Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 5 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Di fîlmê "Black Widow"da Scarlett Johansson dilîze.
Cate Shortland derhêner e û Florence Pugh, David Harbour, O-T Fagbenle û Ray Winstone dileyîzin.
Di vî fîlmî de Scarlett Johansson di rola Natasha Romanoffê de ye û qala çîroka Black Widowê tê kirin.
Michael Chaves derhêner e û Vera Farmiga, Patrick Wilson, Julian Hilliard, Charlene Amoia û Sterling Jerins lîstikvanên filmî ne.
Sam Barrett derhêner e ku filmê tirsê ye. Behsa çîroka keçikekê dike ku wêneyên cînayetan xêz dike.
Amanda Woodhams, Liam Graham û Nicola Bartlet tê da dileyîzin.
Harry Macqueen derhêner e û kesên wekî Colin Firth, Stanley Tucci, Pippa Haywood û Nina Marlin tê da dileyîzin. Di fîlmî da zilamek nexweş dikeve û hevalê wî bi karavanê va wî li hemû Ingilistanê digerîne.
Cureya wê anîmasyon e, Evan Tramel derhener e û qala çîroka Barney, Scout û Axleya dike ku ber bi welatê xeyalî va rêwîtiyê dike. (FD)