TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 37
Li Cezayîrê ji ber şewata daristanan 26 kes mirine
Li Cezayîrê di şewata daristanên ku ji serê meha Tebaxê û vir ve li 106 xalan dewam dike de zêdetirî 2 hezar û 500 hektar qadên daristanan şewitîne. Li bajarên Et-Tarif û Setîfê di şewata daristanan de 26 kes mirine.
18 Tebax 2022
“Li bakurê Sûriyeyê metirsî li ser jiyana sivîlan heye"
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW), daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye: “Divê hemû aliyên şerê li bakurê Sûriyeyê, di dema operasyonên leşkerî yên dewam dikin û yên wê pêk bên de, bikin ku hindik ziyan li sivîlan bibe."
18 Tebax 2022
Îsraîl û Tirkiyeyê têkiliyên xwe yên dîplomatîk asayî kirine
Serokwezîriya Îsraîlê derbarê mijarê de daxûyanî daye û gotiye, Tirkiye û Îsraîlê “biryar dane ku bi tevahî vedigerin ser têkiliyên xwe yên dîplomatîk.” Wezîrê Karên Derve Çavûşoglû jî gotiye, “Em ê di parastina mafên Fîlîstînê de berdewam bin.”
17 Tebax 2022
Tirkiyeyê bersiva îdiayan daye: “Di mijara S-400ê de rewşeke nû nîne”
Ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê TASSê nûçeyek weşandiye û gotiye ku Tirkiye û Rûsya ji bo beşeke din a sîstemên berevaniya asmanî ango S-400ê, peyman îmze kiriye. Serokatiya Pîşesaziya Berevaniyê ya Serokomariyê bersiva van îdiayan daye.
17 Tebax 2022
Giliyê dadgera ku polîs beraet kiribû hatiye kirin
Baroya Amedê, giliyê dadgerê ku derbarê polîsan de biryara beraetê dabû li HSKyê kiriye. Polîsên ku di êrîşa DAIŞê ya li dijî mîtînga HDPê de ji ber îhmalkariyê dihatin dadkirin bi biryara wî dadgerî hatibûn beraetkirin.
16 Tebax 2022
Parêzerê kevn ê Erdoganî dîsa bi dehan nûçe asteng kirine
Di nava nûçeyan de ya bianetê ya bi ser navê “Parêzerê kevn ê Erdoganî xwest, 130 nûçe hatin astengkirin” heye û ya ji ber wê doz li Berpirsa Weşanê ya berê Nazan Ozcanê hatibû vekirîn jî heye.
16 Tebax 2022
Hikmet Adal
Mixalîfên sûriyeyî li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan kirine
Mevlut Çavûşoglû gotibû,“Divê em bi awayekî mixalefetê û rejîma Sûriyeyê li hev bînin, ger wisa nebe aştiyeke mayînde durist nabe.” Li ser van gotinên Çavûşoglû xwepêşander daketine kolanan, alaya Tirkiyeyê şewitandine û wesayîtên zirxî yên TSKyê dane ber keviran.
12 Tebax 2022
Botan International li Amedê wê du kargehan li dar bixe
Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.
12 Tebax 2022
Mihrîcana Meryemayê ya Gokçeadayê betal bûye
Ji çar aliyên cîhanê gelek kes dihatin û beşdarî mihrîcanê dibûn. Ji ber ku giliyê bernameyê li bal Serokomariyê kirine, mihrîcan betal bûye.
12 Tebax 2022
Çavuşoğlu | "Hevdîtin di navbera me û Esadî de nînin lê em dikarin rejîm û mixalefetê li hev bînin"
Wezîrê Karûbarên Derve Mevlût Çavûşoglûyî piştî Konferansa Balyozan pirsên derbarê rojevê de bersivandiye û gotiye ku di navbera Erdogan û Esadî de ti têkilî nîne. Lê Çavûşoglûyî diyar kiriye ku wî ji Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê re gotiye, ew dikare ji bo hevdîtinên bi mixalefetê re bibe alîkar.
12 Tebax 2022
"Li Ûkraynayê fabrîkaya SIHAyan a Tirkan ava bibe em ê wê demîlîtarîze bikin"
Dmîtriy Peskov, Berdevkê Çapemeniyê yê Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtînî ji rojnamegera behsa gotegotên ku dibêjen wê şîrketa Bayraktar li Ûkraynayê fabrîkaya çêkirina SIHAyan ava bike şîrove kiriye: "Avakirina tiştekî bi vî rengî bi tena serê xwe mijara demîlîtarîzasyonê ye."
11 Tebax 2022
Hûnê êdî bikarin bibêdengî ji komên Whatsappê derkevin
Metaya xwediyê sepanê, gotiye ku tedbîrên nû yên ewlekariyê wê ji vê mehê û pê de li Ingilistanê bên bikaranîn.
9 Tebax 2022
FBI bi ser mala Donald Trumpî de girtiye
Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) di çarçoveya biryara lêgerînê de bi ser mala serokê berê yê DYAyê Donald Trump a li Floridayê de girtiye û tê de lêgerîn kirine. Trump gotiye, “Pêştir tiştekî bi vî rengî nehatiye serê Serokekî DYAyê.”
9 Tebax 2022
“Çîn amadekariyê dike ku Tayvanê dagir bike”
Pirsgirêka di navbera Çîn û Tayvanê de piştî serdana Seroka Meclîsa Nûneran a DYAyê Pelosiyê gûrtir bûbû û ev pirsgirêk niha bi tatbîkatên leşkerî yên ku her du welat pêk tînin, dewam dike. Wezîrê Karûbarên Derve Yê Tayvanê Vu gotiye ku Çîn bi van tatbîkatên dawiyê re "Amadekariyê dike ku Tayvanê dagir bike."
9 Tebax 2022
Li Girê Filan 2 hezar û 687 berhemên dîrokî hatine dîtin
Li gundekî Karaza Amedê li girê bi navê “Girê Filan” (Girê Filehan) 2 hezar û 687 berhemên dîrokî hatine dîtin ku dîroka wan digihîje Beriya Zayînê. Çar sal in li wî grî xebatên arkeolojiyê didomin.
5 Tebax 2022
Ger vê yekşemê hilbijartin pêk bê...
Di rapirsiya hilbijartinê ya Metropolê ya Tîrmehê de, deng di navbera her du blokên serdest de hema hema wek hev hatine belavkirin. Li gorî rapirsiyê rêjeya dengê HDPê ji sedî 11î derbas kiriye û ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê HDPê hînê hêza serekeye.
5 Tebax 2022
Kemal Kiliçdaroglû serdana Roboskiyê kiriye
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPê di çarçoveya “Hevdîtina Helalkirinê” de îro serdana Roboskiyê kiriye. Di 8ê Kanûna Pêşiya 2011an de bi balafirên şer li Roboskiyê 34 kes hatin qetilkirin.
4 Tebax 2022
Ji bo Serokatiya OSYMyê Alî Ersoy hatiye wezîfedarkirin
Biryara derbarê tayînkirina Ersoyî de bi îmzeya Erdogan di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
4 Tebax 2022
Baroya Şirnexê ji bo betalkirina ezmûna KPSSyê doz vekiriye
Baroya Şirnexê piştî îdiayên ku pirs hatine parvekirin, bi daxwaza betalkirina ezmûna KPSSê ya îsal li Dadgeha Kargêrî ya Nobedar doz vekiriye.
3 Tebax 2022
Qanûna 'Rewşa Awarte ya Domdar' betal bûye
Dema desteserkirinê ya ku di 'sûcên komî' de heta 12 rojan dirêj dibû, bi rakirina qanûnê re daketiye 4 rojan.
1 Tebax 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
HDPyiyên desteserkirî birine edliyeyê
Endama Meclîsa Partiyê ya HDPê Lîvan Orman û 6 endamên Meclisa Ciwanan kul li Stenbolê hatibûn desteserkirin birine edliyeyê.
1 Tebax 2022
Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin
Li Stenbolê di serdegirtinan malan de 7 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin.
29 Tîrmeh 2022
Bi sedema "çêkirina birceke leşkerî", li gundekî Suryaniyan daran dibirin
Bi sedema ku wê li Şirnexê, li Gundê Hesana yê Suryaniyan birceke leşkerî çêbikin, dest bi birîna daran kirine.
28 Tîrmeh 2022
Alîgirên Mûqteda es-Sadrî ketine "Herêma Kesk" û bi ser Parlamentoyê de girtiye
Piştî ku koalîsyona partiyên alîgirên Îranê ya bi navê "Derdora Koordînasyonê" endamekî xwe kiriye namzetê Serokwezîriyê, alîgirên Serokê Şîiyan Mûqteda es-Sadrî, xalên ewlehiya zêde derbas kirine, ketine "Herêma Kesk" û Parlamento dagir kirine.
28 Tîrmeh 2022
Bi mûşekan êrişî Konsolxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê kirine
Li taxa El-Hedba ya li bakurê rojhilatê Mûsilê ye, muşek li derdora avahiya konsolxaneya Tirkiyeyê ketiye. Di encama êrişê de zirar û ziyan gihîştiye avahî û wesayîtên derdorê, lê ti kes nemiriye û birîndar nebûye. Tirkiyeyê êrîş şermezar kiriye.
27 Tîrmeh 2022
DENY ji bo êrîşa Zaxoyê civiyaye
Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fûad Husên di civînê de axiviye û bang li KENYyê kiriya da ku “ji bo Tirkiye hêzên xwe ji xaka Iraqê hêzên xwe derxe, biryarê bistîne.”
27 Tîrmeh 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
HDPê parastina xwe ya têkildarî delîlan radestî Dadgeha Destûrî kiriye
Parêzerên ku endamên Komîsyona Hiqûqê ye, parastina têkildarî delîlên zêde ya HDPê radestî Dadgeha Destûrî kirine.
27 Tîrmeh 2022
Du pirtûkên Weşanxaneya Ceylanê qedexe kirine
Midûriyeta Beşa Ewlehiyê ya Emniyeta Stenbolê biryar daye ku du pirtûkên Weşanxaneya Ceylanê yên bi navê "Kadın Devrimi" û "Suruç'ta Kalanların Dilinden Kobanê'ye Gitmek" berhev bikin.
26 Tîrmeh 2022
“Bi rakirina parêzbendiya Aydenîzê re wê derbeyê li îradeya gelan bixin"
Bûldanê bang li Komîsyona Destûra Têkel a Destûra Bingehîn û Edaletê kiriye: “Dest ji vê derbeyê berdin, rêzê ji îradeya parlamentoyê re nîşan bidin, rêzê ji îradeya gelan re nîşan bidin."
25 Tîrmeh 2022
DYAyê Tirkiye ji "operasyona Sûriyeyê" hişyar kiriye
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk ê Desteya Ewlehiyê yê Koşka Spî John Kirby gotiye, "Metirsiyên me yên kûr ên derbarê gefa operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê dewam dikin ku wê ev operasyon li bakurê Sûriyeyê aramiyê têk bibe, têkoşîna li dijî DAIŞê tê kirin û sivîlên li wir dijîn bixe xetereyê."
25 Tîrmeh 2022
NYyê xwestiye ku "Lêpirsîna Zaxoyê" bibe
NYyê êrîşa li Gundê Perexê yê Zaxoyê bûye şermezar kiriye û xwestiye ku lêpirsînek derbarê wê bûyerê de bibe.
22 Tîrmeh 2022
NYyê xwestiye ku "Lêpirsîna Zaxoyê" bêkirin
NYyê êrîşa li Gundê Perexê yê Zaxoyê bûye şermezar kiriye û xwestiye ku lêpirsînek derbarê wê bûyerê de bibe.
22 Tîrmeh 2022
1
...
35
36
37
38
39
...
46
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver