Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilizî bitikîne
Sêyemîn daneşîna doza medyayê ya hewldana darbeyê li 26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê li Çaglayanê dest pê kir ku Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di nav de 17 kes tên dadgehkirin.
Serokê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Pierre Haski, Nûnerê Tirkiyeyê yê RSFyê Erol Onderoglû, ji Article 19yê Georgia Nash, Dîrektora Paravzaniyê ya Pen Internetionalê Sarah Clarke, ji Norwêc PENê eugene Schoulgin, nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navdewletî û dîplomatên Swêdê, Fransayî, Belçîkî, Çekyayî û Norwêcî dozê dişopînin.
Heyeta dadgehê salon vala kir
Ahmet û Mehmet Altan ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya Pergala (Sîstema) Peywendîya bi Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî daneşînê dibin ku 417 roj in girtî ne.
Gumanbarên din li salona daneşînê beşdar dibin.
Çavlirêye ku dozger nêrîna xwe ya derbarê esasê de bîne ziman.
Di destpêka daneşînê de Kemal Selçûk Yalçin Serokê Heyeta Dadgehê, parêzer Ergîn Cînmen ê ku xwest beriya mutalaayê biaxive bi darê zorê derxist ji der ve. Paşê jî salon vala kir û navber da daneşîne.
Piştî ku daneşîn careke din dest pê kir Yalçinî vê carê nehişt parêzer Yasemîn Çalikûşû biaxive û ew ji salonê derxist. Çalikûşûyê daxwaza retkirina dadwer kir.
Cînmen: Bêtehemuliya li hemberî parastinê ye
Cînmen ji bianetê re axivî û got, wan ji bo parastinê daxwaza axavtinê kiriye, lê heyetê destûr nedaye vî tiştî û li ser israra wan, heyetê ew ji daneşînê avêtiye: “Ev bêtehemuliya li hemberî mafê parastinê ye. Me xwest ku em mafê xwe yê parastinê bi kar bînin lê me ji daneşînê avêtin”.
Piştî van pêşketinan Ferat Çagil parêzerê Altanan jî ji daneşînê hat avêtin ku xwest biaxive. Melîke Polat parêzera dawî ya Ahmet û Mehmet Altan daxwaza retkirina dadwer kir lê Serokê Heyetê Yalçin Polatî ew jî derxist derve. Li ser vê bûyerê Ahmet û Mehmet Altan bê parêzer man.
Dozgerê dozê ji ber ku di dozê de nû ye ji bo amadekirina mutaalaya derbarê esasê de daxwaza pêvedemê kir. Her wiha daxwaz kir ku gumanbar girtî bimînin. Dûrsûn Çîçek Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê û parêzerê berê daxwaz kir ku beşdarî dozê bibe.
Ilicak: Ez nikarim vê qebûl bikim
Di daneşînê de nêrîna Nazli Ilicakê ya derbarê mutalaayê de hat xwestin. Ilicakê got ku 3 daneşînin dadwer û dozgerê dozê diguhere û ew jî ji bo dadgehkirina adilane ne normal e.
Ilicakê daxwaz kir ku demeke din ji bo parastinê bidin wan û bibîr xist ku hin tweetên li dijî darbeyê par ve kiriye û wiha berdewam kir: “Ez dikim nakim qebûl nakim. Ez hêrs dibim. Hûn dikarin ji kesî re bibêjin Nazli Ilicak darbekar e. Ez wisa bawer dikim ku wê DMME biryara binpêkirinê bide. Ez naxwazim ku Tirkiye careke din bi biryara binpêkirinê re rû bi rû bimîne.”
Ilicakê got ku ew di nava şert û mercên zehmet de ye û xwest ku serbest bimîne.
Mehmet Altan: Ji ber ku parêzerên min tune ne ez tehliyeya xwe dixwazim
Mehmet Altan jî wiha got:
“Gelo dozgerî nû îdianame xwend an na? Heke nexwendibe çawa dikare bixwaze ku rewşa girtîtiyê berdewam bike? Di yasayan de gelo sûcekî weke mesajên sûblîmînal heye? Ez tengezariya wî tiştî dikişînim ku bêyî ti delîl hebin û bi heman kaxizan 429 roj in ez girtî me. Ji bo Xwedê delîlekê nîşan bidin. Neteweyên Yekgirtî ji bo dozê “şano” dibêje. Gelo çima yên di rewşa me de ne bêyî ku girtî bimînin tên dadgehkirin, lê em girtî ne? Çima sînordarkirin ji bo parêzeran heye? Ez li bende me ku hûn biryara retkirina dadwerî bidin lê ji ber ku parêzerên min tune ne ez bi xwe daxwaza tehliyeya xwe dikim.”
Ahmet Altan jî got; “NYyê di rapora xwe ya ji bo DMMEyê ‘ji bo vê dozê şano’ got. Gavek berê dema ku min li replîkên dozgerî guhdar dikir, min fam kir ku şanogerek e. Dozgerekî ku ne serwerî dosyayê be çawa dikare jiberkirî biaxive. Hiqûqeke wiha nabe, dadgeheke wiha nabe. Gotinên min ev in.”
Biryara tehliyeyê derneket
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe da û got ku kesên girtî wê neyên tehliyekirin. Dadgehê daxwaza beşdariya Parlamentoyê qebul kir lê daxwaza Serdar Ozturk, Dûrsûn Çîçek û Hasan Ataman Yildirimî ret kir.
Heyetê her wiha bi îdiaya ku daxwazên retkirina dadwerî armanca dirêjkirina daneşîna ye qebûl nekir û biryar girt ku doz di 11yê Kanûna Pêşiyê de berdewam bike.
6 jê girtî 17 kes tên dadgehkirin
Di doza ku di çarçoveya lêpirsîna “FETO”yê de nivîskar Ahmet Altan, nivîskar Mehmet Altan û rojnameger Nazli Ilicak, Berwirsê Berê yê Weşanê yê Rojnameya Zamanê Ekrem Dûmanli, nivîskarê berê yê Rojnameya Tarafê Emre Ûslû, rojnameger Tûncay Opçîn, nûnerê Washingtonê yê televizyona Samanyolûyê Şemseddîn efe, Berpirsê Berê yê Weşanê yê Rojnameya Today’s Zamanê Bulent Keneş, Profesor Osman Ozsoy, Nûçegîhanê Îsraîlê yê Rojnameya Zamanê Abdulkerîm Balci, Alîkarê Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Zamanê Mehmet Kamiş û rêveberê wê Farûk Kardiç, Rêveberê Dîzaynê yê rojnameyê Fevzî Yazici, dersdêrê Akademiya Polîsan Şukru Tûgrûl Ozşengul, Midûrê markayê yê Rojnameya Zamanê Yakûp Şîmşek, xebatkare rûpela çand û hunerê yê Rojnameya Zamanê Alî Çolak û Tîbet Mûrat Sanliman xwediyê ajansa ku hatiye tespîtkirin filmê reklam a di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015yê de hatiye weşandin û tê îdiakirin bangewaziya darbeyê dike tên dadgehkirin.
Nazli Ilicak, Yakûp Şîmşek, Mehmet Altan, Ahmet Altan, Şukru Tûgrûl Ozşengul û Fevzî Yazici di dozê de girtî tên dadgehkirin.
Ji bo Abdulkerim Balcı, Ali Çolak, Bülent Keneş, Ekrem Dumanlı, Emrullah Uslu (Emre Uslu), Faruk Kardıç, Mehmet Kamış, Osman Özsoy, Şemseddin Efe, Tuncay Opçin biryara zeftkirinê hatiye derxistin.
Erdogan dozdar e
Îdianame ji hêla Dozger Can Tûncay Ji Buroya Sûcên Birêxistinî û yên Terorê yê ji Dozgeriya Komarî ya Stenbolê hatiye amadekirin û 247 rûpel e. Di îdianameyê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokatiya Parlamentoyê û Hikûmeta 65an bi hinceta ku zirar ji sûcî dîtine weke dozdar cî digirin.
Cezayên ku tên xwestin
Ji bo Altanan û Ilicakê bi sûcê ku “digel ku ne endam in lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtine; ji bo Dûmanli, Ûslû û Opçînî “ji ber hewldana derbeyê” sê caran cezayê muebeta giran a girtinê û “ji endamtiya rêxistinê” ji 15 salan heta 22 sal û nîvan cezayê girtine; ji bo Ûslûyî her wiha bi sûcê ku “gel bi kîn û dijminahiyê tehrîk kiriye” heta sê salan cezayê girtinê; ji bo Sanilmanî “ji ber alîkariya bi rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtinê û ji bo kesên din jî “ji ber hewldana darbeyê” 3 caran cezayê muebetê yê giran yê girtinê tê xwestin. (EA/FD)