Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Sendîkaya Kedkadên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) di 28 û 29ê Çiriya Paşiyê de 11em civata xwe ya giştî pêk anî, endamên nû yên Lijneya Reveber ên Navendî diyar diyar kiriye.
Prof. Dr. Nejla Kurul weke Seroka Giştî hatiye diyarkirin.
Kurul di sala 1963yê de li Kayseriyê ji dayik bûye. Zaroktî û nûciwaniya wê li Eskîşehîr, Stenbol, Konya û Almanyayê boriye. Di sala 1985an de Beşa Rêveberî û Plansaziya Perwerdeyê ya Fakulteya Zanistên Perwerdeyê li Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Li heman zanîngehê weke dersdar 30 salan kar kiriye.
Demekê di Buroya Hînkirina Bilind a Egitim-Senê de kar kiriye. Paşê di nava Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîstan de hin kar kiriye û paşê ji partiyê veqetiyaye.
Li rojnameyan û malperên nûçeyan gotar nivîsandine. Ji ku “Akademîsyena Aştîxwaz e” di 7ê Sibata 2017an de û di encama Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ya hejmar 686ê ji wezîfeya li zanîngehê hatibû derxistin.
Piştî hilbijartina Civata Giştî ya sendîkayhe Lijneya Rêveber a Navendî civiya ye û ev kes wezîfedar kirine:
(AO/FD)