İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 6
Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijar û geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.
22 Îlon 2026
Li Turgutluyê êrîşa bi çekê: Xwendekarekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê, li nêzî Lîseya Sanayî û Teknolojiyê ya Înci Uzmezê êrîşeke bi çekê pêk hat. Xwendekarekî jiyana xwe ji dest da.
22 Îlon 2026
Nasnameya 2 PKKiyên ku li Kilyosê hatibûn veşartin hat tespîtkirin
Nasnameya Zehra Kisaoglu û Suheyla Kaya yên PKKî ku cenazeyên wan ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û li Kilyosê li peyareyê hatibûn veşartin, hatin tespîtkirin.
21 Îlon 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya di warê hiqûqê bi daxuyaniyekê bal kişand ser neheqî û êrişên li dijî Abdullah Ocalan tên kirin.
21 Îlon 2026
Parêzvanên xwezayê: Guh bidin dengê zanistê, divê Zîlan bê parastin
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, Platforma Jîngeh û Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li Kanyona Koçkopriyê ya Zîlanê li dijî xebatên Projeya Kanala Avdanê ya Payê daxuyaniyek da.
21 Îlon 2026
İdris Yılmaz
Ferhat Yaşar
nûçe
Baroya Stenbolê dê hilbijartina xwe pêk bîne: 5 namzet û 2 hevpeyman hene
Baroya Stenbolê ji bo serok û rêveberiya xwe ya nû diyar bike, dê di 24-25ê Cotmeha 2026an de biçe ser sandoqan. Di baroyê de mafê 68 hezar û 220 parêzeran heye ku dengê xwe bidin. Her weha berendam û hevpeymanên dikevin hilbijartinê aşkere bûn.
18 Îlon 2026
Ferhat Yaşar
Komeleya Lêkolînên Kurdî wê dersên kurmancî, kirmanckî û soranî bide
Bernameya Komeleya Lekolînên Kurdî ya dersên kurdî ya serdema payîza 2026an wê di 1ê Cotmehê de dest pê bike. Dersên kurdî wê bi rûbirû û online bên dayîn.
18 Îlon 2026
Operasyona tîryakê: Aras Bulut İynemli û Melis Sezen jî di nav de 18 navdar hatin desteserkirin
Di lêpirsîna "madeyên hişbir" a ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Bakırkoyê ve tê birêvebirin de, ji bo 18 navdaran biryara desteserkirinê hat dayîn.
18 Îlon 2026
Rêveberên emniyetê yên 39 bajaran guherîn
Bi biryara Serokkomariyê re di teşkilata navendî û bajarî ya Rêveberiya Giştî ya Emniyetê de di gelek erkan de guherîn hatin kirin.
18 Îlon 2026
Arîf Guran dê ji bo keça xwe Narînê dest bi meşa edaletê bike
Arîf Guran dê Amedê dest bi meşa xwe bike. Meş dê bi qasî 40 rojan bidome. Her weha meş wê li Enqereyê li ber Kuliyeya Serokkomariyê bi dawî bibe.
18 Îlon 2026
Lêpirsîna Kaşîf Kozînoglû: Hasan Atîlla Ugur jî di nav de ji bo 4 kesan biryara desteserkirinê hate dayîn
Di lêpirsîna mirîna endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglû de, derbarê 4 kesan de biryara desteserkirinê hate dayîn.
17 Îlon 2026
Li Stenbolê di operasyonên li dijî LGBTÎ+yan de 20 kes hatin girtin
Li Stenbolê di çarçoveya operasyonên li dijî mafparêz û rêxistinên LGBTÎ+yan de ji kesên hatibûn desteserkirin jê 20 kes hatin girtin. 14 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
17 Îlon 2026
Sûriye: Li Dêrezorê gel bihayê sotemeniyê protesto dike û karkerên petrolê mûçeyên xwe dixwazin
Nêzî 8 mehane mûçeyên karkerên Qada Petrolê ya El-Omarê nadin. Ji ber vê yekê karker du roj in rêya ber bi qada petrolê ve diçe, digirin. Di 13ê Îlonê de jî piştî bihayê sotemeniyê zêde bû li seranserê Sûriyeyê xwepêşandanan destpê kiribûn. Bertekên ji bo krîza mûçeyan û bihabûna jiyanê bûn yek.
17 Îlon 2026
Donald Trump: Ez hêvî dikim ku em ber bi dawiya şer diçin
Serokê DYAyê Donald Trump destnîşan kir ku Tehran ji bo peymanê çêbike rasterast pêwendî bi wan re daniye.
17 Îlon 2026
İdris Yavuz
nûçe
"Divê zarokên Kurd mafê xwendina bi zimanê dayîka xwe bi dest bixin"
Li Erdîşê, li ber Rêvebiriya Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê çalakiyek hat li dar xistin. Mamosteyê zimanê Kurdî û endamê rêveberiya ARSİSAyê Mecit Sargut got: "Kurdî divê ne wek derseke bijarte, wek zimanê perwerdehiyê bê pejirandin."
16 Îlon 2026
İdris Yılmaz
Li Rojavayê çalakiyên ji bo zimanê kurdî didomin
Di çarçoveya parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî de, li bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Ji bo zimanê me, ji bo pêşeroja me” kona çalakiyê hat vekirin. Dê çalakî du rojan bidome.
16 Îlon 2026
Xelatên Hrant Dînkî dan Suheyla Doganê û Raji Souranî
Xelatên Hrant Dînkî îsal dan Suheyla Dogana ku bi têkoşîna xwe ya li Çiyayên Qazê û ekolojiyê tê naskirin û mafparêzê filistînî Raji Souranî.
16 Îlon 2026
Li Enqere û Mersînê hejmara kesên hatine girtin derket 41an
Li Enqereyê di çarçoveya operasyona li dijî saziyên LGBTÎ+yan û mafparêzan de 8 kesên din hatin girtin. Di nav kesên girtî de rojnameger Tugba Tekerek jî heye. Her weha li Mersînê jî 28 kes hatin girtin.
16 Îlon 2026
Tugçe Yilmazê bi nûçeya xwe ya di bianetê de weşiyabû, Xelata Musa Anter wergirt
Rojnameger Tugçe Yilmazê a bi nûçeya xwe ya bi navê “Dersdêra jin a trans Zoe hedef hat nîşandan û ji kar hate derxistin” serî li 33emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê da. Nûçeya Yilmazê di 9ê Tîrmehê de di bîanetê de hatibû weşandin. Yilmazê bi vê nûçeyê di Beşa Nûçeyên Tirkî de xelata sêyemîn bi dest xist.
15 Îlon 2026
Li Çaglayanê kesên ku desteserkirina LGBTÎ+yan protesto dikirin jî hatin desteserkirin
Jin û LGBTÎ+yî ji bo protestokirina operasyonên li dijî komeleyên LGBTÎ+ û mafparêzan li Çaglayanê kom bûn. Polîsan midaxeleyî wan kir û gelek kes desteser kirin.
15 Îlon 2026
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Li Stenbolê navîniya kirêyan bû 45 hezar û 510 lîre
Li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya kirêyên xaniyan li gorî salan ji sedî 7,1 kêm bûye û lêbelê li Stenbolê ji sedî 9,4 zêde bûye.
15 Îlon 2026
Li 11 bajaran bi ser 42 malan de hat girtin: 39 kes hatin desteserkirin
Di serdegirtinên ku navenda wan Stenbol e û li 11 bajaran hatine kirin de, Hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Titiz jî di nav de, gelek kes hatin desteserkirin.
15 Îlon 2026
Raportorê Tirkiyeyê yê PEyê: "Operasyonên li dijî LGBTÎ+yan Tirkiyeyê dixe rêyeke tarî"
Raportorê Tirkiyeyê yê PEyê Nacho Sánchez Amor, operasyonên bi navê “Malbata min ewle ye” yên li dijî LGBTÎ+yan wekî “zêdebûna metirsîdar a zextan” pênase kir. Amor diyar kir ku ferzkirina hişmendiyeke dîyarkirî û weke exlaqî nîşandana vê binpêkirineke eşkere ya mafên bingehîn û berpirsiyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê ye.
15 Îlon 2026
DEM Partî: Mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê nas bikin
"Di serî de Parlamento, em bangî saziyên îdarî, sivîl û tevahiya civakê dikin ku di naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê de berpirsiyariyeke dîrokî bigirin ser xwe."
14 Îlon 2026
Di hilbijartina li Swêdê de bloka çep li pêş e
Hate diyarkirin ku di hilbijartina giştî ya ku duh li Swêdê pêk hat de, bloka çep bi sê kursiyên li parlamentoyê li pêş in. Bloka çep di bin serokatiya Partiya Demokratên Civakî(Sosyal Demokrat) de ji Partiya Navendî, Partiya Keskan û Partiya Çepê pêk tê.
14 Îlon 2026
Polîsan bi ser Kaos GLyê de girt: Polîs ketin komeleyê, rêveber hatin desteserkirin
Li Enqereyê di operasyona polîsan a li dijî Komeleya Kaos GLyê de rêveberî û endamên desteya rêveberiyê hatin desteserkirin, li ofîsa komeleyê lêgerîn hate kirin. Bi awayekî hemwext bi operasyonê re li bajarên cûda bi ser komeleyên LGBTÎ+ û cihên wan de jî hate girtin.
14 Îlon 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
ÎSÎG: Di meha Tebaxê de herî kêm 226 karker mirin e
Li gorî rapora Meclîsa ISIGê, di heşt mehên destpêkê yên salê de herî kêm 1509 karker mirin e. Di Tîrmehê de ji karkerên mirine jê 15 zarok, 15 û 16 jî koçber bûn.
11 Îlon 2026
Nebî Yavûzê bi nexweşî ji girtîgehê derketibû, koça dawî kir
Nebî Yavûz 30 sal û 6 meh di girtîgehê de ma û di sala 2023an de hatibû berdan. Nebî Yavûz ji ber nexweşiya penceşêra pankreasê li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
11 Îlon 2026
Li dijî Şaredariya Seferîhîsarê operasyon pêk hat: 43 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Seferîhîsara Îzmîrê de operasyon pêk hat. Di encamê de 43 kes hatin desteserkirin.
11 Îlon 2026
Îran: Di nav 5 mehan de bi tohmetên siyasî herî kêm 59 kes hatin darvekirin
Human Rights Watch û Abdorrahman Boroumand Centerê diyar kirin ku li Îranê di navbera 18ê Adarê û 31ê Tebaxê de herî kêm 59 mêr bi sûcên siyasî û tohmetên nezelal ên “ewlekariya neteweyî” hatine darvekirin. Ji wan herî kêm 29 kes ji ber xwenîşandanên Kanûna Paşin hatine darvekirin.
11 Îlon 2026
Serokê Bajarê Stenbolê yê Partiya Nû Ozgur Çelîk dê sibê îfadeyê bide
Ji ber hilbijartina Cîgiriya Seroka Şaredariya Uskudarê derbarê Ozgur Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin.
10 Îlon 2026
Partî û rêxistinên Herêma Kurdistanê bang li Konseya Ewropayê kirin: Bila “mafê hêviyê” ji bo Ocalan were pêkanîn
Li Herêma Kurdistana Iraqê bi pêşengiya “Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan” 28 partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetan nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û daxwaza pêkanîna "mafê hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan kirin.
10 Îlon 2026
1
...
4
5
6
7
8
...
15
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver