Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya, têkildarî çalakiyên ku bi desteserkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re dest pê kirin daxuyanî da.
Yerlîkaya îdia kir ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel "banga daketina kolanan" kiriye û got, "Piştî vê bangê pêvajoyeke ku gefê li aramî û ewlehiya welatê me dixwe, hat jiyîn. Di vê pêvajoyê de hewl hat dayîn ku siyaseta kolanê were rewakirin."
Yerlîkaya di daxuyaniyê de weha gotiye, “Piştî van çalakiyên dawî hezar û 879 gumanbar hatin desteserkirin. 260 ji wan hatin girtin. Ji bi 468 kesan biryara şertê kontrola edlî hat dayîn. Karên hiqûqî yên 662 kesan didiomin. 150 polîsên me birîndar bûn."

Li Stenbolê di 5 rojan de 20 jê zarok 447 kes hatin desteserkirin
Tenê li Stenbolê 177 kes hatin girtin
Baroya Stenbolê duh (26ê Adarê) ragihand ku tenê li Stenbolê ji 21ê Adarê û vir ve 447 kes ku 20 ji wan zarok in hatine desteserkirin û ji wan girtiyan 177 kes hatine girtin.

Polîsan li Stenbol û Enqereyê bi ser malan de girtin: 22 kes hatin desteserkirin
(RT/AY)