TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 72
Dadgeh derbarê doza kuştina Hrant Dînkî de wê di 5ê Adarê de biryara xwe bide
Di doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya derbarê kuştina Hrant Dînkî de parêznameyên tohbetbaran û gotinên parêzerên malbata Dînkî temam bûn. Tê çaverêkirin ku dadgeh di danişîna 5ê Adarê de biryara xwe aşkere bike.
10 Sibat 2021
Hikmet Adal
Lêpirsîna dekanê ku gef li xwendekaran xwaribû wê were kirin
Lêpirsînname ji bo Cevdet Kiliç, Dekanê Fakulteya Îlahiyatê yê Zanîngeha Trakyayê hatiye vekirin ku gotibû, “Ev mehek derbas bûye ku hûn çalakiyan dikin, ne. Em çalakiyan nakin. Em şevê karê xwe diqedînin û sibehê diçin ser karê xwe, min xwest hûn bizanibin.”
10 Sibat 2021
Derbeya Myanmarê: Tûndkariya polîsan zêde dibe
Polîsên Myanmarê li gel ku civînên mezin yên ji gel re vekirîne hatine qedexekirin, êrişên xwe yê li ser xwepêşanderên zêde kirine.
9 Sibat 2021
Dadgehekê cezayê girtîgehê li doktorî biriye ku gotibû “Elewî terorîst in”
Doktorê ku ji nexweşekî xwe re gotibû “Elewî li Cemxaneyan reqqaseyan didin lîstin. Hemû terorîst in. Berkin Elvan jî terorîst e” hatiye cezakirin. Dadgehekê bi tohmeta ku “kîndarî û dijminatiyê di nava gelî de çêdike” ceza lê biriye û cezayê wî taloq kiriye.
9 Sibat 2021
Ayça Söylemez
“Girtî dixwazin tecrîd bidawî bibe”
Rêxistinên civaka sivîl derbarê greva birçîbûnê ya li girtîgehan de daxuyaniyek dane û gotine “Di serî de mafê tenduristiyê, ji bo hemû mafên jiyanê yên girtiyan werin parastin, divê rayedar persiyariyên xwe pêk bînin.”
9 Sibat 2021
53 kes bi şertê kontrola edlî serbest mane
53 kesên ku li Kadikoyê him ji bo piştgiriyê bidin xwenîşandanên Bogaziçiyê û him jî ji bo avakirina Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ragihînin hatibûn ba hev û polîsan ew desteser kiribûn, bi şertê kontrola edlî serbest mane.
9 Sibat 2021
Di dema qedexeya derketina derve de ceza li 32 hezar kesî birîne
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di dema qedexeya derketina derve de li 81 bajaran, ceza li 32 hezar û 181 kesî birine.
8 Sibat 2021
61 kesên polîsan ew li Kadikoyê desteser kiribûn, birine edliyeyê
61 kesên ku li Kadikoyê him ji bo piştgiriyê bidin xwenîşandanên Bogaziçiyê û him jî ji bo avakirina Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ragihînin hatibûn ba hev û polîsan ew desteser kiribûn, vê sibê birine edliyeyê.
8 Sibat 2021
Xwenîşandanê Bogazîçiyê: Xwendekar Beyza Bûldag hatiye girtin
Beyza Buldaga ku bi îdiaya li Twîtterê hesabê @boundayanismayê birêvedibe hatibû desteserkirin, bi tohmetên “dijminahî û kîn û nefretê di nava gel de belav kiriye û ji bo pêkanîna sûc tehrîk kiriye” hatiye girtin.
8 Sibat 2021
Dadgehê doza Kavalayî ya “sîxurtiyê” û ya “Gezi”yê kir yek doz
36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê digel parastina parêzeran û îfadeyên şahidan, daxwaza azadkirina Kavalayî qebûl nekir. Dosyeya Kavalayî û ya doza Geziyê kir yek dosye.
5 Sibat 2021
Hikmet Adal
Xwenîşandanên Bogaziçiyê: Dadgehekê du kesên din girtiye
Ji 23 kesên ku piştî li dozgeriyê îfade dan û derketin pêşberî heyeta dadgehê, 2 kes di derengê şevê de hatine girtin. Heyetê cezayê zindanîkirina li malê daye 14 kesan. Ji bo 7 kesan jî biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê daye.
5 Sibat 2021
3317 zanyar û rewşenbîran bang li hukumeta Tirkiyeyê kirine
Zanyarên navdar yên wek Judith Butler û Noam Chomsky jî di nav de 3 hezar 317 zanyar û akamîsyenan metneke piştgiriyê ji bo xwendekarên Bogazîçiyê belavkirine. Zanyaran di metna piştgiriyê de destnîşan kirine ku divê hukumeta AKPê rêz li xweseriya zanîngehê bigire û Melîh Bûlûyî jî dest ji kar bikişîne.
4 Sibat 2021
30 xwendekarên din jî serbest bûne
Ji 51 xwendekarên ku roja duşemê li ber avahiya rektoriyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê polîsan ew desteser kiribûn, 30 ji wan serbest bûne.
4 Sibat 2021
NYê gotiye xwendekarên Bogazîçiyê serbest bihêlin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê bang kiriye ku bila kesên di xwepêşandanên Bogazîçiyê de hatine girtîn û desteserkirin were berdan, polis bila dawî li bikaranîna hêza zêde bîne û gotinên rayedaran yên derbarê LGBTİyan de şermezar kiriye.
4 Sibat 2021
Xwendekarên ku gotine “Hevalên me serbest berdin” hatine desteserkirin
Xwendekarên ku di sepana Twîtter û Clubhouseyê de agahiyên têkildarî çalakiyên Bogazîçiyê parvekirine û yên ku nivîsandine “Hevalên me serbest berdin” vê sibê hatine desteserkirin.
3 Sibat 2021
“Heke tiştek bi serê zarokên me de were, wê kî hesap bide?”
LGBTI+yen ku derçûyên Zanînegeha Bogaziçiyê ne, Komeleya Mafên Mirovan ên Jinan – Çareseriyên Nû, komên ji malbatên LGBTIyan pêk hatine, derbarê êrîş û nirxandinên liser LGBT+yan daxuyaniyên nivîskî weşandine.
3 Sibat 2021
17 rêxistinên mafparêz piştgirî dane Korûr-Fîncanci, Onderoglû û Nesîn
Korur-Fîncanci, Onderoglû û Nesîn di doza Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê ya Ozgur Gundemê de wê ji nû ve were dadkirin. Ji ber vê yekê Saziyên fikrî yên weke IFEX, RSF, CPJ, IFJ, IPI û PEN daxwaza betalkirina tohmetên derbarê wan de kirine.
2 Sibat 2021
Dadgehê derketina derveyî welat ji gumanbarên doza Geziyê re qedexe kiriye
30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya ku girteya destpêkirina dozê ji bo dadkirina ji nû ve amade dike, qedexeya derketina derveyî welat daye 8 kesan. Dadgehê biryar daye ku wê danişîn di 21ê Gulanê de pêk were.
1 Sibat 2021
“Ji sedî 47,5ê Sûriyeyiyan zarok in”
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê ya 2020an ji sedî 47,5ê sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê ne zarok in û temenê wan di navbera 0-18an de ye.
29 Çile 2021
Şaredariya Amedê ajalên ku hewcedarê xwedîkirinêne berdaye kolanan
Navenda Rehabilîtasyon û Xwedîkirina Ajalan a Şaredariya Amedê gelek ajalên ku hewcedarê xwedîkirinê ne û di bin parastina wan de ne bi awayekî bêkontrol berdaye kolanan.
29 Çile 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Her ji 3 ciwanan ciwanek dixwaze biçe ji derveyî Tirkiyeyê
Li gorî lêkolîna ku Komeleya Habîtatê kiriye, rêjeya kesên di sala 2017an de digotin “ez di jiyanê de bextewar im” ji sedî 71 bû lê di sala 2020an de ev rêje daketiye ji sedî 58an.
28 Çile 2021
Polîsan Ayşe Gokkan, Berdevka TJAyê desteser kiriye
Dadgehekê ji bo Ayşe Gokkan, Berdevka Demkî ya TJAyê biryara girtinê derxistiye û polîsan ew desteser kiriye.
28 Çile 2021
Belçîka wê melayekî dij-hevzayend dersînor bike
Belçîka wê melayê Mizgefta Kesk (Groen Moskee) yê bi ser Saziya Karûbarên Diyaneta Tirkiyeyê ve girêdayî ye û li dijî hevzayendiyê derdikeve, dersînor bike.
28 Çile 2021
Çerkezoglû: Mimkine kêmtirîn mehane heta 750 lîreyî were zêdekirin
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî a DÎSKê serdana CHPê kiriye û gotiye, “Kêmtirîn mehaneya sala nû weke 2 hezar û 825 lîre hatibû diyarkirin. Hîna di rojên destpêkê yên sala nû de bi awayekî ciddî zam çêbûne û kêmtirîn mehane dikare were guherandin. Mimkine ku bêyî qutkirina bacan, heta 750 lîreyî li kêmtirîn mehaneyê were zêdekirin.”
27 Çile 2021
Parêzeran giliyê “failên rastîn ên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê” kirine
Parêzeran bi hinceta berpirsiyariya wan di Qetlîama Enqereyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê de heye, giliyê karmendên dewletê kirine ku di sala 2015an de li Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê erkdar bûne.
27 Çile 2021
Li Kutahyayê Dêra Surp Torosî rûxiyaye
Piştî ku kesekî milkê wê kiriye, Dêra Surp Torosî ya li Kutahyayê, rûxiyaye.
27 Çile 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Gokhan Guneşê ku hatibû revandin vegeriyayê mala xwe
Gokhan Guneş di 20ê Kanûna Paşiyê de hatibû revandin. Guneş di saetên sibê de ku bi awayekî çavê wî girtî bûye hatiye berdan. Hatibû îddiakirin ku polîsan ew revandine.
26 Çile 2021
“Biryarên DMMEyê ne rica ne, divê pêk bên”
Marija Pejcinovic Buric, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê ji bo biryara DMMEyê ya derbarê Osman Kavalayî de gotiye, “Ev ne daxwazeke, hewcedariyeke hiqûqa bendîkar e.”
26 Çile 2021
Dadgehê, biryarên beraetê yên di doza Geziyê de betal kiriye
3em Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliya Herêmî ya Stenbolê, biryara beraetê ya ku 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derbarê 9 kesan de dabû ku Osman Kavala jî di nav de bûye, betal kiriye.
22 Çile 2021
PE: Bila Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî azad bibin
PEyê di civîna xwe debiryar girtiye û bang li Tirkiyeyê kiriye ku bila li gorî biryara DMMEyê tevbigere û Demîrtaşî bê şert û merc û demildest azad bike.
22 Çile 2021
Di 15 rojên destpêkê yên sala nû de pênc rojnameger rastî êrişê hatine
Îzzet Tinmaz li Aksarayê, Kiymet Sariyildiz û Mûrat Ûçkaç li Aydinê, Afşîn Hatîpoglû û Orhan Ûgûrlûyî jî li Enqereyê rastî êrişê hatine.
20 Çile 2021
Hrant Dink di 14 saliya qetilkirina xwe de hat yadkirin
Rakel Dînk di merasîma yadkirinê de axiviye û gotiye: “Ma gelo destpakî wiha dibe, rûmeta mirovan bi kîjan sabûnê tê paqijkirin, ma gelo kesên dewletê birêve dibin wê wiha biparêzin jiyana mirovan.”
19 Çile 2021
1
...
70
71
72
73
74
...
81
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver