İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 5
Tevgera lîseyan li Fransayê berfireh dibe: Xwendekarên zanîngehê û sendîkayên karkeran jî dadikevin kolanan
Tevgera xwendekaran a li dijî polên bê mamoste, waneyên qelebalix, dibistanên kevin li banliyoyên Parîsê dest pê kiribû, di nav du hefteyan de li tevahiya Fransayê belav bû. Çalakiyên ku li zêdetirî hezar lîseyî belav bûne derbasî zanîngehan jî bûn. CGTê ji bo 6ê Cotmehê hemû derfetên xwe yên rêxistinî xist xizmeta xwendekaran.
6 Cotmeh 2026
TUİK: Di meha Îlonê de enflasyona salane bûye ji sedî 29,73
Li gorî daneyên TUİKê bihayên xercdaran di meha Îlonê de ji sedî 1,84 zêde bûye û enflasyona salane daket ji sedî 29,73an. Her weha di xizmetên perwerdeyê de biha di mehekê de ji sedî 14,19 bilind bûye. Zêdebûna mehane ya di xwendina bilind de gihişt ji sedî 25,79an.
5 Cotmeh 2026
HENGAW: Îranê di meha Îlonê de herî kêm 68 kes darve kirine
Rêxistina Mafên Mirovan a HENGAWê daneyên darvekirinê yên meha Îlonê aşkere kir. Li gorî raporê, 4 jê girtiyên siyasî bi giştî 68 kes hatine darvekirin. Her weha du ji wan jî li qadên vekirî yên giştî û li ber çavên gel hatine darvekirin.
5 Cotmeh 2026
Yildiz Tarê Xelata Mafên LGBTÎ+yan a Navneteweyî bi dest xist
Derhênera Giştî ya Weşanê ya Kaos GLyê Yildiz Tar ji ber qedexeya derketina derveyî welat beşdarî merasîma xelatê ya li Dublinê nebû. Tarê xelata xwe diyarî mafparêzên LGBTÎ+yan kir ku di operasyonên "Malbata min di ewlehiyê de ye" de hatibûn girtin.
5 Cotmeh 2026
Pervîn Buldan: Dibe ku di Cotmehê de gavên şênber bên avêtin
"Di vê qonaxê de her gaveke di warê bêçekbûnê de bê avêtin dê qada siyasî berfirehbike û her garantiya di qada siyasî de jî dê baweriyê bide bêçekbûnê. Pêwîst e meha Çiriya Pêşîn ev hevdîtin dest pê bikin û bi garantiyên hiqûqîberdewamiya wan bê misogerkirin.”
5 Cotmeh 2026
Yekem platforma hişê çêkirî a ji bo kurdî ava bû: Mazdek AI
Platforma Mazdek AI, xizmetên wekî naskirina axaftinê, dengkirina nivîsê, werger û sazkirina rastnivîsê dike. Her weha Mazdek AI bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî/Zazakî û bi alfabeyên latînî û erebî dixebite û zêdeyî 225 zimanan dikare wergerîne kurdî.
5 Cotmeh 2026
DFG: Di meha Îlonê de 3 hezar û 491 hesab û naverokên medyaya civakî hatin astengkirin
Li gorî rapora DFGê di Îlonê de 15 rojnameger hatin desteserkirin û 8 rojnameger hatin girtin. Her weha bi ser mala 4 rojnamegeran de hate girtin û gef li 3 rojnamegeran hate xwarin.
5 Cotmeh 2026
Vê hefteyê di biamag kurdiyê de
biamag kurdî di vê hefteyê de bi hilbijardineke berfireh a nivîsan ji wêjeyê heta muzîkê, ji tenduristiyê heta serhatiyan û ji ziman heta zanistê li benda xwêneran e.
3 Cotmeh 2026
Li Swêdê erka avakirina hikûmetê careke din di destê Sosyal Demokratan de ye
Gera nû ya muzakereyan a seroka Sosyal Demokratan Magdalena Anderssonê dê di 5ê Cotmehê de dest pê bike. Andersson dê heta 12ê Cotmehê pêvajoyê bi encam bike an jî dê daxwaza dema zêde bike.
2 Cotmeh 2026
"DYAyê bataryayên nû yên Patriotê şandin Qeter û Erebistana Siûdî"
Li gorî nûçeya Axiosê, rêveberiyên Riyad û Dohayê fikar dikin ku di rewşa êrişeke nû ya DYAyê ya li ser Îranê de, Tehran wekî bersivdanê tesîsên wan ên enerjiyê bike armanc.
2 Cotmeh 2026
Li Somayê di hilweşîna kana madenê de 5 karker mirin
Li Soma-Eynezê hejmara karkerên ku di hilweşîna kana komirê de mirine gihîşt 5 kesan. Kana komirê ya İmbat Madencilikê ye. Di tesîsên cuda yên heman şirketa madenê de berê jî mirinên karkeran pêk hatibûn.
2 Cotmeh 2026
Li dijî Şaredariya Eyupsultanê operasyon pêk hat: Saredar jî di nav de 28 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya operasyonê de li avahiya xizmetê ya Şaredariya Eyupsultanê de lêgerîn hat kirin.
2 Cotmeh 2026
Edîtorê bianetê Hikmet Adal jî di nav de hesabên Xê yên 6 rojnamegeran hatin astengkirin
Bi biryara dadgehê hesabên Xê yên 6 rojnamegeran hatin astengkirin.
2 Cotmeh 2026
Ji bo hunermenda Kurd Nûdem Durak azad bibe bang kirin
Tevî şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî Durak di hilberînê de berdewam e. Lêbelê Dûrak bi xetereya windakirina dengê xwe re rû bi rû ye.
1 Cotmeh 2026
Mîsyona 12 salan a DYAyê ya li Iraqê bi dawî bû: Têkoşîna li dijî DAIŞê dê ji Urdun û Suriyeyê bê birêvebirin
Erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya ku li dijî DAIŞê di Îlona 2014an de hatibû damezirandin, bi dawî bû. Washington îdia dike ku hêzên Iraqê û Pêşmerge gihiştine asteke ku dikarin bi tena serê xwe li dijî gefa DAIŞê têbikoşin.
1 Cotmeh 2026
Li Mersînê 3 şaredar jî di nav de 59 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya operasyonê de li mala Vahap Seçer jî lêgerîn hat kirin. Lêpirsîn, ji bo "îhale û gendeltiyên" li şaredariyan de tê meşandin.
1 Cotmeh 2026
Barzanî: Pêşmerge dê hemû metirsiyan têk bibe
Mesûd Barzanî li ser bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya li Îraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
30 Îlon 2026
MGK îro dicive: Di rojevê de pêvajo, Ukrayna û Îran hene
Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) îro di serokatiya Serokkomar Erdoğan de li Beştepe dicive.
30 Îlon 2026
Ocalan: Fesixkirin ne têkçûn e, derbasbûna qonaxeke nû ya dîrokê ye
Abdullah Ocalan ji Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a Îngilistanê re peyam şand û diyar kir ku entegrasyon berovajî asîmîlasyonê ye û wiha got: "Eger pêvajo bi peymanên qanûnî neyê misogerkirin, ew dê tenê wekî agirbesteke demkurt bimîne. Aştiya mayînde ew e ku siyaseta demokratîk li jiyana rojane, tax, bajar û saziyan belav bibe."
29 Îlon 2026
FİSA: Di sê mehan de 239 zarok mirine
Li gorî rapora “Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan li Tirkiyeyê” ya Navenda Mafên Zarokan a FİSAyê, di mehên havînê de herî kêm 239 zarok mirine ku pêşî li sedemên mirinê dikaribû bihata girtin.
29 Îlon 2026
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Lêpirsîna Şaredariya Yahşihanê: Serokên berê jî di nav de 15 kes hatin girtin
Di operasyona ku navenda wê Kirikkale ye û li 4 bajaran li dijî Şaredariya Yahşihanê hat kirin de 35 kesên hatibûn desteserkirin. Ji wan 15 kes hatin girtin.
29 Îlon 2026
Li Osmaniyeyê di hewşa dibistanê de êrişa bi çek pêk hat: Dersdêrek mir
Li Osmaniyeyê dersdêrê ku di hewşa Lîseya Farabi Anadoluyê de rastî êrişa çekdarî hat li nexweşxaneyê can da. Derbarê êrişê de kesek hat desteserkirin.
28 Îlon 2026
Li Wanê xwendekarek bi tifinga pompeyî çû dibistanê û lêpirsîn hat destpêkirin
Hat diyar kirin ku li navçeya Tuşbayê ya Wanê zarokekî ku di pola 7an de dixwîne bi tifinga pompeyî çûye dibistanê. Tifing ji aliyê kesên derdorê ve ji zarok hat stendin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
28 Îlon 2026
Di lêpirsîna fonan de 7 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna fonê ya derbarê Banka Destek Yatirim û Ozata Denizcilikê de 7 kes hatin desteserkirin.
28 Îlon 2026
Di lêpirsîna fonan de 19 kesên din hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsînan de hejmara kesên hatine girtin gihîşt 45an.
25 Îlon 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê wê dest pê bike
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di navbera 26ê Îlonê û 4ê Cotmehê de bi beşdariya Weşanxaneyên Kurdî û gelek weşanxaneyên din bê lidarxistin.
25 Îlon 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
CPJ: "Li cîhanê herî zêde Îsraîlê rojnameger kuştine"
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), 229 bûyerên mirinê yên ku di navbera salên 2023-2026an de li Îsraîl û axa Filistînê de tomar kiribûn, careke din nirxandin. CPJyê aşkere kir ku tevî hin guhertinan jî, Îsraîl ji sala 2023an vir ve li cîhanê yekem hêze ku ji piraniya mirinên rojnamegeran berpirsiyar e.
25 Îlon 2026
Dema Netanyahu derket ser kursiyê NYê nûnerên bi dehan welatan ji Civata Giştî derketin
Dema Serokwezîrê Îsraîlê ji Civata Giştî re diaxivî, bi dehan delegeyan salon terikandin. Netanyahu bela xwe li kesên ku salon terikandin da. Di axaftina xwe de bi taybetî Erdoğan jî kir armanc. Li kolanên New Yorkê jî hatina Netanyahu ya bo bajêr û polîtikaya wî ya Xezeyê hat protestokirin.
25 Îlon 2026
Li Xezeyê zivistan nêzîk dibe û avahî nîne: 162 hezar kon rizîne û nayên bikaranîn
Ofîsa Medyayê ya Hikumeta Xezeyê aşkere kir ku ji 270 hezar konên ku Filistîniyên ji warên xwe bûne tê de dimînin, jê 162 hezar kon têk çûnin û nayên bikaranîn. Ofîsê bang li civaka navneteweyî û saziyên alîkariya mirovî kir ku konên nû û kelûpelên alîkariyê yên zivistanê bigehînin Xezeyê.
24 Îlon 2026
Li Rihayê bi pileya 5,4an erd hejiya
AFADê aşkere kir ku navenda erdhejê navçeya Karakopruya Rihayê ye û mezinahiya erdhejê jî 5,4 e. Her weha Resetxaneya Kandîlliyê jî ragihand ku mezinahiya erdhejê 5,5 e.
24 Îlon 2026
Di çarçoveya lêpirsîna fonê de 14 kes hatin girtin
“Lêpirsîna fonê” ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de tê birêvebirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji 17 kesên ku hatibûn desteserkirin jê 14 kes hatin girtin. Ji bo sê kesan jî biryara şertê kontrola edlî hat dayîn.
24 Îlon 2026
Nivîskara Kurd Suzan Samanci li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin
Nivîskara Kurd Suzan Samanci ku 18 sal in li Swîsreyê dijiya, piştî vegera xwe ya Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" hat desteserkirin. Piştî bi SEGBÎSê beşdarî dadgeha aştiyê ya Amedê bû, serbest hat bardan.
24 Îlon 2026
1
...
3
4
5
6
7
...
14
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver