Serok û hevserokên partiyan dengên xwe dane û peyama xwe ya ji bo hilbijartinê gotine.
Serokkomar û serokê Partiya Edalet û Pêşdeçûnê(AKP) Recep Tayyip Erdoganî dengê xwe li Stenbolê daye.
Wî li ser hilbijartinê gotiye:
"Meseleya li Meletiyê qewimî em xemgîn kirin, divîya ev yek çênebûya. Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî li ser vê yekê lêkolînan dikin. Heta niho pêvajo baş diçe."
Hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Pervin Buldanê jî dengê xwe li Stenbolê daye. Wê gotiye piştî dengdanê ew ê rasterast biçe Amedê û li wê derê li çûna qeyûman binêre.
Seroka Partiya Baş(ÎYÎ Partî) Meral Akşenerê jî dengê xwe li Stenbolê daye û gotiye her tişt dê baş bibin.
Seroka Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdarogluyî dengê xwe li Enqereyê daye. Wî gotiye "Înşallah piştî Adarê bihar ê bê"
Serokê Partiya Neteweperwer a Gelî(MHP) dengê xwe li Enqereyê daye. (AS/MB)