Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Koma Parêzerên Hemdem aşkere kiriye ku ew ê giliyê wan kesên ku navên wan di vîdeoyên Sedat Pekerî de derbas dibe, bikin.
Komê weha gotiye, “Nivîsa gilîkirinê ya ku me amade kiriye di pêvekê de ye. Em Koma Parêzerên Hemdem ku ew kesên ku têkoşîna civakî birêve dibin, ji roja Duşemê(îro) pê ve di her edliyeya ku em lê ne em ê di dozgeriyan de gilî bikin û pêvajoyê bişopînin.”
Ahmet Şik, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê(TİP) li ser medya civakî bang kiribû û gotibû, “Ez ji hevalên Parêzer/Hiqûqnas dipirsim: Hûn dikarin ji bo ku îddiayên Pekerî were lêkolînkirin mînaka daxwaznameya gilîkirinê binivîsin? Em jî weke welatî bidin dozgeriyan.”
Koma Parêzerên Hemdem daxwaza Şikî bersivandiye û mînaka daxwaznameyê ji bo ku her kes bikaribe bikarbîne belav kiriye:
Di daxwaznameyê de kesên ku navên wan di vîdeoyan de derbas dibe bi van sûcan dikarin bên tawanbarkirin:
(AS/AY)