Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Talîbanê piştî ku roja duşemê tevahiya welêt bi dest xist, duh hikûmeta xwe ya demkî aşkere kiriye.
Molla Mûhammed Hasan Ahûnd, bûye Serokwezîrê hikûmeta Talîbanê.
Gelek ji kesên bûne wezîr, serkirdeyên rêveberiya Talîbanê ne.
Zabîhûllah Mucahîd, Berdevkê Talîbanê li Kabûlê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye ku hîna tevahiya lijneyê aşkere nebûye û gelek kes wê wekîltiyê bikin.
Hasan Ahûndê bûye serokwezîr, di desthilata Talîbanê ya di navberên salên 1996 û 2001ê de, alîkarê wezîrê karûbarên hundir bû.
Sîrajûddîn Hakkanî, bûye wekîlê wezîrê karûbarên hundir. Hakkanî weke berpirsê gelek êrîşên bombeyî tê zanîn ku yek ji wan teqîna di sala 2017an de ye. Ev teqîn li Kabûlê pêk hatibû û ji 150yî zêdetir mirov miribûn.
Kesên din ên ku di Lijneya Wezîran de cih girtine ev in:
(PT/FD)