TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 93
“Malbata Erdoganî ji bo bacê kêm bide pere şandine dewletekê”
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî dekontên şandina pereyan nîşan dan û diyar kir malbata serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo bacê kêm bide pere şandine dewleteka bi navê Manê.
28 Mijdar 2017
Doza Zarrabî îro wê bi rê ve biçe
Di doza ku Reza Zarrab tê dadgehkirin de Zarrab êdî ne di nava gumanbaran de ye û wê tenê rêveberê Halkbankê Mehmet Atîlla bê darizandin. Daneşîn îro saet di 17:30 deqîqeyan de li New Yorkê wê çêbibe û duh 18 jûrî ji bo dozê hatin hilbijartin.
28 Mijdar 2017
Erdogan: Esad jî PYD-YGPyê li ser maseya çareseriyê naxwaze
Serokomar Erdoganî dema ji Soçiyê vedigeriya di balafirê de axivî û diyar kir ku divê hemû aliyên li Sûriyeyê li ser maseya çareseriya siyasî bin û lê got ku helwesta wan a li hemberî “rêxistinên terorê yên weke PYD-YPG”yê zelal e.
24 Mijdar 2017
DYA: Me berê jî guhdariya heman çîrokê ji Tirkiyeyê kiribû
Nûnera Wezareta Karên Derve ya DYAyê Nauertê derbarê wan îdiayan de axivî ku tê gotin DYA li Tirkiyeyê plana darbeyê dike û got: “Şîroveyên ku dibêjin DYA darbeyê plan dike şîroveyên eletewş in û ez wisa difikirim ku ew jî vî tiştî dizanin.”
22 Mijdar 2017
Komisyona Têkel daxwaza "Xistina Parlamenteriya Zanayê" kir
Komisyona Têkel a ji endamên komisyonên Dadê û yên Destûra Bingehîn ên Parlamentoyê pêk tê daxwaz kir ku Parlamenteriya Leyla Zanayê Parlamentera HDPyê ya Agiriyê bikeve. Beştaşa HDPyî got, “Sedem esas ne bêberdewamî ye, gotina ‘Milletê Tirkiyeyê ye’.”
21 Mijdar 2017
Ismaîl Kahraman ji bo cara duyem bû Serokê Parlamentoyê
Parlamenterê AKPyê yê Stenbolê Ismaîl Kahraman di tûra sêyem a dengdayîna li Parlamentoyê weke serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Namzetê din ê AKPyê Tamir Dagli periya tûra sêyem namzetiya xwe betal kir.
21 Mijdar 2017
“Doza Sarrafî dozeka sîyasî ye”
Berdevkê serookomariyê Ibrahîm Sarrafî eşkere kir ku doza Reza Sarrafî ku li Amerîkayê tê dadkirin dozeka siyasî ye. Kalinî got Tirkiye mecbûra standina enerjiya ji derve ye û divîya me peymana ji bo enerjiyê bi Îranê re bikiriya.
21 Mijdar 2017
Pûtîn û Esad li Soçiyê civiyan
Pûtîn û Esad beriya ku sibê serokên Tirkiyê, Rûsya û Îranê werin ba hev li Soçiyê civiyan. Her du serokan pêşketinên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
21 Mijdar 2017
Li Almanyayê hevdîtinên koalisyonê têk çûn, hilbijartina pêşwext di rojevê de ye
Hevdîtinên avakirina hikumeteke koalisyonê yên çend heftene bi rêve diçin têk çûn ku di navbera Partiya Merkel Serokwezîra Almanyayê û Partiyên Demokratên Xiristiyan, Demokratên Azad û Keskan de çêdibûn. Partiya Çepan banga hilbijartina pêşwext kir.
20 Mijdar 2017
NATO: Heke ku Tirkiye S-400an bikire wê nikaribe teknolojiya NATOyê bikar bîne
Grant, Alîkarê Şêwirmendê Hêzên Hewayî yê DYAyê got ku, heke Tirkiye sîstema berevaniya hewayî ya bi navê S-400ê bistîne dê gîhandina wê ya teknolojiya NATOyê bê sînordarkirin.
17 Mijdar 2017
Di rojeva wezîrên Yekîtîya Ewropayê de kêmkirina bûtçeya alîkariya Tirkiyeyê heye
Wezîrên darayî yên dewletên li Yekîtîya Ewropayê îro ji bo diyarkirina bûtçeya 2018ê kom bûn. Di rojeva wezîran de kêmkirina bûtçeya ji bo arîkariya Tirkiyeyê jî heye.
17 Mijdar 2017
Reza Zarrab beşdarî civîna dadkirinê nebûye
Reza Zarrabê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) girtî ye duhî beşdarî civîna dadkirina xwe nebû. Ji bo standina agahiyên li ser Zarrabî Tirkiyeyê nota dabû DYAyê.
17 Mijdar 2017
Dadgeha Dûstûrî serlêdana Gulser Yildirim Parlamentera HDPyê ret kir
Serlêdana Gursel Yildirim Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn ve nehat qebûlkirin. Dadgehê beriya niha bi çar salan biryar girtibû ku girtitiya Balbay Parlamenterê CHPyê “mafê hilbijartin û hilbijirînê binpê dike.”
16 Mijdar 2017
“Rewşa Reza Zarrabî baş e”
Wezîrê dadê Bekir Bozdagî eşkere kir, rayedarên Amerîkayê ji wî re gotine rewşa Reza Zarrabî baş e. Şeş roj bûn ku agahî ji Reza Zarrabî nehibû standin.
16 Mijdar 2017
Tirkiyeyê li ser Reza Zarrabî agahî ji Amerîkayê xwestine
Salek û nîv e ku karsazê ji Tirkiyeyê Reza Zarrab li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) hatiye girtin û agahî jê nehatiye standin li ser vê yekê, Tirkiyeyê daxwaza agahîyan kiriye.
16 Mijdar 2017
Yildirim Parlamentera HDPyê di dosyayekê de tehliye bû, lê wê girtî bimîne
Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di doza xwe ya “propagandeya rêxistina terorê û teşwîqkirina gel a ji bo serhildanê” tehliye bû lê ji ber doza wê ya “endamtiya rêxistina terorê” girtî ma.
15 Mijdar 2017
Ekin Karaca
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborînê kir
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborîna fermî kir û xwest ku rastiyên derbarê qetlîamê bi raya giştî re par ve bikin, ci û warên windayan lêkolîn bikin û ji bo kesên ku mirine merasîma yadkirinê bê çêkirin.
15 Mijdar 2017
Parlamenterê AKPyê: Divê mafê jiyanê nedin van akademisyenan
Parlamenterê AKPyê Kavcioglûyî ji bo akademisyenên aştîxwaz got, “Li ti welatê mafê jiyanê nadin yek ji van akademisyen, siyasetmedar û rojnamegerên ku ev belavok îmze kirine.”
15 Mijdar 2017
BBC: HSDyê 250 DAIŞî bi rengekî ewle ji Reqqayê derxistine
BBCyê îdia kir ku 250 DAIŞî ji hêla hêzên HSDyê û koalisyona di bin serpereştiya DYA û Ingiltereyê de tevlî sivîlan ji Reqqayê hatine derxistine.
14 Mijdar 2017
Di sêyemîn daneşînê de jî biryara tehliyekê derneket
Di sêyemîn daneşîna doza medyayê ya hewldana darbeyê de jî biryara tehliyeyê derneket ku 17 kes tên dadgehkirin. Di destpêka daneşînê de heyeta dadgehê axavtina parêzerên Altanan asteng kirin û ew ji salonê avêtin.
13 Mijdar 2017
Elif Akgül
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rûsya, DYA û Urdinê ji bo “çareseriya siyasî” ya li Sûriyeyê li hev kir
Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin, Vladimir Putin Serokdewletê Rûsyayê û Donald Trump Serokê DYAyê di wê mijarê de li hev kirine ku divê çareseriya li Sûriyeyê ne leşkerî lê siyasî be.
13 Mijdar 2017
Piştî CHP, HDP û MHPyê AKPyê jî namzetê xwe diyar kir
Piştî ku CHPyê Zekeriya Temîzel û HDPyê jî Selma Irmak ji bo Serokatiya Parlamentoyê weke namzet nîşan da, MHPyê jî Celal Adan kir namzetê xwe. AKPyê jî namzetê xwe diyar kir. Namzetê AKPyê dîsa Serokê Parlomentoyê Îsmaîl Kahraman e.
13 Mijdar 2017
DMMEyê dîsa wextê xweparastina Tirkiyeyê dirêj kir
Tirkiye ji ber girtina parlamenterên HDPyî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) tê dadkirin. Dadgehê bû cara 3yê ku wextê xweparastinê ji bo Tirkiyeyê dirêj kir. Tirkiye dê di 24ê Çiriya Paşiyê de xwe biparêze.
8 Mijdar 2017
DYA: Em ê pêşiyê vîzeyê ji bo saxlemî, perwede û alîkariya mirovî bidin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) piştî ku biryar da ew ê bi awayekê sînorkirî vîzeyê bide welatiyên Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve eşkere kir, ew ê pêşiyê vîzeyê ji bo saxlemî, perwede û alîkariya mirovî bidin.
8 Mijdar 2017
Amerîka dê bi hejmareka sînorkirî vîzeyê bide welatiyên Tirkiyeyê
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) eşkere kir: Tirkiyeyê ew piştrast kiriye ku Tirkiye dê pêvajoya hiqûqî ji bo xebatkarên berpirsiyarîyên Amerîkayê neke. Tirkiyeyê ev yek red kir.
7 Mijdar 2017
Li Erebistana Siûdiyê helîkoptera ku kurê welîahtê berê tê de bû ket
Li nêzîkî Yemenê helîkoptereke Erebistana Siûdiyê ket. Mansûr bîn Mukrîn kurê Mukrîn bîn Abdulazîz di encama qezayê de mir ku Kral Salmanî ew ji welîahtiyê derxistibû.
6 Mijdar 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgehekê serokê Katalonyayê û 4 wezîrên wê serbest berdan
Îspanyayê biryara girtinê ji bo serokê Katalonyayê û 4 wezîrên berê yên wê derê li hemiya Yekîtîya Ewropayê dabû derêxistin. Dadgeheka Belçîkayê biryara serbestberdana wan da.
6 Mijdar 2017
Redkarê Wijdanî 1486 TL ceza stand
Qeymiqamiya Akorenê ya Konyayê bi sebeba Burak Ozgûner neçûye eskeriyê 1486 TL(Lîreyên Tirkan) ceza da wî.
3 Mijdar 2017
Ekin Karaca
Dadgeha Madrîdê biryara girtina heşt wezîrên Katalonyayê da
Hikûmeta Îspanyayê heşt wezîrên Katalonyayê ji karî derêxistin, Dadgeha Madrîdê biryara girtina wan da.
3 Mijdar 2017
Osman Baydemîrî “têbênîya” li ser Demîrtaşî ji perlamanê pirsî
Parlementerê Rûhayê, Osman Baydemîrî têbînîya Wezareta Dadê ya li ser Selahattîn Demîrtaşî ji perlamanê pirsî.
2 Mijdar 2017
Wezareta Dadê “Nivîsa Demîrtaşî” ji dadgehê re şand, HDPyê bertek nîşan da
Parlamenterên HDPyê bertek nîşanî wê nivîsa Wezareta Dadê dan ku tê de ji bo Demîrtaş Hevserokê Giştî yê HDPyê gotiye “girtiyê di pozisyona milîtanî de”. Wezaretê her wiha xwest ku Demîrtaş nebin daneşîna dozê.
1 Mijdar 2017
Dadgeha Stenbolê biryara girtina Osman Kavalayî da
Dadgeheka Stenbolê biryara girtina Osman Kavalayê karsaz da.
1 Mijdar 2017
1
...
91
92
93
94
95
...
102
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver