* Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fehmî Tosûn, di 19ê Çiriya Pêşiyê ya 1995an de, saet li derdora 19.00ê ji ber mala xwe ya li Avcilara Stenbolê, li ber çavê hevjîna wî û zarokên jî revandibûn. Tosûn bi wesayîtekê revandibûn ku plakeya wê 34 UD 597 bû. Ji wê rojê û pê de aqûbeta Tosûnî ne diyar e.
Serdozgeriya Komarî ya Kuçukçekmeceyê derbarê windakirina Tosûnî ya bi darê zorê, lêpirsînname amade kiribû. Dozgeriyê di sala 2015an de bi hejmara 25023ê biryar dabû ku “dema qanûnî” di ser re bihuriye.
Malbat û parêzerên Tosûnî gelekî hewl dabûn lê di encama vê biryarê de doza Tosûnî bê encam mabû.
Parêzerên Tosûnî ji bo diyar bibe bê ka ew wesayita ku Tosûn pê revandine, li ser navê kê ye, gelek hewl dan. Lê bi sedema “veşarîtiya jiyana taybet” ev zanyarî bi wan re nayê parvekirin.
Parêzeran di 9ê Îlona 2015an de ji bo bersivê bide serî li Wezareta Karûbarên Navxweyî dabû. Lê Wezaretê bi sedema “veşarîtiya jiyana taybet” a xala 21em a Qanûna bi hejmara 4982yan, bersiveke neyênî nedabû parêzeran.
Oya Ersoy, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û gotiye ku dozgeriyê lêkolîna delîleke gelekî girîng nekiriye.
Ersoyê ev pirs arasteyî Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî kirine:
(AS/FD)