Dadgehê polîs bi 4 sal û 5 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye
Dadgehê ji ber ku bi wesayita zirxkirî pê li Şahîn Onerê 19 salî kiriye û ew kuştiye, polîs bi 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye.
23 Mijdar 2021
Hesen Xêrî Beg: Lehengekî dîrokî yê heqê wî xwarine
Berhevkar Ayhan Erkmenî li ser çîroka Parlamenter Hesen Xêrî Begî vîdeo 12 deqîqeyan amade kiriye. Hesen Xêrî Beg bi sedema “Serhildana Şêx Seîdî”, di 23ê Çiriya Paşiyê ya 1925an de li Elezîzê hatiye darvekirin.
23 Mijdar 2021
DMMEyê ji bo 427 dadger û dozgeran Tirkiye ceza kiriye
DMMEyê ji bo serlêdana 427 dadger û dozgerên ku di sûcê “FETO”yê de hatine girtin biryar daye ku mafên wan hatiye binpêkirin. DMMEyê ji ber vê yekê bi 2 mîlyon û 135 hezar Euroyî tezmînat li Tirkiyeyê biriye.
23 Mijdar 2021
Banga tevlibûnê ji bo doza Dayikên/Mirovên Şemiyê kirine
Dayikên/Mirovên Şemîyê wê di 24ê Çiriya Paşîyê de careke din werin dadgehkirin.
23 Mijdar 2021
Erdogan: Yaw wê hilbijartina pêşwext nebe
Serokomar Erdoganî gotiye: “Yaw wê hilbijartina pêşwext nebe, Hezîrana 2023yan! Ev nizanin bi kê re dimeşin, ew çû. Ew roj derbas bûn. Karê qebîleyên hov e ku her ji 15-20 mehan carekê hilbijartinekê li dar bixe.”
23 Mijdar 2021
Ji bo 13 parlamenterên HDPê 16 fezleke pêşkeşî meclîsê kirine
Ji bo parêzbendiya wan rabe derbarê 13 parlementerên HDPê de 16 fezlekê amade kirine. Fezlekeyên parêzbendiyê pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kirin e.
23 Mijdar 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Biryarên Komîsyona Rewşa Awarte nayên qebûlkirin”
Komeleya BİRARADAyê gotiye ku serlêdanên bi dehan akademîsyenên endamên komeleya wan jî nehatine qebûlkirin.
23 Mijdar 2021
Li Bolûyê şaredarî wê avê bi dolaran bifiroşe biyaniyan
Meclîsa Şaredariya Bolhuyê biryarên cidaxwaz ên Şaredarê Bolûyê, Tanjû Ozcanî dane, bi pirdengî qebûl kiriye. Li gorî van biryaran wê li Bolûyê metrekupa avê bi 2 dolar û nîvan bifiroşin biyaniyan.
23 Mijdar 2021
Dema desteserkirinê ya rojnamager Emrûllah Acarî 4 roj dirêj bûye
Dema desteserkirinê ya rojmaneger Emrûllah Acar, Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê ku di19ê Çiriya Paşiyê hatibû desteserkirin, 4 roj hatiye dirêjkirin.
23 Mijdar 2021
Duh 24 hezar û 856 kes bi Covid-19ê ketine, 193 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 361 hezar û 5 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 856 kesan pozîtîf derketiye, 193 kes pê mirine.
23 Mijdar 2021
Kadîr Înanir emeliyat bûye: Rewşa wî baş e
Nexweşxaneya Zaningeha Pamûkkaleyê aşkere kiriye ku Kadîr Înanir emelîyat bûye. Lîstikvan Jûlîde Kûralê derbarê rewşa tenduristiya Kadîr Înanirî de wiha gotiye, “Piştî emelîyatê di rewşa tenduristiya Înanirî de tu tiştek neyînî nehatiye tespîtkirin.”
22 Mijdar 2021
“Rayedarên dewletê yên ku faîl veşartine bila werin dadgehkirin”
Komîsyona Parêzerên Doza 10ê Çiriya Pêşiyê, Qetlîama Enqereyê gotiye ku faîlên rast ên qetlîamê û rayedarên dewletê yên berpirsiyariya wan heye, bi zirxê necezakirinê tên parastin.
22 Mijdar 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
AKP: Ji bo hilbijartina pêşwext bibe ti sedemek nîne
Alî Îhsan Yavûz, Cîgirê Serokê Giştî ê AKPê gotiye, “Li Tirkiyeyê ne mimkune ku hilbijartina pêşwext çêbibe. Ma êdî mimkûn e? Ji aliyê teorîk ve her tim mimkun e, lê ji bo ku bibe ti sedemek nîne.”
22 Mijdar 2021
UNIVDER: Biryarên Komîsyona Rewşa Awarte ne hiqûqî ne
Komeleya Dersdarên Zanîngehan gotiye ku biryarên Komîsyona Rewşa Awarte yên derbarê akademîsyenan de “aşkere ye ku siyasî ye”.
22 Mijdar 2021
Dadgehê 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Nûrcan Yalçinê biriye
Di çarçoveya operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de derbarê rojnameger Nûrcan Yalçinê de bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Yalçinê biriye.
22 Mijdar 2021
Li Bûlgaristanê Radev careke din bûye Serokkomar
Li gorî encamên destpêkê, li Bûlgaristanê di dora duyem a hilbijartina serokomariyê de Rumen Radev careke din hatiye hilbijartin.
22 Mijdar 2021
“345 zarok û 780 pitik bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin”
Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê, Tûran Aydoganî gotiye ku ji bo zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin wan daxwaza guhertina qanûnan kiriye, lê desthilatê bersiv nedaye van daxwazan.
22 Mijdar 2021
Ûgûr Kaymaz li ser gora xwe hatiye bibîranîn
Ûgûr Kaymaz di 21ê Çiriya Paşiya 2014an de li Qoserê, navçeya Mêrdînê bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hatibû qetilkirin. Herdu di salvegera mirina xwe de li ser gorên xwe hatine bibîranîn.
22 Mijdar 2021
1
...
226
227
228
229
230
...
237
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver