Rapora "Di meha Hezîranê de Binpêkirinên Mafên LGBTI+yan" ya ku ji Komeleya Kaos GLyê Defne Guzelê amade kiriye, îro hat weşandin.
Di raporê de bal kişandine ser binpêkirinên mafan û cezayên qanûnî yên li dijî LGBTÎ+yan ên ku di Meşên Rûmetê yên meha Hezîranê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin lidarxistin.
Rapor bi sernavên, "Bîlançoya Meha Rûmetê", "Binpêkirin", "Hedefnîşandan" û "Rewşa Dozan" hatiye amadekirin. Mijarên di raporê de derketine pêş weha ne:
Sansurkirina Sonda Doktoran: Li Enqere, Bolu û Orduyê gotina "meyla zayendî" hat qedexekirin, xwendekaran protesto kirin.
Li Eregliyê Tacîza Polîsan: Li Eregliya Zonguldakê polîsan derbarê 2 kesan de lêpirsîn da destpêkirin.
Li Meclîsê Çenteyê Bi Rengê Keskesor Hat Astengkirin: Di serdana Meclîsê de çenteyên bi rengê keskesorê hat astengkirin.
Li Bursayê Plaj Hat Girtin: Li Karacabeyê plaja jinan hat girtin.
Qedexekirina Lîstikên Dîjîtal: Lîstikên bi navê Tell Me Why Dragon Age ji ber naverokên LGBTI+yan hatin qedexe kirin.
Transfobiya li LC Waikikiyê: Karkera jin a trans ji kar hat derxistin.
Êrîşî Mika Raunê kirin: Jina trans Mika Raunê rastî êrîşê hat.
Komeleya Jinan a Komarê, Akit, Platforma Malbata Mezin: LGBTI+ hedef girtin.
Serokê Meclisê: Serdana Platforma Malbata Mezin qebûl kir û LGBTI+ wek ji rê derketî bi nav kir.
Kovara ku Piştevaniya wê Diyanet dike: LGBTI+ hedef girtin.
Serokomar: Kêmbûna rêjeya çêbûna zarokan bi LGBTÎ+yan ve girêda.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya ji bo Kayayê: Ji bo aktîvîsta mafên LGBTI+yan Efruz Kayayê ku di sala 2019an de xwestibû nûçeyên cudaxwaz were astenkirin, biryara erênî hat dayîn.
Doza Ahmet Yildizê: Danişîna 40emîn a di 27ê Hezîranê de pêk hat. Danişîn taloqî 17ê Nîsanê kirin. (TY/AY)