TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 100
Mehkemeya Demîrtaşî taloqî 3yê Çiriya Pêşiyê bûye
4emîn dadgeha Hevserokê kevîn ê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaşê ku di girtîgehê de ye hatiye kirin. Heyeta dadgehê biryar daye ku dîsa girtî bimîne û mehkemeya din taloqî 3yê Çiriya Pêşiyê kirin.
28 Tebax 2018
Bernameya "Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan" diyar bû
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê dê 2yê Îlonê Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan li AtolyeBIAyê pêk bîne. Ji bo daxwaza beşdariyê îro(28ê Tebaxê) roja dawiyê ye.
28 Tebax 2018
HDPyê giliyê Wezîr Soylûyî kiriye
Parlamenterên HDPyê ji ber tundkarî di dema çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ya hefteya 700î de bi kar anîne giliyê polîsan û ji ber ferman daye polîsan jî giliyê Wezîr Soylûyî kirine. HDPiyan xwestiye ku polîs û Soylû ji ber sûcê “birîndarkirina bizanebûn” werin cezakirin.
28 Tebax 2018
Hunermend Pinar Aydinlar hatiye tehliyekirin
Hunermend û siyasetmedar Pinar Aydinlar, piştî sê mehan di girtîgehê de ma, duh bi şev hatiye tehliyekirin.
28 Tebax 2018
Leşkerên piştî 15ê Tîrmehê ji Tirkiyeyê reviyane, li Yewnanistanê mafê penaberiyê bidest xistine
Şûraya Dewletê ya Yewnanistanê, digel îtiraza hikûmetê mafê paneberiyê daye leşkerê bi navê Suleyman Ozkaynakçiyî. Ozkaynakçî piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê tevlî 7 leşkerên din reviyabû Yewnanistanê. Çav li rê ye ku ev biryar ji bo leşkerên din jî pêk bê.
22 Tebax 2018
Hevserokê şeredariyeka Semsûrê hatiye girtin
Li Semsûrê piştî ku di operasyoneka leşkerî de 4 leşker mirin, leşkeran hevserokê şaredariya nehiyeya Komirê Huseyın Yuka desteser kiribû, îro diyar bû ku Yuka hatiye girtin.
20 Tebax 2018
Trump: Em ê asta têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re kêm bikin
Serokê DYAyê Trûmpî bal kişandiye ser rewşa keşe Brunsonî û gotiye; “Ji bo serbestiya mêrekî bêguneh em ê ti teştekî nedin, em ê asta têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re kêm bikin.” Brunson li Tirkiyeyê mehkûmê malê ye.
17 Tebax 2018
DYA: Bila Tirkiye sebra me nepîve
Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence û Berdevka Qesra Sipî Sarah Sandersê bertek dane Tirkiyeyê ku baca hin kelûpelên wan zêde kiribû.
16 Tebax 2018
Wezîra ticaretê: Me 553 milyon dolar li bacê zêde kirine
Wezîra Wezareta Ticaretê ya Tirkiyeyê, ruhsar Pekcan li ser cezayên Amerîkayê li Tirkiyeyê birî axivîye.
15 Tebax 2018
Daxwaza tehliyeyê ya ji bo Keşe Brunsonî nehatiye qebûlkirin
Dadgehê daxwaza tehliyeyê ya ji bo Keşe Brunsonî ret kiriye. Dadgehê her weha biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê ya Brunsonî jî ranekiriye.
15 Tebax 2018
Baca hin kelûpelên ji DYAyê tên kirîn, ji sedî sed hatiye zêdekirin
Bi Biryarnameya Serokomariyê re, baca hin kelûpelên ku ji DYAyê tên kirîn ji sedî sed hatiye zêdekirin. Biryar di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin.
15 Tebax 2018
Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan a AtolyeBİAyê wê dest pê bike
Atolyeya Wênekêşiya Ji Bo Nûçeyan a AtolyeBİAyê wê di 7-8 û 9ê Îlonê de li Stenbolê çêbibe. Ji bo beşdariyê heta 31ê Tebaxa 2018ê hûn dikarin serî lê bidin.
14 Tebax 2018
DYAyê firotina balafirên F35an a ji bo Tirkiyeyê daye sekinandin
Serokê DYAyê Trumpî îmze avêtiye bin wê yasayê ku firotina balafirên şer ên bi navê F35an ji bo Tirkiyeyê dide sekinandin.
14 Tebax 2018
Wekîlê HDPyê yê kevin Berk û rêvebera partiyê Ozer hatine desteserkirin
Wekîlê HDPyê yê kevin Edîp Berk û endama Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatine desteserkirin.
13 Tebax 2018
Aborînasê Marksîst Samîr Amîn miriye
Aborînasê Marksîst ê Misrî Samîr Amîn di 86 saliya xwe de li Parîsê miriye.
13 Tebax 2018
Trump: Têkiliyên me vê gavê bi Tirkiyeyê re ne baş in
Serokê DYAyê Trumpî gotiye; “Di vê dema ku nirxê lîra tirkan li hember dolarê me bi lezûbezî dikeve, min destûr da ku bacên gumrikê yên ji bazirganîya berhemên alîmînyum û pola yên tirkan tên standin, du qat werin zêde kirin.”
10 Tebax 2018
CHPyê rêveberiya xwe ya nû ya navendî aşkere kiriye
Bulent Tezcan, berdevkê berê yê CHPyê di nava rêveberiya nû de cî negirtiye. Li şûna wî Faîk Oztrak bûye berdevk. Hejmara alîkarên serokê giştî derketiye 19an.
10 Tebax 2018
Erdogan: Heke ew xwedî dolar bin, yê me jî Xwedayê me heye
Serokomar Erdoganî diyar kiriye ku kampanyayên curbecur tên meşandin û wiha berdewam kiriye: “Heke ku yê wan dolarê wan hebe, yê me jî Xwedayê me heye.” Tebaxa 2017ê weke îro dolarek beramberî 4,67 lîreyên tirkan bû, lê vê sibê dolarek dike 6,20 lîreyên tirkan.
10 Tebax 2018
Li ber avahiya CHPyê çalakîya rûniştinê çêbûye
Endamê CHPyê Canyurtî, bi hinceta ku rêveberiya partiya wî biryara civata giştî ya bihilbijartin dernexistiye, li ber Navenda Giştî ya partiya xwe çalakiyeke protestoyî çêkir.
8 Tebax 2018
Pompeo û Çavûşoglû: Hevîditineke baş bû
Piştî DYAyê ji bo du wezîrên Tirkiyeyê biryara mueyîdeyan derxist, her du wezîrên DYA û Tirkiyeyê li Sîngapûrê hatine ba hev. Her du wezîran civîn “erênî” nirxandiye.
3 Tebax 2018
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Kurdistana di nav şerî de, cihekê welê bû ku nedihat hêvîkirin zarokek...”
Koçerê Bîrkar(Caucher Birkar), xelata herî qedirbilind a Bîrkarîyê(Matematîk), Xelata Fieldsî standiye. Ji bilî Koçerê Bîrkar, Alessio Figalli, Peter Scholze, Akshay Venkatesh jî heman xelat standiye.
2 Tebax 2018
DYAyê biryara mueyideyan ji bo du wezîrên Tirkiyeyê standiye
Ji ber ku Tirkiyeyê Keşeyê bi navê Brunson, DYAyê biryara mueyideyan ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylûyî.
2 Tebax 2018
Bi îdiaya ku “heqaret li Serokomarî kiriye” lêpirsîn li Erkan Başî hatiye vekirin
Ji ber ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gotina “dîktator” bi kar aniye, bi îdiaya “heqaret li serokomarî kiriye” lêpirsîn li Erkan Baş, Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê hatiye vekirin.
1 Tebax 2018
“Qanûna Rewşa Awarte ya Daimî” ji hêla Meclîsê ve hatiye qebûlkirin
Meclîsê ew pêşnûmaya qebûl kiriye ku di encama wê de dê Rewşa Awarte ji bo sê salan bênavber berdewam bike.
25 Tîrmeh 2018
Ji ber ku lêpirsînname rexne kiriye, dozgeriyê lêpirsînnameyek jî ji bo Bûldanê amade kiriye
Ji ber gotinên wê yên “Em qebûl nakin ku bilez lêpirsînname ji bo çar hevalên me hatine amadekirin. Beşdariya merasîma cenazeyan di çanda me de heye” lêpirsînname ji bo Pervîn Bûldan Hevseroka HDPyê hatiye amadekirin.
24 Tîrmeh 2018
ÎYÎ Partî dê serokekê/a nû hilbijêre, Akşenerê gotiye ew ne berbijar e
Îyî Patî(Partiya Baş) biryar daye ku ew ê di mehekê de komcivînekê pêk bîne û di komcivînê de serokeka/ê nû hilbijêre. Seroka wê partîyê, Meral Akşenerê diyar kiriye ku ew ê nebe berbijara serokatiya Îyî Partîyê.
23 Tîrmeh 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Lêpirsînname ji bo du wekîlên din ên HDPyê hatiye amadekirin
Dozgeriyê ji ber ku beşdarî cenazeyê Baysalê HPGyî bûne, ji bo Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî, parlamenterên HDPyê yên Êlihê lêpirsînname amade kiriye.
20 Tîrmeh 2018
Adnan Oktar hatiye girtin
Adnan Oktar jî di nav de ji bo 143 kesan biryara girtinê hatiye standin ku hefteya borî li hemberî wan operasyonek pêk hatibu û 187 kes hatibûn desteserkirin.
19 Tîrmeh 2018
Leşkerên bi bedel wê 28 rojan leşkeriyê bikin
Wekîlê Serokê Koma AKPyê Mûşî got, kesên 31ê Kanûna Pêşiyê ya sala 1993yê û beriya wê ji dayik bûne wê karibin serî li leşkeriya bi bedel bidin û wê ev kes 28 rojan leşkeriyê bikin. Li gorî heman daxuyaniyê wê di van 28 rojan de destûra karmendan a bêpere bê dayîn.
18 Tîrmeh 2018
Dozgerîyekê lêpirsînname ji bo du wekîlên Amedê amade kiriye
Dozgeriya Komarê ya Amedê ji bo du wekîlên ji HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk); Remziye Tosun û Musa Farisoğullarıyî bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistina terorê lêpirsînnameyek amade kiriye.
17 Tîrmeh 2018
“Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
Wekîla ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Leyla Gûven di girtîgehê de ye, wekîya HDPyî Meral Daniş Beştaşê bi pirsnameyekê ji meclîsê pirsî “çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
17 Tîrmeh 2018
Rapora du salên piştî hewildana derbekirinê ya 15ê Tîrmehê
Piştî hewildana 15ê Tîrmehê gelek kes hatin girtin, desteserkirin û ji karê wan hatin derêxistin. Me ji raporên navneteweyî agahî berhev kirin.
16 Tîrmeh 2018
1
...
98
99
100
101
102
...
109
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver