TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 94
28 nivîskar wê pirtûka Demîrtaşî îmze bikin
28 nivîskar wê di Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê de pirtûka Selahattîn Demîrtaşî ya çîrokan ji bo xwendevanan îmze bikin ku Weşanên Dîpnotê pirtûk çap kiribû.
31 Cotmeh 2017
800 hezar sal in ku rêjeya karbondîoksîtê ewqas zêde nebûye
Li gorî daneyên Rêxistina Meteorolojiya Cîhanî, li atmosferê rêjeya karbondîoksîtê di sala 2016yê de gihiştiye wê radeyê ku 800 hezar sal in nehatiye dîtin.
31 Cotmeh 2017
Barzanî: Ez qebûl nakim ku dema erka min bê dirêjkirin
Mesûd Barzanî Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ji Parlamentoyê re nameyek şand û diyar kirr ku ew ê erka serokatiyê ya di 1ê Çiriya Paşiyê de diqede berdewam neke.
30 Cotmeh 2017
Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand
Rêveberiya Katalonyayê bi awayekî yekalî biryara serxwebûnê ragihand ku di heman saetan de hikûmeta Îspanyayê ji bo belavkirina rêvberiya Katalanan di civînê de bû. Piştî biryarê li Parlamentoyê sirûda Katalanan hat xwendin. Piştî vê biryarê Madrîdê rêveberiya Katalanyayê belav kir.
27 Cotmeh 2017
DYA dokumanên suîqesta Kennedy parve dike
2 hezar û 891 dokumanên derbarê suîqesta John F. Kennedy Serokê berê yê DYAyê li ser înternetê par ve kirin. Hin dokuman bi hinceta ewlekariya neteweyî nehatin aşkerekirin.
27 Cotmeh 2017
Polîsan parêzerên ÇHDyî desteser kirin ku doza Somayê dişopînin
Polîsan li Îzmîrê 6 parêzerên ÇHDyî desteser kir, ji bo parêzerekî biryara zeftkirinê heye. Yeşîlê ÇHDyî diyar kir ku parêzerên rastî operasyonê hatine, doza Somayê dişopandin.
27 Cotmeh 2017
Ayça Söylemez
Serokê HDPyê yê Hopayê nivîskar Cemîl Aksû hat girtin
Cemîl Aksû yê bi hevjîna xwe Nûrcan Vayîç Aksûyê re 19ê Çiriya Pêşiyê hatibû desteserkirin û serbest mabû, li ser îtiraza dozgeriyê duh ji hêla dadgehê ve hat girtin.
26 Cotmeh 2017
Hewlêrê pêşniyara 'cemidandina encamên referandûmê' kir
Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ji hikûmeta navendî ya Iraqê re ragihand ku ew amade ne encamên referandûmê “bicemidînin”. Hewlêr her wiha pêniyara agirbest û destpêkirina diyalogê kir.
25 Cotmeh 2017
Li dibistaneke Şirnexê axavtina bi Kurdî hat qedexekirin
Li Şirnexê li ser dîwarê dibistaneke seretayî nivîsa “Ez ê bi Kurdî neaxivim” hat nivîsandin. Wêneyê nivîsê ji hêla malbata xwendekarekî ve hat kişandin. HDPê mijar ji Wezîrê Perwerdeya Milî İsmet Yilmazî pirsî.
24 Cotmeh 2017
Malbata Onur Yaser Canî dê beşdarî dadkirina fermandarê polîsan bibe
Fermandarê polîsên îşkence li Onur Yaser Canî kirî bi doza FETO/PDY tê dadkirin, malbata Canî dê beşdarî dadkirinê bibe.
24 Cotmeh 2017
Ayça Söylemez
Dadgehê biryara serbestiyê ji bo rojnameger Omer Çelikî da
Di doza ku rojnameger Öğreten, Çelik, Kanaat ên girtî û Yoksu, Sargin û Okatanê de Çelik serbest ma. Öğreten û Kanaat wê girtî bên dadgehkirin.
24 Cotmeh 2017
Elif Akgül
Dadgeha Bilind a Şêwirmendiyê îtiraza ji bo Sûrê qebûl kir
Lijneya Saziyên Îdarî ya Dadgeha Bilind a Şêwirmendiyê daxwaza temyîzê ji bo îlankirina “herêma metirsîdar” û biryara “îstimlaqkirin(ji-dewletê-re-mal-kirin)”ê ya Sûrê qebûl kir.
24 Cotmeh 2017
Elif Akgül
Katalanan banga çalakiyên bêîtaatiya sivîlan kirin
Krîza di navbera Madrîd û Barcelonayê her diçe kûrtir dibe û di vê demê de Katalanan gavek din avêt. CUP Partiya Çep bang li welatiyan kir ku çalakiyên “bêîtaatiya sivîlan a girseyî” li dar bixin. Parlamentoyê biryar girt ku roja pêncşemê kom bibe.
23 Cotmeh 2017
Li Herêma Kurdistana Iraqê hilbijartin hatin bipaşxistin
Li Herêma Kurdistana Iraqê hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiyê hatin bipaşxistin.
23 Cotmeh 2017
Merkel: Di mijara kêmkirina alîkariyên malî de me li hev kir
Di lûtkeya serokên YEyê de alîkariyên malî yên ji bo Tirkiyeyê û rewşa gotûbêjan hat nîqaşkirin. Merkelê aşkere kir ku wan li ser kêmkirina alîkariyên malî li hev kirine. Lûtke wê îro berdewam bike.
20 Cotmeh 2017
Wezîrê Dadê Gul: Hevdîtinên vîzeyê erênî bûn
Wezîre Dadê Gulî got ku hevdîtinên vîzeyê erênî bûn û wiha axivî, “Heke ku niyete xerab tune be, ez li bende me ku di çarçoveya hiqûqa normal de, di çarçoveya dîplomasiyê de derbarê vîzeyan de hin pêşketinên erênî rû bidin”.
19 Cotmeh 2017
Osman Kavala hat desteserkirin
Karsaz û aktivîstê civaka sivîl Osman Kavala di dema vegera ji Dîlokê de, li Stenbolê hat desteserkirin ku ji bo civîna projeyekê çûbû Dîlokê.
19 Cotmeh 2017
Bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistineka terorî” doz li Ferhat Tûnçî hat vekirin
Serdozgeriya Stenbolê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistineka terorî” doz li Ferhat Tûnçî vekir.
18 Cotmeh 2017
YBŞ, HPG û KCKyê ji bo Kerkûkê daxuyanî belav kirin
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Hêzên Parastina Gel (HPG) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê operasyona artêşa Iraqê û pozisyona xwe ya nû de daxuyanî belav kirin.
18 Cotmeh 2017
Iraqê banga diyalogê li Herêma Kurdistana Iraqê kir
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî got ku pêvajoya referandûmê li paş maye û banga diyalogê li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê kir. Mesûd Barzanî destnîşan kir ku encamên referandûmê wê têk neçin.
18 Cotmeh 2017
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Amerîka: Em naxwazin bêyî ku delîl hebin xebatkarên me bêne girtin
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku hê jî Tirkiyeyê ji bo girtina xebatkarên wan ti delîl nîşan nedaye.
18 Cotmeh 2017
HSDyê kontrola Reqqayê bi temamî bidest xist
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî şerê çar mehan kontrola bajarê Reqqa yê Sûriyeyê ji destê DAIŞê derxist ku DAIŞê ev der weke paytext ragihandibû.
17 Cotmeh 2017
Trump: Em li Iraqê bêalî ne
Serokê DYAyê Donald Trumpî got ku, DYA di pirsgirêka navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de bêalî ne û ew ne razî ne ku şer di navbera wan de hebe.
17 Cotmeh 2017
Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de ji bo hikûmetê ev mijar hatin pêşniyarkirin: Bila rewşa awarte dirêj bibe, bila Tirkiye qada xwe ya asmanî ji Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê re bigre û deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl radestî Iraqê bike.
16 Cotmeh 2017
“Divê dema Halê Awarte neyê dirêjkirin”
Komeleya Mafên Mirovan encamên bûyerên di dema Halê Awarte de eşkere kirin.
16 Cotmeh 2017
Wezareta Pêşmerge: Em ê li hemberî operasyona Kerkûkê bêdeng nemînin
Şengalî Wekîlê Wezareta Pêşmerge û Wezîrê Karên Derve Yê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê got, ew ê li hemberî wê operasyonê bêdeng nemînin ku hêzên Heşdî Şebî li hin deverên stratejîk ên Kerkûkê dane destpêkirin.
16 Cotmeh 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Girtîgehê kitêba Selahattîn Demîrtaşî qedexe kir: Dibe ku şîfre tê de hebin
Girtîgeha Amedê dest danî ser kitêba hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş ya bi navê “Seher.”
16 Cotmeh 2017
“Xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê û parêzerên wî dê hev bibînin”
Xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê, Metîn Topûz û parêzerên wî hev nedîtine, wezîrê dadê diyar kir ku ew dê hev bibînin.
12 Cotmeh 2017
Xwendekarên ku li Zanîngeha Stenbolê hatibûn desteserkirin serbest man
67 xwendekarên ku li Zanîngeha Stenbolê di yadkirina 10ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbest man.
12 Cotmeh 2017
“Em bi Çavûşoglûyî re li ser mijarên em ji ber wan di fikarê de ne axivîn”
Wezîrê karên derve, Mevlût Çavûşoglû bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî re axivî.
12 Cotmeh 2017
Dadgehê wergêr Meşale Tolû tahliye nekir
Doza pêşiyê ya wergêr Meşale Tolûyê birêve çû ku dema ji bo ETHAyê wergêrî dikir hatibû girtin. Dadgehê biryara berdewamiya girtîtiya Tolûyê da ku di heman demê de hemwelatiya Almanyayê ye.
12 Cotmeh 2017
“Em hêvî dikin têkiliyên me yên bi Amerîkayê re normal bibin”
Serokwezîrê Bînalî Yildirim di civîna walîyan de li ser rojeva Tirkiyeyê axivî.
11 Cotmeh 2017
1
...
92
93
94
95
96
...
103
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver