Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm wê bên nîşandan.
Di fîlmê "Uncharted"ê dê Tom Holland, Mark Wahlberg, Antonio Banderas, Sophia Elî û Tati Gabrielle dileyîzin û cureya fîlmê aksiyon e.
Fîlm ji ber seriya lîstikên vîdeo hatiye çêkirin. Derhêner Ruben Fleischer e.
Jennifer Lopez, Owen Wilson, Sarah Silverman û Chloe Coleman di fîlmî de dileyîzin û cûreya fîlmî romantîk-komedî ye.
Kat Coiro derhênera fîlm e û Lopez di fîlmê da rola "Kat Valdez"ê, Owen Wilson jî rola "Charlie Gilbert"ê mamosteyê matematîkê hildaye ser xwe.
Kenneth Branagh derhêner û lîstikvan e. Ev fîlm dewama "Kuştina di Ekspresa Rojhilatêde" ye. Fîlm ji ber pirtûka Agatha Christie ya ku di sala 1937an da hatiye çapkirin, hatiye girtin.
Di fîlmî de Hercule Poirotê dedektîf rastî cinayeteke nû tê. Gal Gadot, Emma Mackey, Armie Hammer û Rose Leslie lîstikvanên fîlmî ne.
Mîa Hansen Love derhêner e û Tim Roth, Mia Wasikowska, Vicky Krieps û Grace Delrue lîstikvan in.
Di fîlmî de behsa hezkirina Bergmanê tê kirin. Cûreya fîlmî jî dram e.
Derhênerên fîlmê Ozgur Bakar û Bîlal Kalyoncu ne. Lîstikvanên fîlmî Cengîz Coşkûn, Halûk Piyes, Caner Kûrtaran, Vîldan Atasever û Hasan Kûçûkçetîn in.
Fîlm behsa şerê Milazgirê dike.
Derhênerê fîlmî Ûmût Kaya ye, cureya wê komedî ye.
Lîstikvanên fîlmî Tûran Ozdemîr, Ayça Ekîn Begen, Melîs Bûse Betkayan û Aytaç Ozgûr in.
Derhênerên Fîlmê Cemal Aşkin Alpçetîn û Can Yelkenciler in, cureya wê tirs e.
(FD)