Fotograf: Aynûr Dogan / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Derînceyê, navçeya Kocaeliyê konsera ku wê Aynûr Doganê pêk bianiya, qedexe kiriye.
Şaredariya AKPyî li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye ku “Di encama lêkolînên berfireh de, diyar bûye ku ne guncav e.”
Di nava rojê de hin hesabên Twitterê dest bi reşkirina Aynûr Doganî kiribûn ku di nava wan de hin kesên AKPyî û nêzîkî wê hebûn. Piştî vê rewşê, Şaredariya Derînceyê, biryara betalkirinê daye.
Piştî daxuyaniya Şaredariya Derînceyê, gelek kesan li ser hesabên xwe yên şexsî bertek nîşan dan û mijar di rojeva Twitterê de derket rêzên serî.
Şaredariyê di derengê şevê de dîsa daxuyaniyek weşand û îdia kir ku “destûr nehatiye standin.”
Doganê wê di 20ê Gulanê de li navçeya Derînceyê konserek bida.
"Em ji biryarê ne agahdar bûn"
Gergedan Yapim û BGST Organîzasyona ku konserên Aynûr Doganê organîze dikin, daxuyaniyek weşandiye û gotine ku bêyî ji wan re tiştekî bibêjin konsera Doganê betal kirine:
“Em ji hesabê Twitterê yê Şaredariya Derînceyê agahdar bûn ku konsera Aynûr Doganê ya me yê di 20ê Gulanê de li sahneya servekirî ya Derinceya Kocaeliyê pêk bianiya, betal bûye. Weke hemû karên me yên berê, digel ku me dekontên sencandinê yên bernameyên me yên 20 û 25ê Gulanê şanî dane û xebatên wan qedandine, konser bi mehneya “di necama lêkolîna berfireh de diyar bûye ku ne guncav e” Şaredariya Derînceyê beriya konserê bi pênc rojan bêyî ji me re tiştekî bibêje, betal kiriye. Konsera me ya 25ê Gulanê ya me di hemû şert û mercan de kar û barên wê kirin, dewam dike lê em nikarin konsera Aynûr Doganê pêk bînin.
“Me bi heyecaneke mezin dest bi tûrneya Tirkiyeyê ya hunermenda me Aynûr Dogan ya li gelek welatên cîhanê konseran dide û bi heyrantî tê şopandin kir lê ev bûyer û ev biryara li gorî me bêhincet e, ji bo cîhana çand û hunerê û welatê me metirsîdar e.”
Di heman daxuyaniyê de diyar kirine ku wê tûrneya Tirkiyê ya Aynûr Doganê ya 18ê Gulanê wê li Îzmîrê dewam bike lê li Koaceliyê pêk neyê.
Kiliçdaroglûyî bertek nîşan daye
Piştî ku konsera Doganê hate qedexekirin, gelek kesan bertek nîşanî biryara Şaredariya Derînceyê day. Her weha Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglûyî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û strana Dar Hejîrokê ya Aynûr Doganê belav kiriye.
Gece müzik yasak.
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) May 15, 2022
Gençler KPOP seviyor, yasak.
AKP belediyesinde Kürtçe müzik yasak.
Eğlenmeyi yasaklayan bir anayasa değişikliği getirsinler, yakışır onlara.
Özgür doğduk, özgür öleceğiz bu vatanda. Bunu kafana sok AKP.
Geceye Dar Hejiroke iyi gider…https://t.co/iQAo7lJh7L https://t.co/3Y4m5toa8U
Kiliçdaroglûyî gotiye: “Bi şev muzîk qedexe ye. Ciwan ji KPOPê hez dikin, qedexe ye. Li şaredariay AKPyê muzîka kurdî qedexe ye. Bila di destûra bingehîn de guhertinekê bikin ku pê kêfxweşbûnê qedexe bikin, li wan tê. Em li vî welatî azad ji dayik bûn, em ê azad bikirin. Vê bixe serê xwe AKP. Şev wê bi Dar Hejîrokê xweş be.”
(RT/FD)