Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / inglîzî bitikîne
Antony Blinkenê ku Joe Biden, Serokê nû yê DYAyê wê wî bike Wezîrê Karûbarên Derve gotiye ku di dema wezîfeya wî de ew ê binêrin bê ka ji bo Tirkiyeyê cezayên nû hewce dike yan na.
Blinkenî gotiye ku Tirkiye weke hevalbendan tevnagere û wiha dewam kiriye: “Nayê qebûlkirin ku qaşo hevalbendê me yê stratejîk, bi Rûsyayê re ango mezintirîn rikeberê me yê stratejîke re li ser heman xetê be.”
Blinkenî ji pirseke din a derbarê Tirkiyeyê de ya senatorekî din wiha axiviye: “Divê em li bandora mieyideyên heyî binêrin û biryarê bidin bê ka hewce bi mieyideyên zêdetir heye yan na. Tirkiye hevalbendeke lê li gelek deveran weke hevalbendan tevnagere. Ev ji bo me rewşeke zehmet e.” (TP/FD)