TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
CÎHAN
Rûpela 12
AA: Artêşa Sûriyeyê gihaye ser axa Minbîcê
Ajansa Anadolûyê ji devê çavkaniyên herêmî daye zanîn ku Artêşa Sûriyeyê bi koordînasyona digek Yekîneyên Parastina Gel(YPG) gihaye ser axa Minbîcê û nehiyeyeka bi navê Arimah kontrol kiriye.
25 Kanûn 2018
Mattîsî “biryara vegera ji Sûriyeyê” îmze kiriye
Li gorî kanala CNN Internationalê Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê Mattîsî biryara vegera leşkerên Amerîkî ya ji Sûriyeyê îmze kiriye. Mattîsî li ser biryara vegerê ya Trumpî, biryar stendibû ku dest ji karê xwe berde.
24 Kanûn 2018
Fransa wê leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Florence Parly, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê û Nathalie Loiseau, Wezîra Dewletê ya ji têkiliyên bi Ewropayê re berpirs, aşkere kirine ku Fransa beşdarî biryara vegera ji Sûriyeyê ya DYAyê nabe.
20 Kanûn 2018
Pûtîn: Li Sûriyeyê hebûna leşkerên Amerîkayê ne meşrû ye
Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimir Pûtînî di “Civîna Mezin” a ku salane tê kirin de bersiva pirsên rojnamegeran daye. Diyar kiriye wan ti nîşanên vegera leşkerên Amerîkayê nedîtîne.
20 Kanûn 2018
Amerîka: Em leşkerên xwe ji Sûriyeyê vedigerînin
Berdevka Qesra Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Sarah Sandersê daxuyaniyeka nivîskî weşandiye. Wê diyar kiriye ku pêvajoya vegeriyana malê ya leşkerên DYAyê dest pê kiriye.
20 Kanûn 2018
Pentagonê firotina mûşekên Patriotê bo Tirkiyeyê pesend kiriye
Pentagonê aşkere kiriye, ku wan firotina sîstema mûşekên Patrîotê bo Tirkiyeyê pesend kiriye. Herweha bihayê mûşekên Patrîotê 3 milyar û 500 milyon dolar e.
19 Kanûn 2018
Dengdayîna ji bo Birexitê wê di hefteya 3em ya meha Kanûna Paşiyê de bikin
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, ji ber ku pêvajoya Birexitê rê jê nediçû û xitimîbû biryara dengdayînê ji bo Birexitê li parlamentoyê daye. Herweha May dîroka dengdayînê jî diyar kiriye.
18 Kanûn 2018
Ew kesê ku guman heye wî êrîşa li Strasbourgê kiribe hatiye kuştin
Roja Sêşemê êrîşkarekî li Strasbourgê li Meydana Noelê bi çekan li xelkê li meydanê reşandibû, sê kes kuştibûn û 13 kes birîndar kiribûn. Polîsên Fransayê diyar kiriye ku ew êrîşkar kesekê bi navê Cherif Chekatt e û wan ew kuştiye.
14 Kanûn 2018
Êrîşkarekî, li Strasbourgê ya kêm sê kes kuştine
Êrîşkarekî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji sê cihan gulle li xelkê reşandine û ya kêm sê kes kuştine 13 kes birîndar kirine. Birîna 8 birîndaran giran e.
12 Kanûn 2018
Hûsî û rêveberiya Yemenê ji bo aştiyê wê li Stockholmê bicivin
Rayedarên dewleta Yemenê û Hûsiyên serhildêr wê bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî li Stockholmê werin ba hev. Pêvajo îro dest pê dike.
6 Kanûn 2018
Cihê agir lê belav bûyî qasî 34 hezar yarîgehên fûtbolê ye
Li Dewleta Californiayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji 8ê Çiriya Paşiyê ve agirî girtiye daristanan. Ji ber agirî 58 kes mirine.
15 Mijdar 2018
Dema cezayê Amerîkayê dayî Îranê îro dest pê dike
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dabû zanîn ku piştî biryara îmzenekirina hevpeymana ji bo enerjiya nûkleer ceza dê li Îranê bê birîn. Dema cezayan îro dest pê dike.
5 Mijdar 2018
Îtalyayê cezayê pereyan li Apple û Samsungê biriye
Îtalyayê bi hinceta ku bi zanebûn telefonên mobile ên modelkevin giran kirine, bi milyonan euro cezayê pereyan li Apple û Samsungê biriye.
25 Cotmeh 2018
Moody’sê notên 9 bankên Tirkiyeyê daxistiye asta B2yê
Moody’sê asta nota neh bankên Tirkiyeyê kêm kiriye. Akbank, Alternatifbank, ING Bank, QNB Finansbank, Ziraat Bankasi, Türk Ekonomi Bankası, Garanti Bankası, Vakıfbank û Yapı ve Kredi Bankası ne ev bankên ku notên wan hatine kêmkirin.
27 Îlon 2018
"Merkel wê neçe ser sifreya Erdoganî"
Serokwezîra Almanyayê Merkel û Wezîrê Karên Derve Maas jî li gel gelek siyasetmedarên din beşdarî wê bernameya xwarinê nabin ku ji bo Erdoganî wê çêbibe. Steinmeier, Serokomarê Almanyayê roja pêşnceşemê wê ji bo Erdoganî xwarinekê bide.
25 Îlon 2018
Rûsya: Sûriyeyê balafira me xistiye, berpirsa bûyerê Îsraîl e
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, İgor Konaşenkovî diyar kiriye balafirên Îsraîlê, balafirên Rûsyayê pey xwe birine cihên sîstema paraastina hewayî ya Artêşa Sûriyeyê û sîstemên parastina hewayî li balafirên wan daye, 15 leşkerên wan mirine.
18 Îlon 2018
Sekreterê Giştî yê NYyê: Ji bo agirbesta li Idlibê divê hemû tişt bên kirin
Nûnera DYAyê di civîna li ser Idlibê û Lûtkeya Tehranê de “banga agirbestê ya Tirkiyeyê” bi bîr xistiye. Sekreterê Giştî yê NYyê jî gotiye ku li Idlibê sivîl dimirin û bang li Tirkiye, Rûsya û Îranê kiriye ku, “ji bo agirbestê her tiştî bikin.”
12 Îlon 2018
Bachelet: Dîwarên li pêşiya koçberan tên lêkirin tenê dibin sedema dijminatiyê
Michelle Bachelet, Komîsera Nû ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) di axavtina xwe ya Cenêvê de polîtîkayên welatan ên derbarê koçber/penaberan de rexne kiriye. Bachelet gotiye; “Dîwarên li pêşiya koçberan tên lêkirin tenê dibin sedema dijminatî, kaos û perîşaniya zêdetir”.
10 Îlon 2018
NY ji bo aştiya li Sûriyeyê wê hewldaneke nû bide destpêkirin
Staffan de Mistura Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê ji bo Sûriyeyê ji bo aştiya li Sûriyeyê wê hewldaneke nû bide destpêkirin. Nûner, wê bi komên ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re gotûbêjan bike.
10 Îlon 2018
Di hilbijartina Swêdê de dengên Bloka Çep û Bloka Rast gelekî nêzî hev in
Li gor lêkolîna ji lokalên dengdanê, di hilbijartina duh a Swêdê de bloka çep ji sedî 40.6, bloka rast jî ji sedî 40.3 deng bi dest xistiye. Demokratên Swêdê ji sedî 17.6 deng standiye ku weke partiyeke rast a tundrewan tê nasîn.
10 Îlon 2018
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Zaharova: Tirkiye û Rûsya dê ji bo sivîlên li Idlibê bicivin
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaharovayê diyar kiriye ku nûnerên Tirkiye û Rûsyayê dê li Îranê ji bo sivîlên li Idlibê bicivin.
7 Îlon 2018
Wezîrên Almanya û Tirkiyeyê li ser Idlibê axivîne
Wezîrên karê derve yên Tirkiye û Almanyayê li Enqereyê civiyane. Wezîrê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglûyî diyar kiriye ku ew bi taybetî li ser Idlibê axivîne.
6 Îlon 2018
Sûriye: Aşkere ye ku DYA û hevalbendên wê alîkariyê didin DAIŞ û El Nûsrayê
Rêveberiya Sûriyeyê îdia kir ku DYA û hevalbendên wê bi rêya Ûkrayna û welatên Balkanan çekan didin DAIŞ û Nûsrayê.
4 Îlon 2018
Trump: Rûs û Îranî xeletiyeka mezin dikin
Ji bo operasyona li ser Idlîbê mizakere têne kirin. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Twîtterê fikrên xwe diyar kirine.
4 Îlon 2018
Rûsyayê Piştî 22 Rojan Êrîşî Idlîbê kir
Çavên her kes li benda civîna di navbera Rûsya-Îran-Tirkîyeyê bû, lê Rûsya îro piştî 22 rojan yekem carî êrîşî Idlîbê kir. Dê civîn 7ê îlonê li Tehranê bê kirin.
4 Îlon 2018
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Rewşa Idlibê wê roja 7ê Îlonê diyar bibe
Welîd Muallim, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ji Russia Todayê saziya fermî ya Rûsyayê re axivî ye. Muallim gotiye ku rewşa Idlibê di civîna ku 7ê Îlonê li Tehranê çêbibe wê diyar bibe. Tirkiye, Îran û Rûsya wê beşdarî vê civînê bibin.
3 Îlon 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Brezîlyayê agir bi muzeyê ketiye
Duh bi şev li Rio de Jenarioyê agir bi Muzeya Netewî ketiye. Muzeya 200 salî di encama şewatê de xisareke mezin dîtiye û gelek tiştên di navê de bûne xwelî.
3 Îlon 2018
NYyê ji bo Idlibê hişyarî daye Rûsya, Îran û Tirkiyeyê
Staffan de Mistura nûnerê daimî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo operasyona Idlibê hişyar kiriye ku plan dikin piştgiriyê bidin operasyonê. Di Mistura wiha gotiye: “Her du alî jî dikarin çekên kimyewî bi kar bînin, dibe ku firtoneyek bêçêkirin.”
30 Tebax 2018
Mattîs: Em pêşniyara kirîna S-400an li Tirkiyeyê nakin
Jim Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê ji bo moşekên S-400î yên ku wê Tirkiye ji Rûsyayê bikire gotiye, “em bi fikar in”. Mattis her weha diyar kiriye ku ji bo mijara balafirên şer ên F-35 ew bi Tirkiyeyê re diaxivin.
29 Tebax 2018
Neteweyên Yekbûyî bangî Tirkiye û Îranê kiriye ku bicivin
Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî, Steffan De Misturayî bangî Tirkiye û Îranê kiriye ku ew ji bo kêşeyên li Sûriyeyê, li Cenevê bicivin.
24 Tebax 2018
Li Parîsê kesekî bi kêrê êrîş kiriye: 2 kes mirine
Li Parîs, paytexta Fransayê kesekî bi slogana “Allahûekber” “erîşî kesên li derdorê kiriye. Di encamê de 2 kes mirine, kesek jî birîndar bûye. Hat diyarkirin ku êrîşkar ji hêla polîsên Fransî ve hatiye kuştin.
23 Tebax 2018
Gelo Almanya dê alîkariya aboriya Tirkiyeyê bike an na?
Piştî ku serokê Partiya Sosyal Demokratan(SDP) Andrea Nahlesê pêşniyar kir, divê Almanya alîkariya ekonomîk bide Tirkiyeyê serokwezîra wî welatî diyar kiriye ku Tirkiye ne hewceyî alîkariyan e.
21 Tebax 2018
1
...
10
11
12
13
14
...
19
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver