Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Çayirovayê, navçeya Kocaeliyê ya AKPyî destûra şanoya kurdî ya bi navê “Don Kîxot” nedaye.
Seyme Organîzasyon ya ku organîzasyona lîstika “Don Kîxot” ya Şanoya Bajêr a Amedê dike, li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku digel peymana wan heye, şaredariyê destûr nedaye ku şano were lîstin:
Kocaeli'de 28 Mayıs tarihinde @amedtiyatro'nun sahneleyeceği "Don kîxot" oyunu için salon sözleşmesi yapılmış olmasına rağmen Çayırova Belediyesi'nce tarafımıza salonun başka bir organizasyona tahsis edildiği bilgisi verilmiştir. pic.twitter.com/Wa3AaxJlzx
— SEYME Organizasyon (@seymeorg) May 16, 2022
“Digel peyman bi salonê re hatiye çêkirin ku lîstika ‘Don Kîxot” a wê Şanoya Bajêr a Amedê di 28ê Gulanê de li Kocaeliyê bilîze, Şaredariya Çayirovayê zanyarî da me û got, salon ji bo organîzasyoneke din dayîn.
Bixwîne - Şaredariya AKPyê konsera Aynûr Doganê qedexe kiriye
“Roja 13ê Gulanê saet di 22.30 deqîqeşan de, ne di saetên karkirinê de bi telefonê ev zanyarî dan me û bi vê helwestê peyman binpê kirin. Ev biryarên ku li bajarê Kocaeliyê ji bo lîstika Don Kîxot û konsera Aynûr Doganê hatine dayîn, helwesteke li dijî çand û hunera kurdî ye û nayên qebûlkirin.”
Rayedarê şîrketê, Yasîn Gungorî ji bianetê re got, duh di heman saetên ku konsera Aynûr Doganê betal bûye, ji Şaredariyê telefonî wan kirine û gotine, wan bi şaşî salon daye wan. Rayedarî diyar kir ku ew ê dozê li dijî vê biryarê vekin û sibê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Duh jî Şaredariya Derînceyê ya navçeya Kocaeliyê konsera Aynûr Doganê ya ku wê di 20ê Gulanê de pêk bihata, qedexe kiribû.
Bixwîne - Şanoya Bajêr a Amedê wê vê carê bi lîstika "Don Kîşotî" derkeve ser dikê
Ji ber romana “Don Kîxot” a Miguel de Cervantesî hatiye girtin. Ferhad Feqî derhênerê lîstikê ye û Dilawer Zeraqî wergera metnê kiriye.
Lîstikvanên Şanoya Bajêr Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Elvan Koçerî, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz wê di lîstikê de dilîzin.
(FD)