Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê De (CFWIJ) daneyên tundkariya li ser rojnamegerên jin ên sala 2021an aşkere kiriye. Li gorî van daneyan,
Di dema bîranîna Qetlîama Pirsûsê de polîsan midahele li rojnamegeran kirine ku bîranîn dişopandin. Di vê çalakiyê de heşt jê rojnamegerên jin, gelek rojnameger bi gaza rondikrij û guleyên plastîk birîndar bûne.
CFWIJê li dijî tundkariya polîsan a li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe kampanyayek daye destpêkirin. Kampanya bi sernavê “Bila tundkariya polîsan a li ser rojnamegeran bidawî bibe” wê birêve biçe. Koalisyonê ev zanyarî dane:
“Li Tirkiyeyê îsal hema hema her roj polîsan tundkarî li rojnemgerên jin kirine. Li gor daneyên ku me par tomar kirine, tundkariya polîsan a li ser rojnamegerên jin îsal ji sedî 158,82 zêdetir bûye. Polîs li qadên ku rojnamger ji bo nûçeyan diçinê, tundkariya laşî û devkî li wan dikin û gefê li wan dixwin.”
Koalîsyonê bi hashtaga #GüvendeDeğiliz (Em ne di nava ewlehiyê de ne) kampanyayek daye destpêkirin û xwestiye ku piştgiriya wan bê kirin. (AÖ/FD)