Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu danê sibê li Kolana Îstîklalê li cihê teqîn çêbûye daxuyanî daye.
Soylû di daxuyaniyê de diyar kiriye kesê ku bombe daniye Kolana Îstîklalê ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hatiye desteserkirin.
Soylu ragihandiye ku “Di çarçoveya zanyariyên li ber dest de PKKyê êriş pêk aniye” Her weha Soylû navên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane jî eşkere kiriye.
Soylu dayw zanîn ku ji 81 birîndaran rewşa 2yê wan giran e, 5 kes jî di lênihêrîna giran de ne û 50 kes jî ji nexweşxaneyê derketine.
Soylu wiha axivî: “Nirxandineke me ya wiha heye ku fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye. Nirxandineke me jî ew e, ku êrîşkar ji Efrînê derbas bûye. Helbet ev bûyer qet nebûya û kesekî canê xwe jidest neda. Niha li derveyî sînor bi hezaran qehreman, li nav welat li çiya bi hezaran qehreman û li nav bajaran bi hezaran qehreman tenê li dijî terorê tekoşînê dikin.”
“Pêş demekê berpirsa bûyerê, kesê ku bombe daniye ji aliyê tîmên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê ve hat desteserkirin. Di ber wêya jî nêzîkî 21 kesan hatibûn desteserkirin. Ez jibo hewldanên wan spasiya hevalê xwe dikim. Di îfadeyên xwe de gotin, ku eger dê nehatibana girtin, dê biçûna kîderê. Ev jî diyar dike, ku em bi operasyoneke çawa re rûbirû ne. Rûyê terorê bi êş e. Lê berdêla wê çi be, em dê tekoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin.”
“Bi taybetî durûtiya qaşo hevpeymanên me ku xwe wek dost nîşan didin, li welatê xwe cî didin van terorîstan û li senatoyên xwe bi awayekî fermî pereyan bo wan dişînin, li holê ye. Li gor zanyariyên me bidest xistine rêxistina terorê PKK ye.”(HA/AY)